Yelda Abbasî hat berdan 2018-12-07 11:30:56   STENBOL - Hunermenda Kurd Yelma Abbasî ku ji bo beşdarî salvegera NÇM'ê bibe hat Tirkiye û li Balafirgeha Ataturk hat binçavkirin, piştî li dadgehê îfade da hat berdan.    Hunermenda Kurd Yelda Abbasî ku ji bo pîrozbahiya salvegera 27'emîn a Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) hat Tirkiyeyê, li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat binçavkirin. Abbasî ji bo tev li şahiya NÇM’ê ya di 9'ê kanûnê de li Navenda Xwepêşandanê ya Bostanci ya Stenbolê pêk bê, bibe hat Stenbolê. Yelda Abbasî piştî li balafirgehê hat binçavkirin sewqî Dadgeha Bakirkoyê kirin. Hat diyar kirin ku Abbasî, di çarçoveya ku li Wanê der barê wê de lêpirsîn hatiye vekirin. Hat destnîşan kirin ku dozger bi sucdariya "propaganda rêxistinê" îfadeya wê girtiye. Abbasî piştî li dozgeriyê îfadeya wê hat girtin serbest hat berdan.