Derhênerê fîlmê 'Gorulmuştur': Tirkiye bûye girtîgeh 2019-10-20 09:03:47   ÊLIH - Derhênerê fîlmê "Gorulmuştur" Serhat Karaaslan, destnîşan kir ku welta veguheriye girtîgehekê û got, ji ber tirsa hatiye berbelavkirin mirov êdî naçin fîlman jî temaşe nakin.    Derhêner Serhat Karaaslan ku bi fîlmên xwe yên bi navê Bisqilet, Xwîn, Dondurma û Musa Mihrîcana Fîlman a Altinportakalê û Mihrîcana Kurtefîlmên Kurdî ya Yilmaz Guney jî di nav de di gelek mihrîcanan de xelat wergirtine, vê carê jî bi vî fîlmê xwe yî metrajdirêj "Gorulmuştur" derket pêşberî sînemahezan. Karaaslan, di vî fîlmê de xwe nîşan dide ku ka welat çawa veguheriye girtîgehekê.    'PÊDIVÎ BI EYWANÊN SERBIXWE HEYE'    Karaaslan, ji ber ku fîlmê wî li Êlihê hat temaşekirin bilêv kir ku ji bo wî tiştekî girîng e û got, ji ber li bajêr Sînemaya Yilmaz Guney tuneye, sînemagerên serbixwe nikarin fîlmê xwe bigihînin sînemahezan. Karaaslan, got: "Her wiha di sînema tenê ji şaredariyan re jî neyên hiştin. Divê li Êlihê hejmara eywanên serbixwe zêde bibin."    Karaaslan, anî ziman ku divê huner ji tekela îktîdarê bê derxistin û got: "Em ji bo Êlihê biaxivin. Îro li vira fîlmê hat nîşandan. Lê gava qeyûm bûna me yê nikaribûna nîşan bidana. Em ferz bikin eywana sînemayê ya li vira ya şaredariyê ye, lê gava qeyûm bihata tayînkirin wê wan biryar bidana bê ka kîjan fîlm bê nîşandan kîjan neyê nîşandan."    'WELAT VEGUHERIYE GIRTÎGEHEKÊ'    Karaaslan, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî û polîtîk çêkirina fîlman jî zehmet bûye û got, gava dest bi kişandina fîlmê xwe "Gorulmuştur" kiriye bi hin lîstikvanan re li hev kirine, lê belê paşê ji van lîstikvanan hin jê ji ber rewşa li Tirkiyeyê mecbûr mane ji Tirkiyeyê biçin. Her wiha Karaaslan, destnîşan kir ku ji ber di dema Rewşa Awarte de fîlm kişandine bi zor û zehmetiyan re rû bi rû mane. Karaaslan, da zanîn ku xwestiye fîlmê xwe li girtîgeheke bera bikişîne û got: "Me serî li ku da, bersiveke neyînî dan. A em di fîlm de behs dikin ne girtîgehek e, em behs dikin ku welat tev bûye girtîgeh." Karaaslan, destnîşan kir ku çar aliyên Tirkiyeyê bûye girtîgeh û got, lê belê dîsa jî sînema bi hêza hunerê li ber xwe dide.    SÎNEMAYA KURDÎ PÊŞ DIKEVE    Karaaslan, diyar kir ku di demên dawî de sînemaya kurdî pêş dikeve û got: "Sînemaya kurdî bi piranî belgefîlm û kurtefîlm in. Sedemên vê yekê hene. Divê sînema ne luks belê îro gelek êş û azar hene û dîsa wekî luksê tê dîtin. Dibe kesên têkoşer bibêjin 'em çi dikin, hûn çi dikin?' Lê em dikarin bi hunerê jî li ber xwe bidin. Tiştine hene divê em hel bikin. Divê tiştên li Cizîrê û Rojavayê qewimîn bên belgekirin."    MA / Metin Yoksu