Şerê Efrinê: Îflasa dîplomatîk û siyaseta mecbûrkirinê!

img

ENQERE - Tirkiye û DYA di hevdîtinên dîplomatîk ên dawî de dest bi siyaseta hevdû derewçîn derxistinê kirine. AKP bi vê dîplomasiya xwe baweriya xwe ya li hemberî girseya xwe winda dike. Rêveberiya AKP'ê bi vê rêbazê hêzên li hemberî xwe teşwikî siyaseta mecbûrkirinê dike. 

Krîz û aloziya di navbera Tirkiye û DYA de her ku diçe kûr dibe. Di qada dîplomasiyê de di demên dawî de dest bi siyaseta hevdû derewçîn derxin kirine. Bi taybetî Tirkiye daxuyaniyên DYA derew derdixe û wekî ku hatibin xapandin nîşan dide. Rêbaz û hunera dîplomasiyê ku “Dewlet di nava xwe de bi riya diyalog û muzakereyan û bi riya aştiyê pirsgirêkan çareser dikin" di demên dawi de di navbera Tirkiye û DYA de bûye rêbaza hîle û derewan. Hemû hevdîtinên dawî yên di navbera Tirkiye û DYA de axaftinên tên kirin piştre tên derewandin. Ev yek bêtir rageşî û nakokiyên di navbera Tirkiye û DYA de kûr dike. Ev rewş ne tenê piştî Efrînê derket holê. Qeyrana dîplomasî ya dinavbera Tirkiye û DYA de demek dirêj e didome. 
 
PIRSGIRÊKAN ÇARESER NAKIN HUNERA MECBÛRKIRINÊ PÊŞ DIXIN'
 
Ev rêbaza ku hev derewçîn derdixin li şûna pirsgirêkan çareser bike bêtir civakê dixapînin û meşiyên gel şolî dikin. Bi vê rêbazê yên hemberî xwe teşwîkî siyaseta mecbûrî dikin. Di salên dawî de gelek mînakên Tirkiye yên di polîtîkaya û dîplomasiya derve de hene. 
Kirîza mezin a Tirkiye di navbera Tirkiye û Îsraîl de pêk hat. Serokê AKP'ê Erdogan li pêş kamera ji rayedarên Îsraîlê re got “Van Minüt” û piştre ev di nava siyaseta hundir de jî belav bû. 
 
Di navbera Tirkiye û rejîma Esad de jî heman krîz rû dan. Rêveberiya AKP'ê ku demekê bi hevre civîna wezîran pêk anîn, piştnî şerê navxewşî yê Sûriye Rêveberiya AKP'ê “Rêveberiya Esad  wekî qatîl, terorist" îlan kir. Dîsa beriya Referanduma 16'ê Nîsanê  Tirkiye bi Almanya û Hollanda re ket nava krîza diplomasiyê. 
 
Di 22'ê Mijdara 2017'an de Serokê Giştî yê AKP'ê Erdogan, piştî hevdîtina Serokê Îranê Ruhani, Serokê Rûsya ûtîn ku Putin malovanî kir, biryarên di zîrveyê de hatin gritin. Putin enrcama hevditinên di navbera wan 3 kesan de aşkere kir. Pûtîn diyar kir ku biryar dane ku di Soçî de Kongreya Gelan a Neteweya Sûriye pêk bînin û dê hemû reng, bawerî û nijadên cuda dê tev li kongreyê bibin. Lê piştî daxuyaniyê Erdogan got "Ne pêkane komên terorê jî di bin vê banê de bên cem hev." û Pûtîn derewand. 
 
Dîsa gelek caran heman mînak di navbera Tirkiye û DYA de dubare bûn. Di mijara Reza Zarrab de Erdogan çû DYA û parazvanên wî êrîşî çalakgeran kir. Dîsa hev derewandin. Di navbera Erdogan û Trump  de dîsa di 24'ê mijdara 2017'an de hevdîtin çêbû û piştre hev derewandin. 
 
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, diyar kir ku Trump di hevditina de gotiye “Dê çekan nede YPG’ê." Pişte Qesra Sipî daxuyanî da û got “Polîtîkaya me ya berê berdewam dike. Der barê operasyona  Rakka ji bo ku DAIŞ paşve vegere Trûmp berê Serokomar Erdogan agahdar kiribû."  
 
Herî dawî di navbera Trump û Erdogan de di 24ê Çile de hevditin pêk hatin. Dîsa daxuyaniyên nakok û hev derewçîn derdixin kirin. 
 
MA / Kenan Kırkaya