Kongreya HDP'ê baweriya têkoşînê xurt kir

img

ENQERE - 3'yemîn Kongreya Mezin a HDP'ê bi tevlêbûna deh hezaran pêk hat. Tevî hemû astengiyan, kongre bi coşek mezin bi dawî bû. Di vê kongreyê de hat dîtin ku bi binçavkirin, girtin, zextên li ser HDP'ê HDP xelas nebûye û mezintir bûye. Kongreya HDP'ê ji bo têkoşîna pêşerojê û berpirsiyariyê bawerî û hêvî xurttir kir. 

3'emîn Kongreya Mezin a Asayî ya HDP'ê tevî hemû astengiyan û şertên OHAL'ê bi tevlêbûna deh hezaran li Enqereyê pêk hat. Di kongreyê de bi hezaran bi silogan û daxuyaniyên xwe helwesta xwe ya li dijî şer, li dijî tecrid, zextên li ser girtîgehan, li dijî OHAL-KHK û li dijî înkar û îmhayê anîn ziman. Her çend iktîdara AKP'ê hewaya ku HDP dê nikaribe kongreyê pêk bîne jî bi tevlêbûna zêdetirî 30 hezarî kongre pêk bîne. 
 
Kesên derketin ser dikê jî peyamên ji bo çareseriya demokratîk, li dijî tecrîda li ser Ocalan, diyalog, muzakere, yekitiya gelan, parastina nirşên civakê, bawerî, azadiya jinê, parastina ekolojiyê û anîn ziman. Disa hem bi hezaran kesên tev li kongreyê bûn hem jî di axaftinan de bertekên li dijî şerê li ser Efrînê tê meşandin û hem jî li dijî tecrîda li ser Ocalan tê meşandin anîn ziman. Diyar kirin ku her der Efrîne û xwestin li şûna şer li Efrînê dimeşînin li Îmraliyê diyalog û muzakereyê pêş bixin. Kogreya HDP'ê ji bo pêkhatiyên kongreyê ji nûve bû hêvî û baweriya têkoşîna demokrasiyê. Hevî û bawerî bêtir xurt kirin. 
 
Çapemeniya nêzî AKP'ê ku kongre di rûpelên ewil de dît, gef li pêkhatiyên siyasî yên HDP'ê xwarin. Rojnameya Starê ku cih da kongreya HDP'ê got “Roja ku 12 şehîdên me hatin oxirkirin, li baytextê Tirkiye vê îxanetê êşa dilê gel zêde kiriye" û kongreya HDP'ê kir hedef. Rojnameya Tirkiye bal kişand ser kongreya HDP'ê û got: “Îxaneta herî mezin hat nîşandan". Rojnameya Yenisoz jî kongreya HDP'ê kir hedef û got: “Hedê van xayinan bidin wan" û gef xwar. 
 
DIRÛŞM LI SALONÊ QEDEXE KIRIN
 
Berê jî bi van gef û nîşandana hedefan darazê û polîsan HDP xistibûn navbera xwe. Tevî hemû astengiyên polîs, daraz û gefên hikûmetê duh bi deh hezaran kongre bi coşek mezin pêk hat. Tevî hemû reng, pankart, dowîz qedexe kirin û tevlêbûna kongreyê asteng kirin jî dîsa bi deh hezaran kes beşdarî kongreyê bû. Li salona kongreyê 3 pankartên ku hikûmet û polîz bêzar kirine hebû. Pankartên “Ji şer re na", “Ji yek tîp, yek zilam û OHAL’ê re na" û "Ji tecridê re na" hatin vekirin. Pankartên ku li dijî şer îktîdar bêzar kir. 
 
JI BO EFRÎN Ê MEŞIYAN ENQEREYÊ
 
Tevî hemû astengiyan bi deh hezaran meşiyan Enqere û bi yek dengi gotin "Her der Efrîn her der berxwedan" û li Efrinê xwedî derketin. 30 hezar kesan bi yek dengî bi dirûşmeyên xwe piştgirî dan Efrînê. Ji ber dirûşmeyan rastî mudaxaleya polisan hatin. Ji ber ku bi deh hezaran beşdarî kongreya HDP'ê bûn wekî "Meşa Efrînê ya Enqereyê" bi nav kirin. Ji ber wekî serdema Kobanê nekaribûn bimeşin sînor, vê carê berê xwe dan Enqereyê. 
 
HEZKIRINA JI BO OCALAN
 
Li salonê herî zêde li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwedî derketin. Dîsa piştgiriya gelê kurd êdî di qada navneteweyî de zêde dibe. Heta niha kongre li Enqere pêk dihat, lê yekem car di vê kongreya HDP'ê de heyetên biyanî ji derve hatin û piştgirî dan kongreyê. 
 
HDP LI BERNAMEYA XWE XWEDÎ DERKET
 
HDP, ku bûye wekî partiya gelan, baweriyan û nasnamêyên cuda, dîsa li bernameya xwe ya pir zimanî, pir çandî, pir bawerî û nasnameyan xwedî derket û dîsa îspat kir ku partiya jinê ye û cih dide vîna jinê. Dîsa cih da endamên kurd, tirk, elewî, ermenî, êzîdî, jin, mêr û sosyalîstan. 
 
PAYMAN EM LI CEM GELÊ KURD CIH DIGIRIN
 
Di dîwana kongreyê de elewî, tirk, êzîdî, ermenî, kurt û nasnameyên cuda cih girt. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan ê di dîwana kongreyê de cih girt, rexneyên ku "HDP ji bernameya xwe dûr ketiye" pûç kir. Paylan jî di axaftina xwe de got “Em hemû HDP’î ne. Nasnameyên me rûmeta me ye. Ez bi nasnameya xwe ya Ermeniyê bi rûmet im. Lê em hemû gel bi hevre ne. Ez li cel gelê kurd cih digirim." 
 
BAWERÎ DA BEŞDARAN 
 
Kongreya HDP'ê bi peyam, tevlêbûn û rengên derketin pêş bawerî û heviya têkoşînê zêdetir kir. Her kesên ku bi fikar derbasî salonê bûn, bi kelecan, coş, hevî û baweriyek mezin vegeriyan. 
 
KURKÇU: EZ JI ENCAMA KONGREYÊ GELEK BI HEVÎ ME
 
Parlamenterê HDP'ê yê Îzmirê Ertugrul Kurkçu, der barê kongreyê de got “Kongre gelek serkeftî bû. Ez gelek bi hevî me. Kongre gihişt armanca xwe. Hedefa xwe bilintir kir. Di kongreyê de yekîtî derket. Seknek xurt derket." 
 
‘ME WÊREKÎ DA HEV'
 
Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Garo Paylan jî got "Zêdebûna kesên biyanî yên tev li kongreya HDP'ê bûn elek zêde bû. “Nirxên mirovahiya gerdûnî li vir gihişt hev. Mirovan li vir wêrekî dan hev. Me li vir hêvî, bawerî û werêkî da hev. 
 
MA / Kenan Kirkaya