Tiştên dîtiye û bûye şahidê wan li helbestê bar dike 2018-03-11 09:23:00 BEDLÎS - Yûsûf Tûranê ku 24 sal berê koçî Stenbolê kir, bêrîkirina xwe ya ji bo xaka xwe û warê xwe li helbestê bar kir. Tûran ji bo vê yekê got: "Ji êş û azarên kurdan mirov dikare gelek fîlman bikêşe, gelek helbest û romanan binivîsîne." Tûranê ku xwendin û nivîsandina wî tune ye, helbestên xwe li bîra xwe qeyd dike û hizir dike ku helbestên xwe di pirtûkekê de bi cih bike.  Li Tetwana Bedlîsê, Yûsûf Tûran (80) êş û azarên ku bi salan e kurd dikişînin li helbestê bar dike. Yûsûf Tûranê, bavê Fedakar Tûranê ku cenazeyê wî jî di nav 267 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin de bû, bêrîkirina xwe ya ji bo kurê xwe bi helbestê bilêv dike. Tûran di helbestên xwe de cih daye Apê Mûsa, Rojnameya Ozgur Ulke ya di 1994'an de hat bombekirin, Siyabend û Xecê, Orhan Dogan, Hozan Mizgîn, komkujiya Roboskiyê û Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û hwd. Tûran diyar kir ku xwendin û nivîsandina wî tune ye, lê belê ew helbestên xwe di mêjiyê xwe de qeyd dike.    ‘JI BO HELBESTA LI SER HOZAN MIZGÎNÊ 40 ROJÎ XEBITÎM'    Tûran balê kişand ser bandora ku koçberî lê kiriye û got, ew bi helbestê dilê xwe rihet dike. Tûran, destnîşan kir ku Hozan Mizgîn û kurê wî Fedakar zêde tesîr lê kirine û wî li ser wan du helbest nivîsandine. Tûran bi lêv kir ku ew 40 rojî li ser helbesta li ser Hozan Mizgînê xebitiye. Tûran got: "Ji ber xwendin û nivîsandina min tune ye, di mêjiyê xwe de tim dinivîsînim. Tam 40 rojî min peyvên di mêjiyê xwe de guherandin û jiber çê kir." Tûran got, paşê wî ji malbata xwe re xwendiye û dema wan ecibandiye wî xwestiye hîn bêtir binivîsîne. Tûran diyar kir ku mirov dikare li ser êş û azarên kurdan gelek fîlman bikêşe, gelek helbestan û romanan binivîsîne. Her wiha Tûran diyar kir ku wî li ser Orhan Dogan jî helbestek çê kiriye û wî ev helbest di hefteyekê de qedandiye.    ‘NIKARIM HELBESTA KU MIN JI BO FEDAKAR NIVÎSANDIYE BIXWÎNIM'    Tûran anî ziman ku ji ber xwendin û nivîsandina wî tune ye, hin berhemên çê kiriye ji bîra wî çûne. Tûran destnîşan kir ku yek ji wan bûyerên ku tesîr lê kirine jî bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê bû û wî der barê wê de jî helbest nivîsandiye. Her wiha Tûran diyar kir ku wî li ser gelek nivîskar, dengbêj û kesên têkoşer helbest çê kirine. Tûran ji bo helbesta ku li ser kurê xwe Fedakar nivîsandiye jî got: "Dema me bihîst ku miriye, em çûn gundê ku lê miriye. Ji bo em cenazeyê wî wergirin me zaf li ber xwe da. Lê wê demê destûr nehat dayîn. Me jî ew li cihê ku miriye defin kir. Niha di 80 salên jiyana xwe de, dema li paş xwe vedigerim hîs dikim ku her êşek barek e. Min ji bo Fedakar helbestek çê kir û kir stran. Berê her ku ew dihat bîra min, min helbesta li ser wî çê kiribû dixwend û xwe rihet dikir. Lê ji roja ku gura wî hatiye veguhastin, nikarim bibêjim. Çimkî dilê me nikare evqas êşan hilgire."    Tûran, destnîşan kir ku ew dixwaze helbestên xwe di pirtûkekê de kom bike. Her wiha Tûran anî ziman ku çend sal berê mamosteyekî ku li Kurdî-Der'ê dixebitî helbestên wî derbasî nivîsê kirine, lê belê hin jê hîn nehatine derbaskirin.    MA / Nimet Olmez