Li Idlibê peyama 'operasyona' li dijî Tirkiye: Ji axa Sûriye derkeve

img

IDLÎB - Hêzên Rejîma Sûriye, bi piştgiriya Îran û Rûsyayê li Idlibê operasyonên li dijî noktayên çavdêriyê yên Tirkiyeyê û HTŞ'ê zêde kir. Rejîma Sûriye bi van operasyonan peyama “Ji axa Sûriye derkeve" dide Tirkiye. 

 
Şerê navxweşî yê li Sûriye li Idlibê berdewam dike. Li Idlibê şerê di navberea hêza Rejîma Sûriye û komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan her ku diçe geş dibe. Idlib, di nava 4 herêmên ku di Peymana Astana de Rûsya, Îran û Tirkiye li ser wê, li ser bêpevçûnê li hev kiribûn bû. Rejîma Sûriye ji van çar hereman, Herêma Guta û Kalamun a Şamê, Bakurê Kuneytra û Dera ji komên ku Tirkiye piştgirî dida stend. Niha jî Rusya, li dijî Tirkiye ku li Idlibê wekî "Dagirker" dibine operasyon zêde kirine û dixwaze ji Idlibê derxe. Li Idlibê di demên dawî de pevçûn zêde bûye. Di van peçûnan de nokteyên çavdêriyê yên Tirkiye dikin hedef. Aktorên şerê nava Sûriye DYA û welatên din ên Ewropa, li dijî herêmên din dengê “Bêpevçûnê biparêzin" bilind  dikin. 
 
HTŞ ‘ODEYA OPERASYONÊ AVA KIR' 
 
Hêzên Rejîma Sûriye ku armanca wan Idlib e, li Bakurê Hama û başûrê Idlibê, operasyon dan destpêkirin. Hêzên rejîmê ku di çarçoveya operasyonê de pêş dikevin, li dijî Heyet Tahrir El Şam (HTŞ/El Nusra) û komên din şer dikin. Hêza Rejiîme, zêdeyî dehan gundên li herêmê ji HTŞ’ê rizgar kir. HTŞ ku li dijî hêza Rejîmê zor û zahmetiyê dijî, Odeya Operasyona Hevpar a Fetîh a Şamê ava kir. Li gel komên din di bin beneyekî de hatin cem hev. Bi vê yekê hewl didin li dijî êrîşan xwe biparêzin. 
 
UKC JI EFRÎNÊ ŞANDIN IDLIBÊ
 
Tirkiye hêza bi navê “Eniya Rizgariya Neteweyî" (UKC) ji Efrinê vedikişînin û ji bo hawara HTŞ’ê wan dişînin Idlibê. Van koman di talankirin û wêrankirina Efrînê de rolek mezin stendibûn. Hêzên mîlîs ên Îranê jî alîkariyê didin Hêza Rejima Sûriye. Li aliyê din Rusya jî hem ji bejayî û hem jî ji hewayî piştgiriyê dide Rejîma Sûriye. Rusya, heta niha bi dehan êrîş li qada ku şer lê rû dide pêk anîn. Rusya ku tenê bi êrîşa hewayî nehet ser vê carê yekîneyên xwe jî bi hawara şer şandin. Hêzên girêdayî Rûsya di van êrîşan de çekên giran bikar tîne û ji bejayê de jî piştgiriyê dide rejîma Sûriyeyê. 
 
REJÎM KET SÎNORÊ IDLIBÊ 
 
Şerê di navbera Rejîma Sûriye û HTŞ'ê de didome. Şer li Idlîb û Rojavayê Hebebê, Bakurê Hama, Bakurê Rojhilata Lazkiye belav bûye. Şer herî zêde li Keleha Madik û El Kirkat, Tuveyne, Şeria, El Kerim, Tel Hevvaş, Tel Osman û Kefrenbude pêş ketiye. Rejîma Sûriye gelek herêmên Bakurê Hama bi dest xistin. Rejîma Sûriye li ser vêxetê derbasî Idibê bû. Welatiyên Idlibê jî piştî şer geş bû, bajarê Idlibê terk dikin. Welatî koçberî sinorê nêzî Tirkiye dikin. Heta niha bi hezaran welatiyên Idlibê cih û warên xwe terk kirin. Koçberiya welatiyên Idlibê berdewam dike. 
 
RUSYA: LI GORÎ PEYMANÊ TEV BIGERIN
 
Bajarê Idlibê heta niha hem di melê eskerî û hem jî di milê siyasî de gelek caran hat rojevê. Heri dawî di peymana Soçî de li Idlibê "Herêma bê çek" îlan kiribûn. Li Soçî Tirkiye û Rûsya li hev kirin û biryar dan ku herêma ji 15-20 kilometreyan pêk tê, ji komên selefî bên paqijkirin. Lê Tirkiye li gorî biryarê tev negeriya û ev herêm ji selefiyan paqij nekir. kozikên HTŞ'ê bêtir xurt kir. Rusya û Sûriye bi dehan caran peyam dan, lê Tirkiye gav neavêt. Rûsya herî dawî peyam da ku biryar neyê cih wê şer dijwartir bibe. 
 
ÊRÎŞÎ NOKTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN TSK'Ê KIRIN
 
Bajarê Idlibê ku cîranê Halep, Hama û Lazkiye ye, di heman demê de cîranê Tirkiye ye jî. Ji bo rê li pêş şer bigirin Tirkiye 12 nokteyên çavdêriyê yên eskerî ava kiriye. Pişti şer geş bû, bandora xwe li ser van nokteyan jî kir û nokteyên çavdêriyê yên TSK'ê jî bûn hedefa êrîşa rejîma Sûriyeyê. 
 
MA / Nazim Daştan