Ji peymana Idlibê re 48 saet man
200 fermandarên li dijî peymanê derketin hatin kuştin

img
IDLÎB - Tirkiye heta 15'ê cotmehê dem da komên çekdar ku ji Idlibê vekişin. Ji dema hat diyar kirin re 48 saetên dawî man. Tê diyar kirin ku 200 kesên asta jor ên vekişandina ji Idlîbe red kirin hatin kuştin. Serokê AKP'ê û Serokomar Erdogan jî piştî planên wan pêk nehatin ji bo rojevê biguhere Minbicê dike rojev. 
 
Li Sûriye 8 salin şerê navxeşî didome. Niha piraniya şer li ser Idlîbê kom dibe. Tirkiye, Îran û Rûsya li ser Idlibê bazarê dikin. Rûsya û Îran dixwazin komên çekdar ên li Idlibê, bajarê Idlibê vala bikin. Tirkiye jî garandî da wan ku heta 15'ê Cotmehê vala bikin û wan bişînin herêma ewlehiyê. Lê piştî planên Tirkiye yên malê û sûrê li hev derneket niha rojevê diguherîne û Minbicê û Rojhilata Bakurê Sûriye dike rojev. Herî dawî li Soçiyê Serokê Rusya Vilademir Putin û Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan hatin cem hev û peyman îmze kirin. Li gorî peymana "Herêma bê çek" îlan kirin û Tirkiye plan kir ku komên çekdar wan bê çek bikin û bikişînin herêma bê çek. Ji bo peymanê 2 roj man. Tê diyar kirin ku DYA, bi berdana rahîbê DYA'yî Andrew Craig Brunson û ket nava hewldanên lihevkirinên nû. 
 
BRUNSON Û ABORΠ
 
Berdana Brunson hem bi siyaseta navxweşî ve hem jî bi siyaseta li Sûriye ve girê didin. Brunson wekî hinceta rageşiya di nava têkiliyan de tê nîşandan. DYA ji bo Brûnson bê berdan ambargoya aborî u siyasî danûbû ser Tirkiyeyê. 
Dema şertên berdana Brunson dan pêş xwe dolar li hemberî tl pir zêde bû û krîza aborî bêtir kûr bû. Di vê pêvajoyê de DYA bêtir tev li pêvajoya Idlîbê bû. Tê dîtin ku planên DYA yên li ser aboriyê encam distîne. Tê diyar kirin ku piştî Tirkiye Brunson berda, li Idlîbê hat ser xeta DYA. Bi vî rengî DYA ku xwest tev li Idbilê bibe, bû rûyê di navbera Tirkiye û Rûsya yê nayê dîtin de. Li şûna krîza Idbilê bi lez bê çareserkirin formulek navberê hatye dîtin. Tê diyar kirin ku ev formul pêk bê DYA û Rûsya li hevdû dikin. Hat diyar kirin ku bi piştgiriya Tirkiyeyê koma Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) ku navê wê yê berê El Nusra bû, li dijî peymanê li kozikan bi cih dibin û sewqîyata leşkerî zêde dikin.
 
TEVGERA DI NAVA DYA, RÛSYA Û TIRKIYE DE
 
Tirkiye ku li qadê her diçe lawaz dibe, ji bo dîsa xwe bi hêz bike dîsa mijara Minbic û Bakurê Rojhilatê Sûriye tîne rojevê. Hem rayedar û hem jî rojnameyên Yenî Akit û Yeni Şafak ku pêşkêşiyê dikin diyar dikin ku dê li herêmê operasyonê pêk bînin û nûçeyan serwîs dikin. Herî dawî Erdogan gotibû dê li dijî Minbicê operasyonê pêk bînin û parastibû ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bibin. Derdorên cuda diyar dikin ku ji ber planên Tirkiye û Erdogan ên li ser Idlibê pêk nehat Minbicê dîsa dike rojev. Ger ku komên çekdar di nava 2 rojên dawî de ji Idlibe venekişin, dê operasyon pêk bê. Ji ber vê yekê Tirkiye Minbiçê dike rojev. Tê zanîn ku DYA û Rûsya  Tirkiye arasteyî Minbicê dikin. 
 
KESÊN LI DIJÎ PEYMANÊ DERDIKEVIN TÊN BÊTESÎRKIRIN 
 
Hat diyar kirin ku Rûsya zextan li Tirkiye dike ku komên selefî ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, ji herêmê derxin û komên çekdar li dijî peymana Tirkiye û Rûsya derdikevin û naxwazin ji herêmê derkevin. Li ser peymana Tirkiye û Rûsya Teşkilata Îstîxbarata Neteweyî (MİT) ku xwest koman ji wir dexin, tê diyar kirin ku 200 endamên HTŞ'ê yê ku fermandarên koma selefî yên payebilind in, ji ber li dijî fermanê derketine hatine kuştin. Tê diyar kirin ku ji ber nakokî û geşedanên li Idlibê pêş dikevin ser wan bigirin ji nûve Minbicê dikin rojev. 
 
 
MA / Nazım Daştan