Di bin vekişandina bi dizî ya ji Îdlibê de çi heye?

img

ÎDLÎB – Tirkiye, piştî noqteya xwe ya leşkerî ya Morekê ji noqteya xwe ya leşkerî ya Şîr Magarê jî vekişiya. Komên paramîlîter ku destpêkê li dijî vekişandina Tirkiyeyê derketin, pê re bêdeng bûn. Tê zanîn ku Tirkiye van hêzan li ser hedefên nû motive kiriye. 

Li Îdlîbê ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê lê veguherî krîzeke navneteweyî, di hêla leşkerî ve rojên bi tevger tên jiyîn. Dibe ku dîsa di navbera rejîmê ku ji Rûsyayê piştgirî digire û di serî de HTŞ komên paramîlîter ku ji Tirkiyeyê piştgirî digirin de şer û pevçûn dest pê bikin. Di van rojên ku Tirkiyeyê noqteyên leşkerî yên li Îdlîbê vala dike de Rûsya jî bomberana xwe ya hewayî û bejahî derbasî navenda bajar kir. Vekişîna Tirkiyeyê ya bi dizî, careke din îhtîmala bazarên Rûsyayê yên bi ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de anîn rojevê. 
 
LI ÎDLÎBÊ CIHÊ HÊZAN
 
Li beşeke mezin a bejahiya Îdlîbê û noqteyên sînorên Lazkiye, Heleb û Hemayê yên digihîjin hev hêzên girêdayî Rûsya, Îran û artêşa Sûriyeyê hene. Navenda bajar û derdora wê jî komên ku Heyet Tehrîr El Şam(HTŞ/El Nûsra) serkêşiya wan dike û Tirkiyeyê hene. Komên paramîlîter ên di in kontrola Tirkiyeyê de her roja ku derbas dibe li bajar hêza xwe winda dikin. Hêzên girêdayîn hikûmeta Suriyeyê ku sala borî bajarên mîna Han Şeyhûn, Maret El Nûman û Serakîbê kirin bin kontrola xwe, ji bo deverên nû amadekariyan dikin. Piştî girtina deverên navborî, noqteyên leşkerî yên Tirkiyeyê ku di bin dorpêçê de mabûn, tu fonksiyoneke wan nema. 
 
TIRKIYE HÊZÊN XWE VEDIKIŞÎNE
 
Di çarçoveya Astanayê de bi peymana ku di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de hatibû îmzekirin re ji Îdlîb, Heleb, Hema û heta Lazkiyeyê 29 noqteyên leşkerî hatibûn avakirin. Van noqteyan 12 jê yên Tirkiyeyê, 10 jê yên Rûsyayê û 7 jê jî yên Îranê bûn. Di çarçoveya operasyonên rejîma Sûriyeyê de 8 noqteyên Tirkiyeyê di bin dorpçê de mabûn. Tirkiye destpêkê ji noteya 9’emîn a li Morekê, dû re ji noqteya 10’emîn a Şîr Magarê vekişiya û niha jî amadekarî dike ku ji noqteya 3’emîn a Şêx Aqîlê, noqteya 8’emîn a Sîrmanê û noqteya 7’emîn a Til Toqanê vekişe. 
 
TIRKIYA KU DIKIR CARECAR BÊDENG E!
 
Vekişandina bi dizî ya Tirkiyeyê ya ji Îdlîbê ku di çarçoveya peymanan de pêk tê, bala mirov dikişîne hin aliyên din. Dema peşveçûna rejîma Sûriyeyê, Tirkiye serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Amerîkayê û hêzên ewropî da, herkesî rakir piya û bi penaran gef li Ewropayê dixwar. Vekişandina bi dizî ya Tirkiyeyê careke din îhtîmala peymaneke li dijî kurdan anîn rojevê. Tê diyarkirin ku Tirkiyeyê hêzên paramîlîter ku li Îdlibê têk diçin ji bo girtina hin deverên din motîve dike. Hêzên paramîlîter ku dema valakirina noqteya li Morekê bertekên mezin nîşan dan, niha di bêdengiyeke mezin de ne. Ev jî weke piştrastkirina rewşa li jorê hatiye gotin, tê şîrovekirin. 
 
NÊ BÊ NATO’YÊ YE
 
Tê zanîn ku Tirkiye bêyî NATO’yê nikare ji Îdlîbê vekişe û guhertinên li Îdlîbê bi erêkirina Amerîka, Fransa, Almanya û Îngilistanê pêk tên. Heta niha Tirkiyeyê bi awayekî fermî vekişandina xwe qebûl nekiriye û geşedanên li herêmê nîşanên amadekariyên pêvajoyeke nû ne. Di heman demê de Tirkiye li deverên ku bi cih bûye, hêza xwe zêde dike û hê zêdetir baregehên leşkerî ava dike. 
 
RÛSYA BOMBEBARAN DIKE
 
Tê diyarkirin ku rewşa “bêdeng” ku bi awayekî qismî li Sûriyeyê heye wê bi Îdlîbê xera bibe û şer derbasî hin herêmên din bibe. Aliyên li Îdlîbê li dijî hev mevzi digirin, hêzên xwe zêde dikin. Rûsya; li qamp û baregehên komên mîna HTŞ û Feyleq El Şamê dide. Rûsya bi vê jî bi sînor nema bombebarana xwe kişand navenda Îdlîbê û êrişên xwe yên li dijî komên Tirkiye piştgiriya wan dike didomîne. Li aliyê din tê diyarkirin ku hêzên mîlîs ên Îranê û rejîma Sûriyeyê, amadekarî dikin ku ji Heleb û Şamê hêz bişînin Îdlîbê. 
 
DIBE KU HEVSENGÎ BIGUHERIN
 
Ne tenê Îdlîbê, li tevahiya Sûriyeyê pêvajoyeke ku hevsengî li hewa mane tê yîn. Tê payîn ku di demeke nêzîk de ev rewş biguhere. Tê gotin ku polîtîkayên ku Joe Bîden û ekîba xwe ku hilbijartinên Amerîkayê qezenç kirin bimeşînin jî dê bandor li vê yekê bike. Tê diyarkirin ku hevsengiyên heyî hemû aliyan tengijandine û ji ber vê yekê dê jî nû ve qert bên ceribandin.  
 
MA / Nazim Daştan