Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî: Em şer naxwazin heke pêk were jî em ê li ber xwe bidin

img

GIRÊ SPÎ – Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Mihemed Hecî Mehmûd diyar kir ku ew şer naxwazin û dê destûr nedin hilweşandina bajêr û got: “Heke Tirkiye vê yekê tune bihesibîne û êrîş bike wê berxwedanek dîrokî bê nîşandan. Em ê bi hemû hêza xwe şer bikin.”

Bertekên li dijî operasyonek muhtemel a Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê li cîhanê berbelav dibe. Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel rabûn ser pêya û dest bi çalakiyên parastina axa xwe kirin. Tirkiye hêza eskerî û komên dîndar sewqî ser xeta sînor dike. Li dijî vê yekê jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî lez dan xebatên parastinê. 
 
HEMÛ HÊZAN DEST BI TEVGERÊ KIR 
 
Tê gotin Tirkiye û Amerîka li dijî şerê herêmê li hev kiriye. Eskerên Amerîka ji ser xeta sînor vekişiyan û Tirkiye amadekariyê êrîşê dike. Li gel vê yekê hêzên wek Rejîma Sûriyê, Rûsya û Îranê jî dest bi tevgerê kirin û rola xwe dileyîzin. Hêzên rejîma Sûriyê hêzên xwe veguhestin derdora Minbic û Dêra Zorê. Di heman demê de DAIŞ’î jî ketin tevgerê û duh bi şev li Reqayê êrîş pêk anîn. 
 
HERÊM DI ÎKAZÊ DE YE 
 
Rageşî li herêmê derketiye asta herî jor û QSD û TSK li hember hev di îkazê de ne. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojihlatê Sûriyê banga berxwedan û seferberiyê kir û li ser sînorên Girê Spî û Serêkaniyê û li deverên din dest bi çalakiyên nobetê kirin û konan vedan. Her roj bi sedan welatî diherikin konan. Li gel kurdan pêkhateyên pergala Rojava suryanî, ermen, tirkmen û nûnerên siyasî yên gelan jî li dijî êrîşên Tirkiyeyê li ser sînor di çalakiyê de ne. 
 
‘EM Ê XWE BIPARÊZ IN’ 
 
Tirkiye herî zêde berê xwe daye Girê Spî û betir li vê herêmê tevger heye. Girê Spî dema ji destê DAIŞ’ê hat rizgarkirin şûn ve rêya navbera kantonên Kobanê û Cizîrê temîn dike. Bi piranî ereb li Girê Spî dijîn û ji aliyê rêveberiyek hevpar ve tê birêvebirin. Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî parastina bajêr pêk tîne. 
 
Berdevkê Meclîsa Leşkerî Mihemed Hecî Mehmûd têkildarî geşedanên dawî de ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku ew ê li dijî êrîşan axa xwe û sînorên xwe biparêz in.
  
PÊVAJOYEK DIN DEST PÊK IR 
 
Mehmûd bi bîr xist ku di rojên dawî de geşedanên girîng diqewimin û wiha got: “Hêzên navdewletî di navbera me û Tirkiyê de cih girtin. Rola xwe leyîstin. Ji bo mekanîzmaya ewlehiya sînor dewriyeyên xwe pêk anîn. Hêzên navdewletî vê dewriyê bi her dua liyan re pêk anîn. Ev rewş bi daxuyaniya Koşka Spî guherî. Li ser vê daxuyaniyê hevpeymaniya nadewletî hêzên xwe ji sînorên Girê Spî û Serêkaniyê vekişand. Pêwîstiyên peymana hatibûn kirin jî bicih nehatin. Ji bo herêmê pêvajoyek din dest pê kir.” 
 
‘EM JI BO PARASTINA GELÊ XWE AMADE NE’ 
 
Mehmûd bi bîr xist ku wan beriya niha bi 5 salan Girê Spî ji destê DAIŞ’ê rizgar kirine û wiha domand: “8 sal in em di nava şerek giran de ne. Me ji nûve dest bi avakirina bajar û axa xwe kir. Em di pêvajoyek wiha de şer naxwazin û em ê destûrê nedin dewleta Tirk bajarên me hilweşîne. Em ê di çarçoveya peymana mekanîzmaya ewlehiya sînor de nehêlin bajarê me hilweşe. Eger Tirkiye vê yekê tune bihesibîne û êrîşî me bike em ê berxwedanek dîrokî nîşan bidin. Em amade ne ku gelên xwe biparêz in. Em zarokên vê axê ne. Çawa berê me li cem gelê xwe cih girt, em ê vê carê jî heman tiştî bikin. Em ê bi hemû hêza xwe li dijî tirkan şer bikin.” 
 
‘DÊ DAIŞ BIKEVE TEVGERÊ’ 
 
Mehmûd destnîşan kir ku bi operasyonek muhtemel re ku şer dest pê bike dê hebûna DAIŞ’iyên di hucreyên Bakur û Rojhialtê Sûriyê de ne bikeve astek krîtîk û dê ev hucre carek din bikevin pozîsyona êrîşan. Mehmûd anî ziman ku di nava rageşî û şerek mezin de ew nizanin dê çi bikin ji DAIŞ’iyan û wê ev DAIŞ’î hem ji bo Sûriyê û hem ji bo dinyayê tehdîtek mezin bi xwe re bîne. 
 
MA / Nazim Daştan