Li Heskîfê piştî 3 salan mîhrîcana bêyî Îmam Abdullah 2019-06-11 11:52:45 ÊLIH - Di Mîhrîcana Heskifê ku piştî 3 salan li Heskîfê di çarçoveya bîranîna Îmam Abdullah de tê lidarxistin de banga ku destûr neyê dayîn ku naçveya dîrokî di bin avê de bimîne hat kirin.  Mîhrîcana Heskifê ku di çarçoveya bîranîna Îmam Abdullah de heta sala 2015'an dihat lidarxistin û ji ber îlankirina rewşa awarte ji sala 2016'an ve navber hatibû dayîn, piştî 3 salan îsal careke din hat lidarxistin. Mîhrîcana ku ji aliyê Komeleya Êlihê, Komeleya Parastina Jiyana Xwezayî ya Êlihê, Komeleya Ehlî Beyt û Seyîdan û Komeleya Turîzmê ya Êlihê hat organîzekirin, ji ber ku Gora Îmam Abdullah ji bo Bendava Ilisûyê ji cihê hatibû rakirin û li Heskîfa nû hatibû bicihkirin bi xemgînî dest pê kir. Ji bo mîhrîcana ku dê heta 16'ê mehê bidome, li parqa li hemberî Gora Îmam Abdullah dikek hat avakirin. Dê li ser vê dikê heta mîhrîcan bi dawî bibe hunermend konseran bidin û çalakiyên cuda bên lidarxistin.    Di mîhrîcana ku duh êvarê dest pê kir de hunermendên herêmî yên bi navê Cemo, Îkbal û Yûsûf Eren derketin ser dikê û stran gotin. Her wiha di mîhrîcana ku gelek kes beşdar bûn de Serokê Komeleya Ehlî Beyt û Seyîdan Abdûlmalîk Mujdecî axaftinek kir. Mujdecî diyar kir ku ji bo Îmam Abdullah mîhrîcan li dar dixin û ev bang kir: "Em ji bo xwedî derketina li Heskîfê û nirxên manewî li vir in. Parastina vî bajarê ku têde dîrok û xwaza derbasî nava hev bûye di pêşiya her berjewendiyê de ye. Em jî dibêjin ji bo Heskîfê hê dereng nîne. Divê bi awayekî lez û bez dev ji vê şaşiyê bê berdan."