Zarokan bi çîrok û xêzkirinê mafên xwe vegotin 2019-10-17 10:03:57 AMED – Li Amedê 20 zarokên dezavantaj bi xêz û çîrokên xwe bi pirtûka “Mafên Zarokan” vegotin. Pirtûkê di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girt û dê di 20’ê cotmehê ji bo pirtûkê roja îmzeyan bê lidarxistin.    Li Amedê Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê (GIYAV) Kargeha Mafên Zarokan vekiriye û di bin banê kargehê de 20 zarokên dezavantaj bi xêz û vegotinên xwe pirtûka bi navê “Mafên Zarokan” derxistin. Pirtûk bi kurdî û tirkî hatiye amadekirin. Di pirtûkê de zarokan 10 wêne û 10 çîrok vegotine. Pirtûk li refên pirtûkxaneyan cihê xwe girt.     Zarokan di pirtûkê de mafên zarokan wên wek perwerde, hîndekarî, parastin, lîstik, hezkirin, tenduristî û kêfkirin vegotine û dê zarok roja îmzeyan ji bo pirtûkê amde bikin.    Roja îmzeyan di 20’ê cotmehê de li Mala Hunerê ya Laleşê dê bê lidarxistin û dê zarok pirtûkê ji xwîneran re îmze bikin.    Ji reveberên projeyê Dîlan Ok da zanîn ku proje bi desteka “Ji Bo Beşdariya Zarokan Mîkro-Fon” hatiye amadekirin û ji bo taybetmendiyên mafên zaroıkan derkevin pêş vê xebatê li gel zarok û malbatên wan birêve birine.    BI KURDÎ Û TIRKÎ NIVÎSANDINE    Ok anî ziman ku bi vegotina zarokan pirtûk li ser mafên zarokan hatiye amadekirin û got: “Beriya xebatê me zarokan amade kir. Em wek şahiyê axivîn. Dema zarokan bihîst ku wê bibe pirtûk kêfa wan hat û bi kelecan bûn. Di pirtûkê de bi wêneyan mafên cih digire. Pirtûk ji zimanê kurdî û tirkî pêk tê.”    Ok banga beşdariya roja îmzeyan a pirtûkê kir.    ZAROK KÊFXWEŞ IN    Suleyman Kiliç ê 13 salî ku di pirtûkê de çîrok nivîsandiye mafên zarokan yek bi yek jimart û bal kişand ser girîngiya mafên zarokan. Kiliç diyar kir ku ji ber ew ê pirtûkê îmze bike gelek kelecanî ye û xwest her kes beşdarî roja îmzeyan bibe.    Esma Donat jî di pirtûkê de dara mafên zarokan xêz kiriye û ji ber pirtûkê kêfxweşiya xwe anî ziman.