Gelo dê karibin bi Êrîşa li dijî Efrînê îtirafên Zarrab binixumîne?

img

ENQERE - Rêveberiya AKP'ê vê carê bi belgeyên Manê û doza Zarrab re bi sûcdariya "nelêrêtiyê" ket rojevê û dixwaze balê bikişîne ser hêleke din. Civîna MGK'ê bal kişand ser Efrînê, çavkaniyên Wezareta Karên Derve sinyala PYD'ê da. Senaryoyên der barê pirsgirêka kurd de dîsa di dewrê de ne.

 
Doza Rezza Zarrab a demek dirêj e dihat rawestandin, li bajarê New Yorkê yê DYA'yê dest pê kir û wekî ku li bendê bûn Zarrab bi dozger re hevkarî kir. Heta niha li dadgehê gelek tiştên balkêş anî ziman. Zarrab, roja destpêkê aşkera kir ku wî 50 milyon Euro daye Wezîrê Aboriyê Zafer Çaglayan û roja duyemîn jî got ku "Erdogan û Babacan ji bo Vakifbank û Zîraat Bankasiyê ferman dane min." Her wiha hin agahiyên ku hatin dayîn, rêveberên AKP'ê yên payabilind dide nîşan. Heta niha parêzerê Alîkarê Midurê Giştî yê berê yê Halk Bankasiyê Hakan Atîlla jî dem bi dem di parastinên xwe de, mînak dibêjin ku ne Atîlla, midurê giştî yê berê Suleyman Aslan bertêl girtiye û van tiştan tînin ziman.
 
Di vê pêvajoyê de dê kîjan agahî derkevin holê ev mijareke meraqê ye, îfade û agahiyên ku derdikevin holê, bala hemû cîhanê dikişîne ser Tirkiyeyê. Li gel vê di heman demê de Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu der barê rêveberên AKP'ê de hin belge aşkera kirin. Di van belgeyan de jî bi zelalî tê dîtin ku bi milyon dolaran pere revandine derveyê welat, li Girava Manê şirket vekirine û pere kişandine van şirketan. 
 
MAN JÎ ZÊDETIR DERXISTIN PÊŞ
 
Erdogan, der barê doza Zarrab de ji hêlekê ve dibêje ku "Komplo heye, kumpas heye", ji hêla din ve jî dibêje ku "Me ya rast kir" û bi van gotinan hin tiştan qebûl dike û rayedarên hikumetê yên di vê der barê de bertekên xwe didin nîşan, hewl didin ku bala raya giştî bikişînin aliyekê din. Ji bo vê jî bi taybetî ji bo li ser doza Zarrab bidin girtin, îdiayên ku Kiliçdaroglu avîtin holê, zêdetir tên rojevê û ji Kiliçdaroglu re dibêjin ku "Tuyê hesabê vê bidî" û awiran didinê.
 
RÊYA HERÎ BAŞ PIRSGIRÊKA KURD E!
 
Der û dorên desthilatdariyê, ji bo baldariya di vê der barê de bi aliyekî din ve bikişînin, pêwîstiyê bi tespîteke ku pêwîstiya raya giştî pê heye esas tê girtin. AKP'ê bi taybetî di pêvajoya 7'ê Hezîranê de û piştî wê, wekî ku gelek ders jê derxist, meseleya herî girîng pirsgirêka kurd e. Divê di vî warî de siyaseta şidet û pevçûnê bê pêşxistin û işareta yekemîn a vê jî di Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) de girtin dest. Ji ber ku di vê lêgerîna nû de, divê her beşên li Tirkiyeyê di bin "hêsta xwecihî û neteweyî" de bînin gel hev û "mijarên din bidin ji bîrkirin."
 
HIŞÊ GEL TEV LI HEV DIKIN
 
Di danezana encama civîna MGK'ê ya ku di 28'ê Mijdarê de hat weşandin, ev tişt hat gotin: "Hêmanên Hêzên Çekdarî yên Tirk ji bo gengeşiya li Îdlibê kêm bikin, peywira xwe ya çavdêriyê bi serkeftî dewam dikin, piştî ev peywira xwe di Rojavayê Helebê û nêzî Efrînê anîn cih, dê peywira xwe ya aramî û ewlehiyê bi rasteqîn bîne cih." Piştî ev gotin di medyaya nêzî AKP'ê de bi sernavê "Operasyona li dijî Efrînê" hat weşandin, bala raya giştî vegeriya vî alî. Ji xwe di daxuyaniyê de biryareke wiha cih negirt, lê bi taybetî di lûtkeya li Soçiyê de Tirkiyeyê jî îmzeya xwe avêt binê "Çareseriya siyasî ya li Sûriyeyê" û divê di tev li hevkirina li gelemperiya Sûrieyyê de rol negire, ev jî dide nîşan ku êdî operasyona li dijî Efrînê, li gorî berê gelekî zehmet e. Ruxmê vê jî hema roja piştî vê, wekî ku dê sibê operasyona li dijî Efrînê pêk bê, manşet di vê der barê de hatin avêtin. Her çendî AKP'ê di MGK'ê de biryareke wiha negirtibe jî, dixwaze tengijandina xwe bi rojevên wiha sist bike, hemû xetereyan bide ber çavê xwe û bikeve nav hewldana operasyona li dijî Efrînê. 
 
BENDÊ MAYÎNÊ WEKÎ BIRYARÊ DIGIRIN DEST
 
Li gel vê her çendî li ser lûtkeya Soçiyê re hefte derbas bûn û ruxmê vê jî daxuyaniya Wezareta Karê Hundur a duh der barê Sûriyeyê de da, balê dikişîne. Her çendî Erdogan dema ji Soçiyê vegeriya û ji hevdîtina bi Esad re derî vekirî hişt, çavkaniyên Wezareta Karên Hundur aşkera dikin ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê divê rola rejîmê li ber çavan bê girtin. Dîsa ji bo çareseriyê tê payîn ku Kongreya Diyalogê ya Neteweyî bê lidarxistin û divê kurd jî tê de cih bigirin. Erdogan li Soçiyê dubare anî ziman ku divê kurdên wekî PYD'ê di kongreyê de cih negirin. Wezareta Karê Hundur, di îfadeyên xwe de bendewariyên xwe jî parvekirin û got ku "Divê di civînê de kurdên Sûriyeyê hebin, lê divê rêxistinên terorê cih negirin." Ev peyva wekî ku bi biryarekî hatiye girtin û di manşetan de "Dê PYD di kongreyê de cih bigire" derbas bû. Bersiva pirsa "Ne cejin û ne seyran e, ev daxuyanî çima hat dayîn" û daxwazeke aşîkar a Tirkiyeyê wekî nûçeya lezgîn di rojevê de cih girt û wekî ku dê PYD di lûtkeyê de cih negire, wekî ku "serkeftin" bi dest xistine di manşetan de hat parvekirin.
 
Hem di MGK'ê û hem jî di daxuyaniyên ku çavkaniyên Wezareta Karên Hundur dane, dixwazin li ser meseleya kurd polîtîkaya gengeşiyê derxin pêş û her çendî di her du daxuyaniyan de ev xisûs tune ne jî wekî ku biryarên hatine girtin, dixwazin derxin pêş û bala ku li ser dozên Zarrab û Girava Manê ne, bikişînin aliyekî din.