Di operasyona Xakurkê de kî çi dike û armanca wan çi ye?

img

HEWLÊR – Operasyona Xakûrkê ya bi desteka PDK’ê ku Tirkiye pêk tînê ket roja 17’an. Hem hêzên herêmî û hem jî hêzên navnetewî çawa nêzî operasyonê dibin? Armanca Tirkiyeyê û PDK’ê çi ye? Iraq, Îran û DYA çima bêdeng in. Vane agahiyên dawî ku ji herêma operasyonê hatine. 

 
Operasyona “Pençe” ya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ku li dijî herêma Biradost a Herêma Federe ya Kurdistanê di 27’ê gulanê de da destpêkirin bi bombebarankirin û anîna eskeran dewam dike. Di rojên ku operasyona destpê bike de serdana Serokkomarê Iraqê, Serokwezîr û Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê ya Tirkiyeyê, bêdengiya DYA û Îranê, dide nîşandan ku operasyon di encama li hev kirinek navnetewî de pêk tê. 
 
ARMANCA OPERASYONÊ 
 
Her çiqas armanca operasyonê ji bo hilbijartina Stenbolê dixwazin têgihandinê çêbikin bê diyarkirin jî armanca wê ya esasî ew e ku hakîmiyeta xwe ya axa Kerkûk û Musilê ku wek axa Osmaniyan a Tirkiyeyê dibînin bi dest bixin. Ji bi bigîhîjin vê armanca xwe PKK’ê wek astengî dibînin. Her çiqas hedefe wek PKK’ê deynin pêş jî lê rêveberiya herêmî PDK, DYA, hikumeta navendî ya Iraqê û Îran armanca esil a Tirkiyeyê dizanin û tê gotin ku ji bo berjewendiyên xwe yên serdemî bêdeng dimînin. PDK ji bo carek din xwe bixe çavê xelkê herêmê û hakîmiyeta xwe li ser cihên di referandûmê de bi destên Tirkiye û Îranê bi dest bixe û ava bike û ji bo bandora xwe li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê pêk bînin, di operasyonê de bi Tirkiyeyê re hevparî tevdigerin. 
 
SÊ NOKTEYÊN STRATEJÎK 
 
Tirkiye ji bo ku dizane dê li serê nokte û giran bicih nebe, berteka gel jî hesab dike, dixwaze hêzên Barzan ên girêdayî PDK’ê bicih bike. Tê diyarkirin ku ji 27’ê gulanê ve PDK’ê ji du aliyên cuda ve hêzên bi navê Hêzên Barzan ên Taybet ava kirine û fermana amadebûnê dane wan. Tê gotin heman rojê operasyona li dijî Xakûrkê û Çiyayê Şekîf hat destpêkirin, bi terzê Idlibê nokteyên çavdêriyê ava bikin. Tê plankirin ku eskerên tirk li xetên Şeranîş-Geliyê Pizaxa; Çemço-Metîna; Barzan-Mergeso-Çoman hêzên Barzan bicih bikin. Dixwazin kontrola van nokteyên PKK lê bi bandore bixin dest û tevgerê li vir qût bikin. 
 
PDK ÇI DIKE?
 
Tê diyarkirin ku Hêzên Taybet ên Zerevanî ku girêdayî PDK’ê ne û di bin fermandariya Azîz Veysî de ne 600 kesên ji hêzên Pêşmergeyên Roj û Antî Teror pêk tên piştî operasyonê bi du rojan bi ser Balafirgeha Hewlêrê re şandin Balafirgeha Eskerî ya Încîrlîka Edeneyê. Her çiqas bê ragihandin ku dixwazin vê hêzê bi ser herêma Kanîmasî re bişînin Heftanînê û bi cilên eskerên tirk qadê bigirin dest jî, PDK beramberî desteka operasyona Xakûrkê, tê îdakirin ku îhtîmal heye Hêzên Zerevanî yên tevlîhev bişînin Efrînê.
 
Her wiha PDK li herêma Sîdekan jî destekê dide eskerên Tirk. Bi hêzek giran ku çekdar kiriye xetên gundên Kanî Kifir û Bûjanê, Kanîqirêj û Şêxzade bigire. Her wiha ber bi Berbizina û Geliyê Mihaciran ve jî tevgerî heye. Armanca tevgera hêzên PDK’ê ya li vê herêmê ew e ku navbera Xinêrê û Xakûrkê bibire û vê qadê dorpêç bikin. 
 
ARMANCA TIRKIYEYÊ ÇI YE?
 
Tirkiye her tim li Rojhilata Navîn bi xeyala “Axa Osmaniyan” maf îda dike. Ji sala 1994’an ve li herêmê bi ser 20 navendên îstîxbaratê û baregehên eskerî hatin avakirin. Bi destê rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê Hewlêr, Zaxo, Silêmanî, Dihok, Diyana, Batufa, Bamernê, Amêdiyê û Kanîmasî bi ser 20 nokteyên MÎT’a tirk û baregehên eskerî hatin avakirin. Tirkiye dixwaze bi van operasyonan qadên petrolê û Herêma Federe ya Kurdistanê bixe bin kontrola xwe. Tirkiye di vî warî de PKK’ê ji xwe re wek asteng dibîne. Her çiqas hêcetên wek “Têkoşîna bi PKK’ê re û ewlehiya sînor” bê nîşandan jî armanca esasî dixwazin sînorên Osmanî ji nû ve ava bikin. Ji bo nîşanî hêzên herêmî bide ku operasyon ne li dijî wan e, dijberiya PKK’ê bikar tîne. Tê destnîşankirin ku armanca bingehîn a operasyona Xakûrkê ew e “Hakîmiyeta xwe li ser axa Iraqê ava bike.” 
 
GELÊ HERÊMÊ BI BERTEK E 
 
Tevî van hemû îstîxbaratan, baregehên eskerî û û lihevkirinan jî gelê herêmê li dijî operasyonê bertek nîşan dide û dengê wan bilind dibe. Gel van baregehan û operasyonê li herêma xwe naxwaze. Di mehên derbasbûyî de gelê Şeladizê li dijî baregeh û operasyonan serî rakiribû û protesto kiribûn. Berteka Şeladizê îro nîşan dide. Her çiqas rêveberiya herêmê bêdeng bimîne jî di encama plana li van baregehan tê kirin şêniyên herêmê jiyana xwe ji dest didin. Li dijî van pêkanîn û kuştina mirovan rêxistinbûyîna gelê herêmê li pêş dikeve. 
 
MA / Erdogan Altan