Holmes: Konferansa Sûriye ya Beyî Kurd serkeftinê nîne

img
STENBOL - Konfernas CHP'ê ya "Li Sûriyeyê Deriyê li Aştiyê Vedibe" ku Kurd dawet nekirin, ji xeta polîtikayên AKP'ê cuda nîne. Ji zanîngeha Harvardê Doç. Amy Austin Holmes, diyar kir ku divê êdî QSD tev li niqaşên çareseriyê yên navneteweyî bê kirin û pêwiste êdî Tirkiye dest ji gefxwarina li QSD’ê berde. 
 
Partiya Gel a Komarê (CHP) duh Konferansa bi navê "Li Sûriyeyê Deriyê li Aştiyê Vedibe" li Stenbolê li dar xist. Gelek nasnameyên cuda yên Neteweyî tev li Konferansa Sûriye ya Navneteweyî bûn. Her çend rayedarên CHP'ê diyar kirin ku armanca Konferansê şertên aştiyê yên li Sûriyeyê ava bikin û ji nûve Sûriye pêş bixin jî lê tişta herî balkêş nebûna Kurdan a di konferansê de bû. Kurdên ku îro li Sûriye bûne hêzek mezin û ji sedî 35’ê Sûriye di kontrola wan de ye nehatin vexwendin. Li aliyê din Serşêwirmendê Beşşar Esad Cîgirê Wezîre Enformasyonê Khalaf El Maftah dawetî konferansê kirin. Dîsa nûnerên Rusya, DYA, Îran, Irak, Yekîtiya Ewropa û gelek welatên din dawetî konferansê kirin. Lê Tirkiye destûr neda hatina Meftah û Meftah tev li konferansê nebû. CHP'ê nûnerên Kurdan jî dawetî konferansê nekir. Di konferansa bêyî kurd de li çareseriyê geriyan. 
 
SOCÎ Û ASTANA NEBÛ ÇARESERΠ
 
Ji Deklerasyona Tirkiye ya Yekitiya Ewropayê Steven De Wilde tev li konferansê bû û wiha got: "Yekîtiya Ewropa heta niha ji bo Sûriyeyê gelek pere eşandiye. Butçeya ku Yekîtiya Ewropayê heta niha ji bo Sûriyeyê veqetandiye, ji sedî 97 tev seferber kirine. Bi ve butçeyê alîkarî dane Tirkiye û welatên cîran. Pêvajoya Astana ve Soçî nebû çarserî. Welatên tev li Astan û Soçî bûn, diviya bû ji bo çareseriyê bang li Şamê jî kiribûna. 
 
‘SÛRIYE BÛ EZMÛN' 
 
Pisporê têkiliyên Tirkiye û Rûsya yê ji Rûsya tev li konferansê bû Nivîskar Ivan Starodubtsev jî, anî ziman ku Sûriye ji bo hemû welatên cîhanê bûye êzmûn û wiha got: "Li Sûriyeyê 8 salin şer heye. Di vî şerî de gelek bedel hatin dayîn. Ev ne serkeftinek e. Ji sala 2011’an heta 2017’an ji bo şerê li Sûriye tu gavên çareseriyê nehatine avêtin. Ji ber  gavên nehatin avêtin Rûsya tev li şer bû. Êdî pêdivî bi aştiyê heye. Rusya hewl dide ku bê navber Astana mezin bike."
 
‘IRAQÎ XWEDÎ AGAHÎ NE KU TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE DAIŞ'Ê 
 
Hîndekarê Zanîngeha Suleymaniye Amerikan a Iraqê Akeel Abbas jî diyar kir ku tu Iraqî piştgiriyê nadin rejîma Sûriye û wiha got: "Gelê Iraqê baş dizanin ku jiyana bi Rejîma Sûriye re tiştekî çawa ye. Pêst nake kes qala rejîma Baas ji gelê Iraqê re bike. Gelek komên ku li dijî Iranê şer dikin li Sûriyeyê hene. Gelek Iraqî xwedî agahî ne ku Tirkiye piştgiriyê dide DAIŞ'ê." 
 
‘DIVÊ QSD'Ê TEV LI ÇARESIYÊ BIKIN'
 
Ji zanîngeha Harvardê a DYA'yê Doç. Amy Austin Holmes jî, diyar kir ku divê êdî QSD tev li niqaşên çareseriyê yên navneteweyî bê kirin û pêwiste êdî Tirkiye dest ji gefxwarina li QSD’ê berde.  Holmes,  anî ziman ji sedî 35'ê axa Sûriyeyê di destê QSD’ê de ye û wiha got: "Bi salan e DAIŞ bûye bela serê gelên Sûriyeyê. Hêj hucreyên razanî hene. Hêj li Iraq û Sûriyeyê êrîşan pêk tînin. Hêj di destê QSD’ê de bi hezaran DAIŞ'î hene. Hem medya DYA û hem jî medya welatên Rojava QSD’ê wekî hêza Kurdan pênase dike. Min demek nêzîk Bakurê Rojhilat ê Sûriye ziyaret kir. Min bi çavê xwe dît ku QSD ne tenê hêza Kurdan e. Di nava hêza QSD'ê de gelek nasname, bawerî û nijad cuda hene. Nêviyê fermandarên QSD'ê Ewropayî ne. Divê QSD êdî tev li çareseriya navneteweyî bike. Divê ev krîz bi rêya aştiyane çareser bibe. 
 
TIRKIYE JI BER POLÎTÎKAYÊN ŞAŞ HER MEH 200 MILYON TL PERE XERÇ DIKE
 
Serokê Berê yê Meclîsê û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê yê berê Hikmet Çetin jî anî ziman ku AKP di polîtîkaya Sûriye de ji destpêkê de gelek şaşî kirin. Niha li Tirkiyeyê 4 milyon penaber hene. Tirkiye ji ber polîtikayên şaş niha her meh 200 milyon TL pere xerç dike. 
 
Gelek beşdarên Konferansê di niqaşan de diyar kirin ku pêwist bû nûnerên Kurdan jî di vê konferansê de amade bûbûna. 
 
MA / Ferhat Çelik