Bi newayên Mezopotamya û Anatoliyê derketin ser dikê 2019-10-19 10:09:34   AMED – Koma muzîkjenan Anadolu Quartet ku li Nisêbîn û Êlihê ji ber şer konsera xwe betal kir, li Amedê konser li dar xist. Di konserê de dengê awaz û stranên kurmancî, ermenkî û tirkî bilind bû.    Koma muzîkê Anadolu Quartet li Amedê bi organîzasyona AmîdArt konser li dar xist. Konser li salonek konserê ya Amedê pêk hat. Gelek welatî beşdarî konserê bûn. Dihat payîn kom beriya Amedê li Nisêbîn û Êlihê jî konseran li dar bixe lê ji ber êrîşên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê betal kir.    Koma Anadolu Quartet ji 4 kesan pêk tê derketin ser dikê û solîst ango hunermend Mehtap Arslanargun jî stran gotin.     Anadolu Quartet newayên Mezopotamya û Anatoliyê li gor terza xwe ya xas şîrove dike. Ji stran û newayên Aram Tîgran bigire heta stranên Aşik Veysel û Neşet Ertaş ji çar aliyên Tirkiyê newayan lê didin.    ‘ÊŞA BINDESTÊN DINYAYÊ HEMAN E’    Şefê komê Ahmet Tirgil da zanîn ku wan ji ber rewşa şer konserên xwe yên li Nisêbîn û Êlihê betal kirine. Tîrgîl anî ziman ku jiyan destûr nade ku ew stranan jî bêjin û wiha got: “Em di vê jiyana zor de neçar dibin ku zêmaran bêjin. Êşa bindestên hemû dinyayê heman e. Êşa Dersim û Hîroşîmayê jî wek hev e.”    Di konserê de stranên kurmancî, tirkî û ermenikî hatin gotin û mirova dikare bêje dengê newayên gelan bilind bû. Konsera piştî du saetan bi lêdana newayên ji herêmên cuda yên Tirkiyê dawî bû.