Wê li Pirsûsê 'Mihrîcana Hinaran' bê lidarxistin 2019-10-04 09:04:47 RIHA – Şaredariya Pirsûsê, ji bo hinarên Pirsûsê bên naskirin û zêde bên hilberandin, wê "Mihrîcana Hinaran" li dar bixe. Hevşaredar Hatîce Çevîk, bilêv kir ku ji bo belgeya tescîlê ya erdnîgarî ya hinaran wergbigirin tev digerin.  Şaredariya Pirsûs a Rihayê ji bo hinarên Pirsûsê bên naskirin û zêde bên hilberandin, wê "Mihrîcana Hinaran" li dar bixe. Wê mihrîcan di navbera 19-20'ê Cotmehê de bê lidarxistiin. Wê di mihrîcanê de li Taxa Elîgorê hinar bên berhevkirin û wê di çarçoveya mihrîcanê de ji bo jin û zarokan atolye bên çêkirin û konser bên lidaraxistin.    Çevîk, anî ziman ku ew naxwazin hinarên Pirsûsê tebê wekî fêkî ji Pirsûsê derkevin, divê ava wan û tişiya wan jî bê çêkirin, firotin û bibe marka. Çevîk, da zanîn ku niha ji bo belgeya tescîlê ya erdnîgarî ya hinaran wergbigirin tev digerin.    ‘WÊ BIBE MARKA'    Çevîk, bilêv kir ku wê bi "Mihrîcana Hinaran a Pirsûsê" hilberîna hinaran zêde bibe. Çevîk, diyar kir ku gelek tahmên navçeyê hene, lê belê ji van tahman a sereke hinar in. Çevîk, da zanîn ku tahma hinarên Pirsûsê li gor hinarên li herêmê çê dibin cudatir e û got: "Em ji bo hinarên li vir bi cîhanê bidin naskirin û ji bo eleqeya hilberînerên xwecihî ya ji bo hinaran zêde bibe em mihrîcanê li dar dixin. Cotkar, heqê keda xwe bi dest naxin. Ji ber vê darên hinaran radikin û tiştekî din li şûna wan datînin. Lê belê hinarên li vê herêmê şîn tên li gor hinerên li herêmê û heta li gor hinarên cîhanê cuda ne. Divê ev tahm ji dest me neçe.  Ji bo hilberîna narên Pirsûsê zêde bibe û ji bo ev hinar tune nebin, em mihrîcaneke bi vî rengî li dar dixin." Çevîk, bilêv kir ku ew ê di vî warî de cotkaran û hilberîneran teşwqî bikin û ew ê hewl bidin hinar bibin marka.    WÊ NAVÇE BI HINARAN BÊ BIBÎRANÎN    Çevîk, destnîşan kir ku di warê markebûnê de ew ê gava ewil bavêjin û got: "Ji bo teşwîqkirinê em ê dest bi hin xebatan bikin. Nexasim jî em ê hewl bidin ku jin hinaran hilberînin. Çawa Dîlok bi fistiqan, Riha bi îsotê tê bibîranîn wê Pirsûs jî bi hinarên xwe bê bibîranîn. Wê Mihrîcan di 19'ê Cotmehê de li Elîgorê bi berhevkirina hinaran desst pê bike. Paşê wê ji bo jin û zarokan hin çalakî bên lidarxistin. Paşê em ê konserekê li dar bixin. Dotira rojê jî em ê li navenda Pirsûsê bidomîmom. Wê li vira jî jin çalakiyên cur bi cur û konsereke bê lidarxistin. Wê danasîna hinaran bê kirin. Helber em ê hinar û ava hinaran jî îkam bikin."    Çevîk, her kesî vexwand Mihrîcana Hinaran a Pirsûsê.