Manşetên 'reviyan' û mikurhatin

img

ENQERE - Efrîna ku ji hewa û bejahiyê ve du mehan hat bombebarankirin, ji bo zêde sivîl nemirin hat valakirin. Lê belê ev çend roj e çapemeniya AKP'ê manşetên wekî "Reviyan" çê dikin. Îtirafkariya ku ev manşet di xwe de dihebînin li hêlekê, lê belê eger rastiya vê yekê zanibin wê ji fediya nikaribin serê xwe rabikin. 

Bi artêşa duyemîn a NATO'yê, bi destek rûsya, NATO, hin welatên Ewropayê û destekeke gelekî mezin a navnetewî, piştî 60 rojan şûn de Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û OSO ketin navçeyeke biçûk. Lê belê AKP vê yekê wekî "serketina şer a herî mezin a sedsalê" nîşan dide. Bi rojan e ev yek di manşetên rojnmaeyan û ekranên televîzyonan de jî xwe dide der. Wisa dixuyê wê ev yek, bi awayekî mubalexeyî heta demeke din jî berdewam bike. 
 
MANŞETÊN REVIYAN 
 
Lê belê, argumanên ku ji bo vê atmosfera piroleyî tên bikaranîn; mikurhatinên girîng di xwe de dihebînin. Her wiha ji xeynî çapemeniya AKP'ê, çapemeniya netewparêz ên wekî Aydinlik, Sozcu jî vê yekê wekî atmosfereke "cejnê" didin der. Çend roj e ev rojname valakirina bajêr ku ji bo "hîn zêdetir sivîl nemirin" hat valakirin, bi manşetên wekî "reviyan" didin. 
 
Osmaniyên ku polîtîkayeke emperyalîst disepandin û gelek bajar, împaratorê fetih kirin û heta deriyên Viyanayê çûn, ji sedsala 14'an dawiya împaratoriyê ji 50 zêdetir bajar winda kirin. Tevî van windahiyên giran gelek "paşdevekişîn" jî pêk hatin, heta ku Osmanî vekişiyan Anatolyayê û li vir asê man. Mînak; Dewleta Osmanî û Rûs di Tebaxa 1770'yî de pev dikevin. Ev Cenga Deşta Kartalê ji bo Osmaniyan tam bobelat e. Tevî desteka Xanedaniya Qirimê ku hêzeke 40 hezarî şand, Osmanî bi Artêşeke 100 hezarî, di 8 saetan de li hemberî Osmaniyan têk çûn. Bi vê têkçûyînê re serweriya Behra Reş jî ji dest Osmaniyan ve diçe. Her wiha di 22'yê Hezîrana 1593'yan de li Çemê Kûlpayê Xirvat û Somanî şer dikin. Osmanî li vir bi awayekî giran têk diçin. Hêza Osmaniyan ku ji 20 hezar leşkerî pêk dihat li hemberî hêza Xirvatan ku ji 5 hezar leşkerî pêk dihat têk çû û ev yek di dîrokê de wekî "Şikestina Kûlpayê" bi cih bû. 
 
Her wiha li gel vê, di dîrokê de gelek mînakên revê yên rasteqîn jî hene. Yek ji vana; reva qewmê Hz. Mûsa ya ji ber Firewn e. Ev reveke gelekî mezin e ku Hz. Mûsa tevî qewmê xwe, xwe li Behra Sor dixin û bi vê yekê re ew mûcîzeya ku tê behskirin pêk tê. Hz. Muhmmed li hemberî çewisandinan tevî mirovên ku jê bawer dikirin ji Mekkê koçî Medîneyê kirin. Li vir Peymana Medîneyê amade kir û dewleta Medîneyê hat avakirin. Di sala 1988'an de dema Seddam li Helepçeyê 5 hezar kurd bi çekên kîmyewî kuştin, kurd ji ber zilma Seddam reviyan û gelek jê li cem kurdên li Tirkiyeyê hêwirîn. 7 sal in şerê li Sûriyeyê didome û ji ber vî şerî bi milyonan mirov neçar man ku ji welatê xwe birevin. 
 
Lê belê, ev rev hemû di heman demê de jî wekî nîşaneya "zilmê" tên qebûlkirin. Erdogan di hin daxuyaniyên xwe yên di dîrokên cuda de ev yek çend caran bi lêv kir. Yek ji van axaftinên Erdogan jî axaftina wi ya 25'ê Adara 2013'an e ku li Reyhanliyê got: "Di dîrokê de ev gel tim ji bo mazlûman bûye ensar. Dema çend serdsal paş de biçin, geh em bûne muhacir, geh jî bûne ensar. Birayên me yên sûriyeyî yên ji ber zilma Esedê Zalim reviyan, ji kêfa xwe nehatine vê derê." 
 
Yanî wekî ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Erdogan jî bi lêv kir ku, reva sivîlan ji ber "zilmê" ye. Ji beriya berê de mirov ji ber xelayê, ji ber erdhejê, ji ber lehiyê, zilm û çewisandinan reviyane. Dema darbeya 12'ê Îlonê pêk hat bi hezaran mirov reviyan derî welat. 
 
Îjar manşetên wekî "Dev ji Efrînê berdan, reviyan" û qunciknivîsên di vî warî de îtirafkariya çewisandin û zilmê ye. Eger kesên ku manşetên wekî "Reviyan" çê dikin, vê yekê îdraq bikin, divê sor bibin û ji ber fediyan nikaribin derkevin nav mirovan. Her wiha manşet û nivîsên di bin sernavên "reviyan" de tên nivîsandin û gotinên wekî "Em efrîniyan azad dikin" bi tu awayî rastiyê di xwe de nahebînin û ev yek nîşan dide ku ka efrînî ji ber felaketeke çawa reviyane.