Gelê Amedê peyamek çawa da?

img

AMED – Li Amedê bi sed hezaran kes herikî mitînga HDP’ê ya li Qada Stasyonê û bêdengiya xwe xera kir. Gel hêrs û helwesta xwe ya li dijî polîtîkaya şer a 3 salan danî holê û bersiv da gotinên “Pirgirêka kurd tune ye” ya Erdogan. 

 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Qada Stasyonê bi beşdariya sed hezaran kes “Mitînga Mezin a Amedê” li dar xist. Ev mitîng bû yekemîn mitînga girseyî ya piştî mitînga 5’ê Hezîrana 2015’an. DAIŞ’ê di 5’ê Hezîranê de li dijî mitîngê teqîn pêk anî bû û 5 kes hatibûn kuştin û zêdeyî 400 welatî jî birîndar bûbûn. Piştî wê teqînê carek din Qada Stasyonê şahidî û malovaniyê ji sed hezaran kir û dîrok nivîsand. Bi sed hezaran daxwazên xwe qîr kirin. 
 
Ji pêvajoya 5’ê Hezîrana 2015’an a ku teqîn di mitîngê de pêk hat û heta mitînga HDP’ê ya 20’ê Hezîranê pêvajoyek dijwar rû da bi dehan komkujî pêk hatin, talan, şewitandin, hilweşandin û zext zêde bûn.  Piştî qedexe û hilweşnadinê li herêmê pêk hatin û bi ser vê de jî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an jî têkildarî kurdan çi hebû ji holê rabû. Ji hevserokên giştî yên HDP’ê û wekîlên wan bigire, heta tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên DBP’ê qedexeyên li ser bajra û taxan berdewam kir. Piştî hewldana 15'ê Heziran OHAL hat îlankirin. zext li ser zextan zêde kirin. Di vê pêvajoya OHAL'ê de Hevserokên HDP'ê yên berê Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag hatin ji bîr kirin. 12 wekîl hatin girtin. Qeyûm tayînî şaredariyên DBP’ê kirin. Li dijî siyastemedarên kurd operasyon pêk hatin. Bi KHK'Yan bi sed hezaran karker û karmend hatin dûrxistin. Piştî qeyûm tayinî şaredariyan hatin kirin, navê gelek cihan hatin guhertin, gelek saziyên ku ji bo xizmeta mafê kurdan hatin vekirin yek bi yek hatin girtin.
 
Dîsa di xebatên hilbijartinan de li dijî endam û rêveberên HDP'ê êrîş pêk hatin. Serokomar Erdogan di mîtînga xwe ya 3'ê Hezîranê ya li Amedê de Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş wekî "Terroîst" bi nav kir û got “Pirsgirêka kurd tune" bi perasyonên li dijî Kerkuk, Efrîn, Minbiç û Qendîlê gef li kurdan xwar. 
 
Li gel hemû zext û tindiya li ser gel, bi sed hezaran gelê Amedê tevî tundiya OHAL'ê û astengiyan herikîn qada Îstasyonê. Bû lehiyê û qada Îstasyonê ku 3 sal berê komkujî lê pêk hatibû tip tije kir. Çar rêyên ku ji Rezan, Ofîs, Sûrê tên Amedê tije kir û cih nema. Ji her malekê herî kêm kesek amade bû. Beriya ku mîtîgn dest pê bike qada mîtîngê tije bû. Tevî astengiyên li qada mîtîngê dîsa girsê astengiyên li pêş xwe nas nekirin û derbasî qadê bûn. Gelê ku ketin qada mîtîngê li dijî polîtîkayên înkar, îmha, qedexe, kuştin û binçavkirinan helwesta xwe nîşan da. 
 
SED HEZARAN TECRÎDA LI SER RÊBERÊ PKK'Ê ABDULLAH OCALAN ŞERMEZAR KIR
 
Piştî mîtinga mezin a 5'ê Hezîrana 2015'an yekem car bi sed hezaran kom bû û helwesa xwe û peyama xwe zelal da hikûmet û îktîdarê. Bi sed hezaran tecrida li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kir û xwest tecrîd bi dawî bibe. Polîtîkayên tundî, înkar, zext û şer ên AKP’ê yên ku li herêmê pêş dikevin şermezar kirin. Bersîv da gotina Erdogan a “Pirsgirêka kurt tune". Gelêkurd li vir nîşan da ku ew alîgirê aştî, arami, hestiyariyêne. Piştî zextên 3 salan ên li ser gel tê meşandin li qada Îstasyonê anî ziman. 
 
GEL BÊDENGÎ XERA KIR
 
Gelê Amedê ku 3 salin bêdengiya xwe xera dike, nîşan da ku her çend bêdeng be jî helwesta wî nayê guheritn û tu carî zext û tundiyê qebûl nake. Dîsa helwesta xwe ya 24'ê Nezîranê ji niha de diyar kir û bersîv da Erdogan û îktîdarê. 
 
 
Namzetê HDP'ê yê Amedê û nûnerê Rêxistinên Civkakî yê Amedê Selçuk Mızraklı, diyar kir ku gelê Amedê li qada Îstasyonê bersîv daye polîtîkayên Şer û OHAL'ê û bi awayekî aşkere helwesta xwe ya 24'ê Hezîranê ji niha de diyar kiriye. Mizrakli, da zanîn ku gel ji polîtîkayên AKP’ê yên şer re carek din gotiye Na. 
 
Mizrakli, destnîşan kir ku gel li qada Îstasyonê peyamek pir zelam da û AKP li Amedê kiriye partiya tamelayan. 
 
MA / Ozgur Paksoy