Li Amedê, wê 1’emîn Roja Govendê bê lidarxistin 2019-08-18 15:24:25 AMED - Mala Hunerê ya Laleş û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wê di çarçoveya xebatek hevpar de, di 24’ê Tebaxê saet 19.30'an de 1’emîn Roja Govendê li dar bixin.  Mala Hunerê ya Laleş û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, wê di çarçoveya xebatek hevpar de, di 24’ê Tebaxê saet 19.30'an de 1’emîn Roja Ggvendê li dar bixin. 1’emîn Roja Govendê wê bi şîara “Em bi guven û tilîliyên xwe vedigerin çewherê xwe” li Navenda Çand û Kongrê ya Şaredariya Bajarê Mezin a  Amedê bê lidarxistin. 4 ekîbên guvendê wê derbikevin ser dikê.    Piştî ekîba guvendê ya aîdê herêma Mêrdînê ya ji jinan pêk tê, wê ekîbên aîdê herêmên Amed û Bedlîsê derkevin ser dikê û hunera xwe pêşkêşî hunerhezan bikin.    Li bendê ye ku her sal 1’emîn Roja Govendê bê lidarxistin.