Weqfa Mezopotamyayê panela ‘Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî’ li dar xist 2019-10-05 18:09:29   AMED – Weqfa Mezopotamyayê panela “Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî” li dar xist. Prof. Dr. Şukriye Resûl got, lazim e kurd di xeta kurdan de yekîtiya xwe ava bikin. Prof. Dr. Celîlê Celîl jî da zanîn ku li Sovyetê hemû xebatên ziman, çand û folklora kurdan bi awayek fermî dihat nasîn.   Weqefa Mezopotamya di çarçoveya rojên 7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê de panela “Xebatên Folklorê û Nasnameya Kurdî” li Salona Dîcleyê li dar xist. Zimanzan Mîkaîl Bilbil moderatoriya panelê kir û Prof. Dr. Şukriye Resûl, Prof. Dr. Celîlê Celîl û Prof. Dr. Kadrî Yildirim wek panelîst beşdarî panelê bûn û gelek welatî jî di panelê de cihê xwe girtin û li salonê cih nema.   Mîkaîl Bilbil naveroka panelê û sernavê panelê vegot û panelîstan da nasîn.   ‘DI XETA ZIMAN DE YEKÎTÎ LAZIM E’   Di panelê de ewilî Prof. Dr. Şukriye Resûl li ser mijara “Têkiliya folklora neteweyîbûnê û nasnameya neteweyî” gotûbêj kir. Resûl, diyar kir ku akademîbûna kurdan ji rewşenbîr û wêjeya kurdan dest pê dike. Resûl, da zanîn ku folklora kurdan serekeyî di nava kurdên Sovyetê de dest pê dike û kurdên Sovyetê di warê wêje û folklorê de şanaziyê didin gele kurd. Resûl, anî ziman ku ew ji bo folklor û rewşenbîriya kurdan de deyndarî stranbêjên kurd in ku gelek caran bûne rêber.   Resûl, da zanîn ku yekbûna kurdan ji bo xebatek neteweyî dê bibe destpêkek û got: “Beriya hiş û fikrên siyasî divê em kurdbûna xwe îspat bikin.” Resûl got tembûr yek ji sembola netewa kurd e û ruhek pîroz a neteweyî ye. Resûl destnîşan kir ku pêwîste her kurdek xwedî li ziman, çanda û folklora xwe derkevin û ew dikarin bi vî awayî di xeta ziman de yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin.   ‘ZIMAN Û WELAT BÊHEV NABIN’   Piştî Resûl, Prof. Dr. Kadrî Yildirim jî bi sernavê “Di Mem û Zînê de hêmanên folklorik, ziman, Newroz, şexsiyetên dîrokî û bikaranîna ajalan” gotûbêjek pêşkêş kir. Yildirim bal kişand ser zimanê kurdî û desthilatdariyê ya ku feylesofê kurd Ehmedê Xanî behsa wê dike û got: “Zimanê kurdî û îktîdar bêhev nabin û bi hev ve girêdayî ne. Zimanê kurdî zêr û zîv e. Zimanê kurdî bê îktîdar nabe. Divê îktîdarek hebe ku zimanê kurdî dikaribe mor bike û ku bibe fermî. Yanî mirov dikare bêje ziman û welat bêhev nabin. Hêmanên Newroz, folklor û ziman girêdayî hev in. Divê mirov Newrozê mezin bibîne. Çimkî pîroz e. Pîrozbahiya Newrozê adetek bimbarek a kurdan e. Ehmedê Xanî behsa bûm (kundê kor) ji cihê xerabiya hez dike. Bûm bêyom e. Bûm rastiyê nabîne û rastiyê vedişêre.”   ‘LI SOVYETÊ MAFÊ KURDAN FERMÎ DIHAT NASÎN’   Her dawî Prof. Dr. Celîlê Celîl jî bi mijara “Li Sovyetê li nav kurdan avabûna nasnameya neteweyî û folklora kurdan” axaftina xwe kir. Celîl destnîşan kir ku li Sovyetê pirsgirêka nasnameya kurdan tune bû û wiha got: “Miletê kurd miletekî çiyayî ye. Kurd xwedî folklorek dewlemend in. Li Sovyetê nasname û mafê kurdan fermî hatibû pejirandin. Di salên 1930’î de zimanê kurdî li dibistanan fermî bû. Kurdên Sovyetê di warê ziman û çandî de meşa xwe bênavber dewam kirin. Zargotin ji bo kurdan hêz e. Ji bo etnik û netewê xizmet dike. Dewletan bi zanebûn nasnameya kurdan ji hev cuda kirin. Di destê kurdan de ziman û folklor mabû pişt re jî rewşenbîrî tê avakirin.”   Panel piştî axaftina panelîstan bi dawî bû.