Tirkiye ji daxuyaniya Trump dê bi bandor bibe

img
ENQERE – Heke daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ‘Welatê bi Îranê re bazirganiyê bike dê nikaribe bi Amerîkayê re bike’ pêk were dê Tirkiye jê bi bandor bibe. Di navbera Tirkiye û Îranê de bi qasî 11 milyon dolarî bazirganî tê kirin û Îran di mijara gaza sirûştê de diyarker e.
 
Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî destpêkirina danekirinên li ser Îranê, peyama ‘Welatê bi Îranê re bazirganiyê bike dê nikaribe bi Amerîkayê re bike’ weşand. Heke van gotinên Trump pêk werin dê gelek welatên herêmê jê bi bandor bibin. Ji ber ku li Astana û Soçiyê polîtîkayê herêmê bi Îranê re dimeşîne û bazirganiya xwe ya bi Îranê, welatê ku herî zêde ji van gotinên Trump bi bandor bibe, dê Tirkiye be. 
 
Tirkiye niha bi Îranê re bi qasî 11 milyon dolarî bazirganî dike. Di vê bazirganiyê de li gel serkebûna kirîna petrol û gaza sirûştê her wiha berhemên mîna zêr, profîla pola, lewha lîf û pîşekariya otomotîvê jî hene. Sala borî Tirkiyeyê 53 milyon metre kûp gaza sirûştê îthal kir û ji sedî 19’yê vê gazê ji Îranê dabîn kir. Îran bi 9.2 metre kûp di îthalkirina gaza sirûştê ya Tirkiyeyê de di rêza duyemîn de ye.
 
BAZIRGANIYA DERVA
 
Li gorî daneyên Saziya Statîkê ya Tirkiyeyê ji 2007’an heta 2017’an qebara bazirganiya di navbera Tirkiye û Îranê de wiha ye; Di 2007’an de bi 8.056 milyar Dolarî, di 2008’an de bi 10.299 milyar Dolarî, di 2009’an de bi 5.430 milyar Dolarî, di 2010’an de bi 10.689 milyar Dolarî, di 2011’an de bi 16.051 milyar Dolarî, di 2012’an de bi 21.886 milyar Dolarî, di 2013’an de bi 14.575 milyar Dolarî, di 2014’an de bi 13.719 milyar Dolarî, di 2015’an de bi 9.760 milyar Dolarî, di 20016’an de bi 9.661 milyar Dolarî û di 2015’an de bi 10,752 milyar milyar Dolarî pêk hat. 
 
Di 6 mehên destpêkê yên salê de di navbera Tirkiye û Îranê  de bi qasî 313 milyar Dolarî îhracat û bi qasî 3.810 milyar Dolarî jî îthalat hatiye kirin. 
 
PIŞTGIRIYA TURÎZMÊ DIDE
 
Di 2017’an de di navbera serokkomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî de hevdîtin hatibûn kirin û biryar dabûn ku bi Dolar bazirganiyê nekin û deriyên gumrikê 24 saet vekirî bin hiştin. Her wiha bazirganiyeke bi qasî 30 hezar Dolarî dabûn pêşiya xwe. 
 
Li aliyê din di navbera Tirkiye û Îranê de mekanîzmayên wek Komîsyona Aboriya Tevlihev (KEK) Û Konseya Kar a Tirkiye û Îranê jî hene.
 
Dîsa Îran salê hezar û 500 milyon welatiyên xwe dijîne Tirkiyeyê û di hêla turîzmê de piştgiriya aborî dide Tirkiyeyê. 
 
AKP Jİ DANEKIRINAN ACIZ E
 
Erdogan di 25’ê tîrmehê de têkildarî helwesta Tirkiyeyê ya ji bo danekirinên Amerîkayê yên li dijî Îranê ev tişt gotibûn: “Çawa ku Amerîka ji bo me hevkarekî stratejîk e, birindina têkiliyên me yên bi hevkarên me yên stratejîk ên din re berovajiyê serxwebûna me ye. Dê hem bibe cîranê me û hem jî hevkariya me ya stratejîk hebe. Em berhemên wisa ji wan dikirin ku em van berheman nekirin dê zivistanê kî/ê welatê min germ bike. Di heman demê de li gorî esasê kar bike kar bike gelek geşedanên girîng hene. Em ê van bikin kuderê. Gihandina vana ya ji cihên cuda dê me xemgîn dike. Heta niha serok sekneke baş nîşan daye. Şandeyên ku hatine nêrînên me girtine. Ez hêvî dikin ku pêngavên şaş neyên avêtin.”
 
MA / Denîz Nazlim