Li Heskîfê rûxandin û kolandinêna arkelojîk bi hev re tên kirin 2019-10-17 09:13:48 ÊLIH - Li Heskîfê ku dê ji ber Bendava Ilisûyê di bin avê de bimîne, ji hêlekê ve xebatên ji bo veguhastina berhemên dîrokî tên kirin ji hêlekê jî rûxandin û xebatên arkeolojîk tên kirin.  Wê tevî Heskîfa xwedî dîrokek 12 hezar salan 199 jiyangeh di bin ava Bendava Ilisûyê de bimînin. Niha li Heskîfê xebatên arkeolojîk û rûxandin didome.    WÊ EL-RIZQ JI DÎCLEYÊ BÊ QUTKIRIN    Heta niha li Heskîfê Tirbeya Zeynelbeg, Hemama Artûklû, Zawiyeya Îmam Abdûllah, Deriyê Navîn, Bloka Rojhilat û Rojava ya Mizgefta Eyyûbî, Dîwarê Bakur û Başûr ê Mizgefta Eyyûbî, Kulliyeya Mizgefta Suleyman Xan, kanî, Minareya Kulliyeya Mizgefta Suleyman Xan ji cih hatin rakirin. Her wiha xebatên ji bo veguhastina perçeyên dawî yên Mizgefta El-Rizq ku berê minareya wê perçe perçe ji cih hatibû rakirin, dest pê kirin. Piştî rêyeke çar kîlometre û nîvan, wê mizgeft li cihê nû bê bicihkirin. Her wiha di dema veguhastinê de wê Çarşiya Heskîfê ya barê bê rûxandin. Tê gotin ku wê veguhastin di nav 15 rojan de temam bibe.    QESRA BIÇÛK BI BETONÊ HAT GIRTIN    Li Keleha Heskîfê jî xebatên betonkirinê didomin. Ji ber ku wê av bigihê heta ber paceya Qesra Biçûk, qesr tê betonkirin. Lê belê bi vê betonkirinê sîlueta bajarê qedîm bi temamî ji holê rabû.   Her wiha xebatên ji bo kolandina arkelojîk jî didomin. Li hêla jor a Mizgefta El-Rizqê jî xebatên kolandinê didomin. Her çend derdora qada arkeolojîk ji bo gerê û derbasbûnê serbest be jî, lê belê arkeolog nahêlin dîmenên wê bên girtin.    MA / Metin Yoksu