Pirtûka '05 17' a Ayşe Duzkan derket 2018-12-02 09:13:47   STENBOL – Pirtûka "05 17" a nivîskar-rojnamevana feminîst Ayşe Duzkan derket. Duzkan îlham ji mîtînga ewil a femînîstan "Ji lêdanê re na" girtiye û pirtûka xwe nivîsandiye.    Pirtûka "05 17" a rojnamevan-nîvîskara feminîst Ayşe Duzkan ji Weşanên Guldunya derket. Di vê pirtûkê de zêdetirî 70 nivîsên Duzkanê yên der barê meseleya Filîstînê, meseleya kurd, rewşa çepgiriyê ya li Tirkiyeyê, feminîzm û çalakiyên Parka Geziyê de cih digirin. Pirtûk navê xwe ji mîtînga ewil "Ji lêdanê re na" a femînîstan a li Tirkiyeyê ku di 17'ê Gulana 1987'an de li Parka Yogûrtçûyê hat lidarxistin digire.    Duzkan ji bo pirtûka xwe "05 17" dibêje, mîtînga 17.05'an bû sedem ku ew dest bi nivîsandinê bike û bi vê mîtîngê re li Tirkiyeyê femînîzm veguherî tevgerekê. Duzkan, diyar dike ku nivîsên di pirtûkê de cih digirin, nivîsên wê yên ji destpêka salên 2000'î û vir ve ne û dibêje: "Min xwets nivîsên min tiştên rojane bin. beşek wê li ser feminîzmê, beşek wê li ser meseleya kurd, rewşa çepgiriyê ya li Tirkiyeyê, Berxwedana Geziyê û beşek wê jî li ser meseleya Filîstînê ye. Ez li ser van mijaran hûr bûm. Min ev jî bi metodolojiyeke feminîst nivîsandin. Min tevî ceribînên xwe yên şexsî bi daneyên zanistiyî nivîsandin. Nivîsên min ên min piştî kesên mirin nivîsandin hene. Ji bo Şîrîn Tekelî, Kate Millet, Suphî Nejat jî hene. Kesên berê qet nivîsên min nexwendibin, belkî bi vê re bi fikrên cuda re rû bi rû bimînin. Ji bo kesên xwendine jî nivîsên nû hene. Di destpêka pirtûkê de der barê femînîzma radîkal û şoreşger de metna min a axaftinê heye."