Ew 'Şertên welat' ên heqdesta kêmtirîn diyar bikin çi ne?

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Komîsyona Tespîtkirina Heqdesta Kêmtirîn, wê ji bo biryara ku dê der barê 6 milyon kesî bide de îro dîsa bicive.  TÎSK'ê ku dê di komîsyonê de 5 endamên wê hebin û hikûmet balê kişandin ser "şertên welat". Ji niha ve navê "sefaletê" li zemê kirine, lê belê ji bo çi nav li "şertên welat" nayê kirin? 

Komîsyona Tespîtkirina Heqdesta Kêmtirîn, wê ji bo biryara ku dê der barê 6 milyona kesî bide de, wê îro cara sêyemîn bi malovaniya Konfederasyona Sendîkayên Kardêran a Tirkiyeyê (TÎSK) bicive. Komîsyon ji 15 endaman ve tê temsîlkirin. Ji van endaman 5 jê yên hikûmetê, 5 jê yên kardêr û 5 jê jî yên aliyên karkeran e. Wê di vê civînê de "şertên welat" bên diyarkirin. Hikûmeta ku dema gotin tê ser siyasetê û aboriyê dibêje her tiş baş e, lê belê dema dor tê ser zemkirina destmizan "şertên welat" derpêş dike. Gelo çima nav li van şertan nayê kirin? 
 
DAXUYANIYÊN HERDU ALIYAN LI HEV DERTÊN 
 
Civîna ewil di 1'ê Kanûnê de çê bû û li ser navê TÎSK'ê Akansel Koç tev li civînê bûbû û ev daxwaz berpêş kiribûn; "Rewşa aborî ya welat", "Divê tesîr li hêza reqabetê neyê kirin", "yên ji siyasetm wirdetir" û her wiha li ser navê hikûmetê jî Wezîra Xebat û Ewlehiya Civakî Julîde Sarieroglû tev li civînê bûbû û wê jî ev daxwaz berpêş kiribûn; "hikûmet bi tewr û helwesteke populîst tev nagere", "Hilberîn, veberhênanî, bi awayekî giştî aboriya welat". Daxuyaniyên herdu aliyan jî li hev dertên. Lê belê hikûmet ji bo hilbijartinê, xwe ji zimanekî ku derdoreke 6 milyonî ya destmiza kêmtirîn bixeyidîne dixe û ji bo vê "şertên welat" bi bîr dixe û dibêje "em li benda fedakariya karker û kardêran e" û bi vî awayî riyeke navîn dît. Li gel vê hikûmetê daxuyaniyeke ku ku dê "kadroyê bidin taşoronan" da û bi vî awayî dixwaze derdoreke berfireh eware bike. 
 
TÎSK LI PÊYÎ PRÎMÊ YE 
 
Heke mijarên ku TÎSK'ê berpêşkirin bi mijarên hikûmetê re mutabiq bin, nexwe wê di civînên din de çi bê axaftin? TÎSK bi xwe bersiva vê pirsê dide: 
 
"* Berdewamkirina desteka destmiza kêmtirîn a sala 2018'an û berfirehkirina bergeha desteka ku dê li kargehên ku peymana kar a giştî li wan tê sepandin 
 
* Di sala 2018'an de di sîgortaya beraliyê de newergirtina para kardêr 
 
* Şeş mehan carekê diyarkirina destmizê 
 
* Ji bilî daneyên enflasyonê, divê di êdebûnê de zêdebûna berdariyê, rêjeya betalyê, geşedanên aborî û siyasî yên kurewî, rîskên aboriyî û hêza reqabetê esas bên girtin." 
 
"Teşwîq"a ku TÎSK doza wê dike, ji sala 2016'an ve jixwe di meriyetê de ye û ev yek ji fona betaliyê ya karkeran tê birîn. 
 
Beriya civîna ku dê TÎSK malovaniya wê bike, Wezîr Julîde Sarieroglû di 11'ê Mijdarê de li Enqereyê bi hin dîrektorên çavkaniyên mirovan re "Civîna Îstîhdamê" çê kir. Nayê zanîn ka ev mijar ket rojevê ya na na, lê belê tişta balkêş jî ew e ku bendewariyên TÎSK'ê û navê civînê di heman îstîqametê de ne. 
 
‘WÊ ŞERTÊN WELAT ESAS BÊN GIRTIN' 
 
Her çi qas navê Komîsyona Tespîtkirina Destmiza Kêmtirîn derkeve pêş jî, lê belê encama vê yekê di 18'ê mehê de berî biçe Bangladeşê li balafirgehê ji aliyê Serokwezîr Bînalî Yildirim ve hat daxuyandin. Yildirim di daxuyaniya xwe de ev tişt gotin: "Destmiza kêmtirîn, berî sala nû bi muzakareyên di navbera karker-kardêr û wezaretên têkildar ên hikûmeta de tê diyarkirin. Di vî warî de Turk-Îş'ê pêşniyaza xwe kir, wê DÎSK jî pêşniyaza xwe bike û wê paşê alîgir bên cem hev. Wê bi awayê herî guncan wezareta me alîgiran bîne cem hev. Kîjan baş be wê di wî warî de mutabiqiyek xwe bide der. Ji berê ve ye hikûmeta me tu carî di biniya enflasyonê de destmizek nedaye xebatkaran. Wê vê carê jî bi heman awayî be, wê şertên welat esas bên wergirtin û bi awayekî herî guncan bê bi encamkirin." 
 
LÊ HÊLA KARERAN ÇI DIFIKIRE? 
 
Yek ji hêlên ku ji bo destmiza kêmtirîn pêşniyaza xwe berpêş kir Turk-Îş e. Endamê komîsyona heyeta Turk-Îş'ê Nazmî Irgat, ji bo sala 2018'an bi awayekî zelal doza hezar û 893 lîre û 90 qurişî kir. Lê belê dema mirov li encamên peymanên giştî yên kar ên di navbera Turk-Îş'ê, sektorên taybet û nûnerên dewletê de dinihêre, dîsa tenê "şertên welat" li holê dimînin. "Şertên welat" di van rojan de tenê ji bo tespîtkirina destmiza kêmtirîn ne derbasdar e. Di heman demê de ji bo Peymanên Kar ên Giştî (TÎS) jî derbasdar e. 
 
Wek salên borî îsal jî tê payîn ku wê îro saet di 24.00'ê şevê de destmiza kêmtirîn ku dê li gor "şertên welat" bê daxuyandin û tê meraqkirin ku ka ew şertên welat ên nav li wan nehatine kirin çi ne? 
 
MA / Sedat Yilmaz