Erdogan li Trump zîvirî!

img
HELEB - Di niqaşên Zîrveya G20'an de rageşiya der barê Îdlibê de bi dawî nebû. Di hevdîtinên 2 kesan ên di Zirveye de tê dîtin ku Enqere berê dîreksiyona xwe li Washingtonê zîvirandiye. Lê naxwaze "kontrola" Mostokva jî ji dest berde. Piştî Trump fotoreya S-400'an li Obama birî tê payin ku pêşkenîn nû derkevin holê. 
 
Li Sûriye şerê 11 salan niha li ser axa Idilbê berdewam dike. Di meha dawî de di navbera alî û komên li Idlibê de şer didome. Herî dawî eskerên Rejîma Sûriye êrîşê eskerên li Klubeyên Çavdêriyê yên Tirkiye ku li Idlibê bi cih kirine kiribûn. Di van êrîşan de eskerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Yekîneyên Tirkiye yên li nokteyên navbera Hama û Îdlib'ê rastî êrîşan hatibûn. Di vê pêvajoya ku li Idlibê şer geş dibe li civîna Zîrveya G20 ya 2019 li Osaka pêk hat. Beriya Zîrveyê DYA û Rûsya li ser mijara Sûriye li bajarê Kudusê yê Îsraîlê li hev kom bûn. Di vê civînê de Tirkiye nîşan da ku wê li gel DYA tev bigere. Rusya jî dixwaze ku di kontrola xwe de bigire. 
 
LI KUDUSÊ ÇI AXIVÎN? 
 
Rûsya û DYA di serî de li Sûriye li tevahiya Rojhilata Navîn asê mane. DYA û Rûsya ji bo karibe xwe ji vê tengasiyê xelas bike, li Kudusê kom bûn. Hêzên di pêşengiya îsrailê de kom bûn, çi niqaş kirin zêde nehat dîtin. Di hevdîtina ewil de hat diyar kirin ku li ser Girên Golanê niqaş kirine. Disa li ser mijara Îdlib û Îranê niqaş meşandine. Di civînê de herdu hêz jî li ser ewlehiya Îsraîlê bûne yek û li hev kirine. DYA û Rûsya ji bo li herêmê hêza Îranê kêm bikin jî li hev kirine. Tê gotin ku ev yek wê bandora xwe li ser geşedanên li Îdlibê jî bike. Ji bo ku DYA û Rûsya li herêmê bêtir serwer be armanc dikin ku hêz û erka Îran û Tirkiye ya li herêmê kêm bikin. 
 
BERIYA ZÎRVEYA OSAKA 
 
Beriya ku Zîrveya G20 2019 Osaka bê li dar xistin, hêzên Rejîma Suriye li herêma Şîr Magar erîşî nokteya 10’emîn a Tirkiye kiribûn. Di êrîşê de hin eskeran jiyana xwe ji dest dabûn û hin esker jî birîndar bûbûn. Tê gotin ku ev êrîş ji aliyê Rûsya ve pêk hatiye. beriya ku Rûsya bi DYA re hevdîtin bike  xwest peyamê bide Tirkiye. Her çend li herêmê li hin cihan şer rawestiya be jî şerê di navbera hêzên girêdayî Rejîma Sûriye û hêzên grêdayî Rejîma Tirkiye didome. 
 
TIRKIYE BERÊ XWE DA DYA 
 
Di Zîrveya Osaka Serokomarê AKP’î yê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan, hem bi Serokê DYA Donald Trump re kû hem jî bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re hevdîtin kir. Her çend hevdîtin kirin jî li pêş kamerayan hevdîtn nekirin. Lê hat dîtin ku Erdogan bi temamî berê xwe daye Trump û li Trump zîviriye. Di van dîmenan de tê dîtin ku Erdogan dixwaze bêtir xwe nêzîkî DYA nîşan bide. 
 
RUSYA Û S-400 
 
Di mijara S-400'an de Trump fatûra li serokê DYA yê berê Barack Obama birî. Her çend Erdogan parast ku wê tiştek neyê kirin jî tê gotin ku di mijara fuzeyên S-400 de wê li rêyek din bigerin. Hin çavkanî destnîşan dikin ku wê dest ji kirîna S-400’an berdin. Di vê mijarê de ger ku Tirkiye dest ji kirînê berde wê Rûsya pereyê Tirkiye paşve nedin wan. Tê payin ku di her kêliyê de têkildarî S-400'an daxuyaniyên nû bê dayîn. 
 
MA / Nazım Daştan