Pêşketinek ewilî: Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn

img

STENBOL – Endama Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn Buşra Elî diyar kir ku wan bi avakirina Înîsiyatîfê re tovên têkoşînê çandine û felsefeya Ocalan di têkoşîna jinan de rûpelek nû vekiriye. 

Li Rojhilata Navîn şer û berxwedan didomin. Jinên Rojhilata Navîn jî li dijî her zilmê serî hildidin. Jinên Rojhilata Navîn di 12’ê cotmeha 2020’an de îmze avêtin bin xebatek n3u. Ji Bo Ewlehî û Aştiyê, Li Dijî Dagerkerî û Komkujiyên Jinan Înîsiyatîfa Têkoşînê ava kir. Di Înîsiyatîfa de ji 9 welatên Rojhilata Navîn 11 rêxistinên jinan cih digirin. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî 3 jin di Înîsiyatîfê de cih digirin. Armanca Înîsiyatîfê ew e ku di serî de li Tirkiyê û li welatên din sûcên li ser jinan ên ji aliyê hêzên mêtinger ve tên kirin, belge bikin. 
 
Rêxistin ango saziyên jinan ên di nava Înîsiyatîfê de cih digirin wiha ne: Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Jinên Lubnanê, Komîteya Jinên Partiya Taşnak a Lubnanê, Komîsteya Jinan a Komîteya Jinan a Aştî û Ewlehiya Yekîtiya Tûnûs û Afrîkayê, Komeleya Jinên Iraqê, Baskê Jinan a Partiya Zehmetkêşanê Başûrê Kurdistanê, Meclîsa Sekreteriya Rêxistina Jinan a Nû ya Misrê û Tora Piştevaniya Aştiya Jinan a Lîbyayê. 
 
‘EWIL ZEXT LI JINAN TÊ KIRIN’
 
Seroka Saziya Jinan a Lubnanê û Endama Înîsiyatîfa Jinan a Rojhilata Navîn Buşra Elî behsa têkoşînan jinên li Rojhilata Navîn kir û diyar kir ku ji ber dewlemendiyên ser erd û bin erdê her tim bela û şer li ser Rojhilata Navîn e û ji ber vê jî bi sed salan e şerê qirêj tên birêvebirin û dixwazin bi vî şerî civakan tune bikin. Elî got li erdnîgariya Rojhilata Navîn her rejîm di bin navê olê de zextan li ser jinan dikin û fetwayên xwe li ser jinan didin û her tim li dijî vê berxwedan û raperîn çêbûne û pêşengiya vê jî jinan kiriye. 
 
‘NE BIHARA EREBAN E, BIHARA GELAN E’ 
 
Elî bal kişand ser berxwedana 10 salên dawî yên Rojhilata Navîn a li Rojhilata Navîn û got: “Navê vê berxwedan û raperînê ne ‘Bihara Ereban e.’ Navê vê bihara gelan e. Li welatên Rojhilata Navîn jin pêşengên şoreşan û raperînan dikin. Jinan ji bo gelan, edalet, wekhevî û jiyanek azad îmze avêtin bin gelek berxwedanên mezin. Di 10 salan de jin negihîştin yekîtî û rêxistina hevpar. Divê têkoşîna hev bigire û temam bike. Divê wek bedena mirovan be. Têkoşîna jinan wiha ye. Lê hêj têkoşina me jinên Rojhilata Navîn negihîştiye hevpariyê. Pêwîste em li gorî ruhê pêvajoyê tev bigerin.” 
 
'ŞOREŞA ROJAVA ASTA TÊKOŞÎNÊ BILIND KIR’ 
 
Elî bal kişand ser şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê û got: “Têkoşîn û şoreşa jinan a li Rojavayê Kurdistanê têkoşîna jinên welatên cîran derxistiye asta herî bilind. Berxwedan û têkoşîna li Kobanê hem di têkoşîna jinan de û hem jî di têkoşîna azadiyê de rûpelek nû vekir. Pêwîste em li dijî qirkirin û tevkujiyên jinan hevpar bibin û têkoşîna xwe li dijî zîhniyeta bavaksalar a 5 hezar salî bi ser bixînin. Divê em li dijî êrişan xwe biparêz in û lazim e jin sînoran nas nekin. Êrişên li dijî Efrîn û Şengalê di heman demê de êrişên li dijî azadiya jinan bûn. Li van deran peyama ‘têkbirin’ têkoşîna jinan didin me. Lê wê bi ser nekevin.” 
 
‘TOVÊ TIFAQÊ HAT ÇANDIN’ 
 
Elî destnîşan kir ku li dijî her cûre êrişan û tevahiya êrişan vê Înîsiyatîfê ava kirin e û got: “Belkî zû be lê em dikarin bêjin armanca avakirina Înîsiyatîfa me ew e, em tovên tifaqa biavêjin û yekîtiya jinan ava bikin.” Elî anî ziman ku bi taybetî ji aliyê jinên Rojhilata Navîn ve wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinan û dê vê sedsalê bikin sedsala azadiya jinan.
 
‘FELSEFEYA OCALAN RÛPELEK NÛ VEKIR’ 
 
Elî bal kişand ser tesîra felsefeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo jinên Rojhilata Navîn û got: “Heke ne ji fikr û ramanên birêz Ocalan bûna wê têkoşîna jinên kurd jî nebûya. Dibe ku têkoşîna jinan li Rojhilata Navîn di noqteyek cuda de bûya. Felsefeya Ocalan çerxa sermayedaran xera kir. Felsefeya birêz Ocalan li Rojhilata Navîn rê li ber têkoşînek nû vekir. Li Rojhilata Navîn felsefeya Ocalan bûye alternatîf. Tenê ne em jinên kurd, tevahiya jinên cîhanê vê yekê dibêjin. Ji ber vê yekê jî komplo û tecrîd li ser Ocalan sepandin.” 
 
'BILA 25’Ê MIJDARÊ BIBE WESÎLEYA HEVGIRTINÊ’ 
 
Elî her dawî destnîşan kir ku ew daxwaz dikin ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan bibe wesîleya hevgirtin û yekîtiya jinan. 
 
MA / Semra Tûran