Li Sûriyeyê di demeke nêz de aştî û aramî tuneye

img
HELEB – Li Sûriyeyê ku wergeriya qada lîstikê ya hêzên navneteweyî û hêzên paşverû yên herêmî, aştî weke rojeveke dûr tê disekine. Bêyî ku li Eyn Îsa û Îdlîbê çareserî pêk bê, DAIŞ careke din derket holê û êrişê rejîmê kir. 
 
Li Sûriyeyê aktorên navneteweyî û herêmî bi lêgerînên nû ketin sala 2021’an. Di destpêka sala nû de Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayî wê êriş dibin ser Eyn Îsayê, li Qamişlo di navbera asayiş û rejîma Sûriyeyê de gengeşî heye, DAIŞ’ê li gelek deverên Sûriyeyê êriş pêk anîn û ji Cerablûsê heta Îdlîbê liv û tevger heye. Ev jî nîşan didin ku hemû hêz li Sûriyeyê ketine tevgerê. Şer û ûn geşedanên siyasî pêvajoyeke nû nîşan didin. 
 
EYN ÎSA Û TIL TEMIR
 
Êrişên komên paramîlîter ên Tirkiyeyê yên ser Eyn Îsayê careke din têkiliya di navbera Tirkiye-Rûsya û Tirkiye-Amerîkayê anî rojevê. Rûsya bi êrişên Tirkiyeyê dixwaze Eyn Îsa radestî rejîmê bê kirin. Her wiha Rûsya bi vê hewldana xwe dixwaze ku tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikeve bin kontrola rejîmê. Rejîm jî li vê hewldana Rûsyayê xwedî derdikeve. Lê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî vê hewldanê derket û peyama ku Rûsya rola neyne cih dê ji tevahiya Bakur û Ropjhilatê Sûriyeyê bê derxistin da. Ji ber vê Eyn Îsa weke deriyê ketine pêvajoyeke nû tên dîtin û ev rewş xwe li aliyê Til Temirê jî daye der. 
 
QAMIŞLO
 
Rûsya ku bûye sedema bilindbûna gengeşiya heyî ya li herêmê rola xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî zelal pêk nayne. Piştî van êrişan li Qamişlo jî gengeşiya di navbera asayîşa Rêveberiya Xweser û rejîmê de zêde bû. Her dû hêzan jî ewlehiyê derxistin asta herî jor. Gengeşiya li Qamişlo nîşan dide ku wê demeke dirêj ev rewş bidome. Ev nikare ji geşedanên din ên li herêmê xweser bê nirxandin. 
 
TEVGERA DAIŞ’Ê 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi êrişên Tirkiyeyê re careke din tansiyon bilind bû; li Şam, Dêra Zor û Hemayê careke din DAIŞ derket holê û êriş bir ser hêzên rejîmê. Di van êrişan de derbên giran li rejîmê ketin û gelek windayî da. Ji ber ku li Hemayê 20 gundan kir bin kontrola xwe û bi pêş ve çû, Rûsyayê bi balafiran ket dewrê. Ji roja ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve li gundê Baxozê têk çû ve DAIŞ cara yekemîn ewqas herêm kir bin kontrola xwe. Ev hewldanên DAIŞ’ê weke pêngavên hêzên navneteweyî yên li hemberî hev tên xwendin. Tê gotin ku Rûsya û Amerîka bi pêngavên bi vî rengî bersiv didin hev û dixwazin li herêmê hevdû qels bikin. Bi van êrişan re careke din bal çûn ser Sûriyeyê û tê xwestin ku Rûsya bê tengijandin. 
 
JI EL TANF’Ê…
 
Ji ber ku DAIŞ’ê di ser herêma El Tanf’ê ya baregeha leşkerî ya Amerîkayê lê heye de ev êriş pêk anîn, li ser rejîmê bûye sedema bandoreke mezin. Bi vê baregeha xwe Amerîka dikare gelek deveran di bin kontrola xwe de bihêle.  
 
TEVGERA JI BABÊ HEA CERABLÛSÊ
 
Cerablûs, Bab û Ezaz ku weke rojavayê Firatê tên binavkirin jî bi tevger in. Bi taybetî jî li Babê komên paramîlîter ên Tirkiyeyê ber bi Efrînê ve tên şandin. Her çiqas neyê zanîn ku bi çi armancî ev hêz ber bi Efrînê ve tên şandin jî tê gotin ku li ser Babê di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de hin bazar tên kirin. Hin kes vê weke guhertina hêzê hin kes jî weke amadekariyên operasyonên demên pêş bi nav dikin. Sewqiyata Tirkiyeyê ya ber bi Îdlîbê ve didome. Rejîm jî hêzên xwe li derdora Babê bi cih dike. 
 
TIL RIFAT Û HELEB
 
Li Til Rifat û derdora wê komên paramîlîter ên Tirkiyeyê di nav tevgerê de ne û li dijî Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) êrişan pêk tînin. Di êrişên ku TSK tevlî dibe de bombardûmaneke zêde tê kirin. Bi zêdebûna êrişan re Tirkiye, Rûsya û Îran tên hemberî hev. Til Rifat ku weke deriyê Helebê tê dîtin, ji bo Rûsya û Îranê jî girîng e. Ketina hêzên paramîlîter ên Tirkiyeyê ya vê herêmê weke derbasbûna êrişan a Helebê tê şîrovekirin. Rûsya û Îran bi erênî nêzî vê nabin. Ji ber vê di navbera van hêzan de pêvajoyeke bi naqoq û kaos tê jiyîn. 
 
ÎDLÎB
 
Her wiha li Îdlîbê jî Rûsya dixwaze komên ku Heyet Tehrir El Şam'ın (HTŞ) pêşengtiya wan dike ji rêya navneteweyî ya M4’ê û derdora wê bên paqijkirin. Tirkiye hê jî vê daxwazê bi cih naniye. Berovajiyê vê Tirkiye hêzên girêdayî TSK’ê şandiye herêmê û piraniya sewqiyata ku dişîne Îdlîbê dide HTŞ’ê û komên din. Tê payîn ku di rojên pêş de li Îdlîbê liv û tevger zêde bibe.
 
MA / Nazim Daştan