Portreya Prof. Celîlê Celîl 'Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî' derket 2019-10-16 09:19:12 AMED - Weşanxaneya Lîsê, portreya Kurdolog Prof. Dr. Celîlê Celîl "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî" çap kir. Pirtûk ji aliyê Nîhat Gultekîn ve hatiye amadekirin û ji hevpeyvînên ku di 30 salên dawî de bi Celîlê Celîl re hatine çêkirin pêk tê. Portreya Prof. Dr. Celîlê Celîl "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî" bi amadekariya nivîskar Nîhat Gultekîn û bi edîtoriya rojnamevan-helbestvan Rêdûr Dîjle ji Weşanxaneya Lîsê derket. "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî" ji hevpeyvînên ku di 30 salên dawî de (1991-2019) bi Celîlê Celîl re hatine çêkirin û ji 386 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de hevpeyvînên di Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA), kovara Rewşen, Tîroj, Nûbihar, Bîr, ji hevpeyvînên di malpera Nefel, rojnameya Newepel, Bûyerpress, K24, Dunya TV'yê de hatine weşandin û ji hevpeyvînên ku hin nivîskar û lêkolînvan bi Celîlê Celîl re çê kirine pêk tê.   'JI WÊJEYÊ HETA DÎROKÊ MIJARÊN GIRÎNG DIHEWÎNE'   "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî", ji wêjeyê heta ziman, ji dîrokê heta zargotina kurdî gelek pirs û mijarên girîng di xwe de dihewîne. Ligel vê derbarê malbata Celîlan de jî ku nêzî 70-80 sal in di warê wêje, folklor, çand û zargotina Kurdî de bênavber dixebitin, agahîyên têr û tijî cih digirin.    'JI BO LÊKOLÎNVANAN Û XWENDEVANAN ÇAVKANIYEKE GIRÎNG E'   "Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî", di warê dîroka kurd û Kurdolojîyê de, ji bo xwendevan û lêkolînvanan wê bibe çavkanîyeke girîng. Ji lew re di nav hevpeyvînan de tê dîtin ka Kurdolog Celîlê Celîl li ser bingeha dîrok, ziman, çand û wêjeya welatî çawa ber bi gerdûnê ve meşîyaye û xebatên wî di navbera paşeroj û pêşerojê de pireke çawa danîne.