Li Kerkûk-Şengal-Maxmûrê çi tê armanckirin?

img

ŞENGAL – Ev demeke ku di navbera rêveberiya herêma di bin serweriya PDK’ê de û navenda Iraqê de li ser Şengal, Kerkûk û Maxmûrê hin hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin bi daxwaza Amerîka û Tirkiyê tên kirin. Ji kolandina xendekên li kolanan ên ji Şengalê heya Zaxoyê û jinûve sazkirina kelehên berê yên Seddam, ambargoya ku nêzî sal û nîvekê ye ji aliyê hikumeta Hewlêrê li ser Kampa Maxmûrê didome û her wiha hewildanên ji bo ku Eniya Tirkmenan li Kerkûkê bibe desthilatdar hemû nîşan didin ku li van herêman armanca kê çi ye û çi tê kirin. 

Ev demeke ku di navbera rêveberiya herêma di bin serweriya PDK’ê de û navenda Iraqê de li ser Şengal, Kerkûk û Maxmûrê hin hevdîtin tên kirin. Ev hevdîtin bi daxwaza Amerîka û Tirkiyê tên kirin. Bi taybetî pêr (9’ê Cotmehê) hevdîtina di navbera Rêveberiya Hewlêr û Bexdayê de li ser Şengalê ya di çerçoveya telîmata Amerîkayê de dihat kirin bi dawî bû. Ev yek careke din berê raya giştî da ser rewşa Şengal, Kerkûk û Kampa Penaberan a Maxmûrê.   
 
Şengal jî parçeyek ji Başûrê Kurdistanê ye û di demên dawî de gef lê tên xwarin û lîstikên mezin li ser wê tên kirin. Bi vegera gel a ji kampan û dîsa deverên din ên Başûrê Kurdistan û Rojavayê re xebatên jinûve avakirin û rêxistinkirina civaka Şengalê ye. Li ser vê bingehê bi awayekî giştî hemû sazî û rêveberiyên heyî yên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengal û dîsa Partiya Azadiya Demokratîk a Êzidxanê (PADÊ) ji bo jinûve avadankirina Şengalê xebatekî mezin dane pêşiya xwe û dest bi xizmetgûzariya ji bo civakê kirine. Di vê çaroveyê de xebatên dîplomasiyê û rêyên dîplomasiyî tên bikaranîn. 
 
NAXWAZIN ŞENGAL BI HIŞMENDIYA AZADIYA KURD XWE JI NÛ VE AVA BIKE 
 
Li gel vê zext jî hene. Gef û gurên Tirkiyeyê jî bênavber dewam dikin. Tirkiye di ser rêveberiya Kazimî re zextan dike ku statuya Şengalê bê astengkirin. Di vê çarçoveyê de daxuyaniya DYE û Trûmp heye ku divê rêveberiyeke nû ji bo Şengalê bê avakirin. Ev jî dide nîşandan ku helwesta li ser Şengalê ya neqebûlkirina statûya heyî û saziyên niha yên heyî ne tenê ji aliyê Tirkiyeyê ve di heman demê de ji aliyê NATO’yê ve jî ji bo vê yekê dilgiraniyek heye. Ev jî dide nîşandan ku projeyek ji bo herêma Şengalê hatiye amadekirin. Naxwazin Şengal bi hişmendiya Tevgera Azadiya Kurd xwe jinûve rêxistin û ava bike. 
 
DEWLETA TIRK Û PDK LI SER SÎNORÊ ROJAVA-BAŞUR KELEHÊN SEDDAM NÛ DIKIN
 
Di pêvajoya hevdîtinan de ku di navbera rêveberiya Hewlêr û Bexdayê de li ser telîmata DYE û Tirkiyê dewam dikirin de, dewleta tirk û PDK jî ji aliyekê ve li ser sînorên Rojava û Başûrê Kurdistanê ya ji Şengalê heya Zaxoyê dest bi kolandina xendekên nû dikirin. Hat diyarkirin ku ji bilî xendekan kelehên berê yên di serdema rejîma Partiya Baas a Seddam Huseyîn de hatibûn danîn jinûve tên avakirin û anîne asta baregehan. Hat ragihandin ku bi amûrên teknîkê yên wekî kamera, cîhazên guhdarîkirinê hatine sazkirin û agahiyên der barê Rojava û Şengalê de tên girtin, bi dewleta tirk re tên parvekirin. Heta tê gotin ku li ser koordîneya hin kamerayên hatine danîn jî rasterast endamên MÎT’ê hene.  
 
SIYASETA NERM A KAZIMΠ
 
Hikûmeta Iraqê ya ku Mustafa Kazimî serokwezîrtiya wê dike, dixwaze bi siyasetekî nerm ku mîna her kes û alî himbêz bike û çareseriyê ji pirsgirêkên herêmî re bibîne xwe nîşan dide, derketibû holê ku di vê çarçoveyê de jî demek berê hem li nav welêt hem jî li derveyî welêt tûra civînan daye destpêkirin. Kazimî dixwaze bi nermî nêzîk bibe û dema vê jî dike bi hemû aliyan re dixwaze cuda cuda kar bike. Dixwaze bi kurd, êzidî, şia, sûnî û dîsa bi hemû pêkhateyên li herêmê re di nava hevsengiyekê de bimeşîne. Bi vê jî dixwaze bide nîşandan ku serokek bi hêz e, her kesê himêz dike û wê di nava yekpare û yekîtiya Iraqê de hemû pirsgirêkan çareser bike.
 
Her kes vê yekê jî dizane, rewşa herêmê û aloziyên li herêmê ne mimkûn e ku tiştekî wiha di nava salekê de bê kirin. Dema Kazimî hat ser kar, soza dabû ku dê di nava salekê de cardin xala 140'emîn têkeve dewrê, mexdûryetên gel bên çareserkirin, serjimêrî bê kirin, amadekariyên hilbijartinê û nakokiyên bi herêmê û dîsa deriyên sînor, bac û petrol hwd. pirsgirêkên heyî bên çareserkirin. Lê dema mirov li qadê û li bûyerên rû didin dinêre, ne wisa hêsan in ku ev tişt bên çareserkirin. Ji bo pêkanîna vê ne salek çend sal jî têra çareseriyeke mayinde nake. Ji ber ku li Iraqê li holê bi navê nîzameke dewletê tiştek nemaye. Her wiha li parlementoyê girseyeke berbiçav ku pişta Kazimî bigire jî nîne. Heger hebe jî pir qels e. Ji bo pêkanîna vê divê girseyek xurt hebe.
 
TIRKIYE DIXWAZE JI REWŞA IRAQÊ SÛD WERBIGIRE 
 
Dema mirov bi awayekî giştî li vê rewşê dinêre, dibîne ku valahiyekî berbiçav a mezin heye. Lewma Tirkiye jî dixwaze ji vê yekê sûdê bigire, û êrîş û mudaxeleyek muhtemel li ser Şengalê bike. Jixwe me di demên borî de jî dît ku çawa êrîş kirin. Sedemeke van êrîşan jî rêveberiya kurdî ya Başûr e. Li gel car caran dewlata tirk êrîş jî dike, hêzên hegemon rê nadin ku bikeve Şengalê û armancên xwe pêk bîne. Mudaxeleya tirk li ser êrîşên esmanî mane. Dewleta tirk ku nikare mudaxeleyeke xurt an jî dagir bike, radibe di warê aborî û siyasî de hem gefan li hikûmeta Kazimî dixwe hem jî dixwaze bi zextên heyî rêveberiya Şengalê ya heyî têk bibe. Li ser vê mijarê Serokdewletê Amerîkayê Donald Trûmp jî pêşniyarek kiribû ku Tirkiye û hikûmeta Iraqê bi hev re Şengalê bi rê ve bibin. Ev jî mijareke dine ku divê mirov li ser bisekine. 
 
Piştî mirov li van mijaran dinêre, dibîne ku provakasyonên di demên dawî de li Şengalê rû didin ne tesadûf in û dîsa parçeyek ji planên hatine amadekirin bixwe ne. Li ser rêya Til Izêr, du walatiyên ji Eşîra Şemer ji aliyê kesên ku cilên Asayîşa Êzidxanê li wan hatibûn kuştin. Dîsa piştî wê li herêma Şerfeddîn wesayîtek li herêma di bin kontrola Pêşmergeyan de hate teqandin. Li Şêxanê oldarekî êzidî hate kuştin. Dîsa bi rêya Mala Êzidiyan ku dikeve herêma Serdeştê dixwazin tevlîheviyan çêbikin. Bi rêya hinek rêveberî û kesayetên nêzî xwe tevliheviyan çêdikin û dîsa bi zimanên reşkirinê saziyên herêmî yên Şengalê hedef tên girtin. Dîsa dixwazin bi tirsê û gefan endaman ji saziyên Şengalê dûr bixin. 
 
DIXWAZIN DI NAVBERA EREB Û ÊZIDIYAN DE ALOZIYÊ DERBIXIN 
 
Li aliyê din dixwazin di navbera erebên herêmê û êzidiyan de jî nexweşiyê derbixin. Kuştina 2 kesên ji Eşîra Şemer bi vê armancê hate kirin. Tê gotin ku her çi qas Eşîra Şemer ev yek cuda girtibe dest û nehatibe vê lîstikê jî lê têkildarî vê mijarê provokasyon hê jî didomin. Dîsa provakasyonên wekî; ‘PKK erebên sunî tîne li herêmê bi cih dike, rêxistin dike. Gefeke mezin li ser êzidiyan çêdike.’ Mijara balkêş ew e, yê vê dikin jî ew bixwe ne ku yên malbatên ereb ên sûnî anîne herêmê van propagandayan belav dikin. Aliyên derveyî MXDŞ’ê aşkere dibêjin ku ereb xwediyê herêmê ne û mafê wan heye ku vegerin ser axa xwe û warên xwe. Dema mirov ji dûr ve lê dinêre dibêje qey bêdengiyek heye, lê di nava vê bêdengiyê de pirdengiyek mezin heye. Ji ber mijarên me li jor anî zimên di nava civakê de dengên cuda cuda hene û heta astekê jî mirov dikare bibêje ku encam jî digirin. Îjar gava mirov rewşa civaka êzidî bîne ber çavan, wê mebest hê baştir bê famkirin.
 
ŞENGALÎ DIBÊJIN ‘ÊDÎ BES E’ 
 
Li aliyê din jî di çarçoveya pêngava KCK’ê de Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê jî dest bi pêngava ‘Bes e, ji qirkirin û fermanan re; dem dema xweseriyê ye’ dest bi xebateke mezin, dorfireh û domdar kiriye. Di vê çarçoveyê de meclîsên gund, navçe û komelgehan bi gel re dicivin û di çarçoveya pêngava KCK’ê û MXDŞ’ê de hatiye avêtin gel tên agahdarkirin û xebat tên meşandin. Di çarçoveya van civînan de, wê li gor encamên ku derbikevin plansaziya çalakiyan û xebatên ji bo Xweserî û Statûya Şengalê diyar bibe û kar li ser bên kirin. 
 
Ji aliyekî ve ev xebat tên meşandin, ji aliyên din ve jî çavên her kesî li ser civîna rêveberiya PDK’ê ya Hewlêrê ye ku li Bexdayê bi hikumeta Kazimî re li ser daxwaza DYE û zexta dewleta tirk kiribû. Li ser vê hevpeymana ku demek dirêje li ser xebat tên meşandin pêr bi encam bû. Yê ku xwestibû ev hevpeyman di bin serweriya Serokwezîrê Iraqê Kazimî de bê kirin Amerîka bû. PDK jî li ser zexta dewleta tirk wekî berdevkê Tirkiyeyê tevlî hevpeymanê bûbû. Di encama civînê de hat gotin; divê hêzên leşkerî derkevin derveyê bajêr, ewlekariya bajêr ji aliyê polîsên federal ve were danîn, piştî qeymakamê PDK’yî Mehma Xelîl ku di dema êrîşa DAIŞ’ê de reviyabû ji aliyê gel ve qeymakamek hatibû tayînkirin, dê di şûna vî qeymakama ji aliyê gelê Êzidî ve hatibûn tayînkirin dê qeymakamek nû were tayînkirin, wê ji tu hêzekê din re neyê musadekirin, ji bo jinûve avakirina Şengalê jî bi hevkariya rêveberiya Herêma Kurdistan a Federal û navenda Iraqê komisyonek were avakirin û şandeyek serbixwe ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî were diyarkirin û desteyek bilind were avakirin.  
 
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi daxuyaniyekê niviskî bertek nîşanê vê encamê da û hat gotin, bêyî pêşniyarên gelê Şengalê wê tu tişt neyê qebûlkirin û hat destnîşankirin ku ew dixwazin statuyek mayînde bi dest bixin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ev 6 sal in ew Şengalê bi rê ve dibin û heya niha pirsgirêkek derneketiye û di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin raberkirin: “Ji bo vê jî ew weke meclîs dê xizmeta ji bo gelê xwe berdewam bikin. Her biryareke ku li derveyê îradeya civaka Êzidî were dayîn dê encamek jê dernekeve. Em ji niha ve hemû aliyan hişyar dikin.”  
 
TIRKIYE DIXWAZE LI SER ENIYA TIRKMENAN XWE LI KERKÛKÊ BI CIH BIKE 
 
Rewşa Kerkûkê jî ji herêmên din ne cuda ye. Siyaset û planên pir cuda li wir jî tên kirin. Aliyek eniya tirkmena beşek ji çavkaniya pirsgirêkan e. Dîsa li aliyê din hêzên Heşdî Şebî yên girêdayî Îran û hêzên Iraqî hene. Jixwe metirsiya DAÎŞ’ê ya li deverê tu demê kêm nebûye. 
 
Bi taybetî piştî referandûma serxwebûnê ya 25’ê Îlona 2017’an bû ku Kerkûk ji bo kurdan tu demê ne wekî berê be. Berî referandûmê rêveberiyek sê alî li herêmê hebû û kêm jî be hebûna hemû aliyan li meclîsê hebû û Walî jî para kurdan bû. Lê piştî vê biryara serxwebûnê ji sedî 51’ê xaka Kurdistanê ji dest çû, hevsengiyên li herêmê serûbin bûn. Piştî wê carekî din pêşmerge nekarî biçe herêmê û her çû rêveberiyên kurdî yên PDK û YNK’ê li wir kêm bûn. Dîsa ziyana mezin li kurdên herêmê bû.
 
Li aliyekî dewleta tirk dixwaze bi destê eniya tirkmen ku rêveberiya wê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye tayînkirin, xwe li Kerkûkê bi cih bike û kengî be ji bo êrîşekê bikare rehet xwe li herêmê bi cih bike û bixe bin kotrola xwe. Li aliyê din nakokiyên mezhebî û tevgera DAÎŞ’ê kiriye ku di warê jiyanê de Kerkûk pir metirsîdar bibe.
 
Rojane DAÎŞ li gundewarên Kerkûkê davêjin ser gundan û welatiyan direvînin û dikujin. Dîsa li nava Kerkûkê bi xwe jî dem bi dem êrîşên DAÎŞ’ê tên kirin. Her çendî hêzên iraqî û Heşdî Şebî li herêmê operasyonên li dijî DAÎŞ’ê bikin jî lê nikarin li herêmê DAÎŞ’ê biqedînin.
 
Li gel vê jî gefa erebkirina herêmên kurdan heye. Di van demê dawî de polîtîkayên erebkirina herêmê pir pêş ketiye. Erebên ku di dema rejîma Seddam Huseyîn de ji aliyê Sedam ve ji bo tunekirina kurdan, kurd ji cih û warên wan kiribûn ereb li şûna wan danîbûn, heman polîtîka ji nû ve tê kirin. Erebên wê demê niha dîsa xwe li malên kurdan dikin xwedî û wekê yên wan bin tev digerin. Waliyê bi kefalet ê Kerkûkê Rekan Seîd Cibûrî yê ji Eşra Cibûrî ye jî pêşiya vê yekê vedike.  Bi taybet li devera Daqûa û Dubisê ev xebatên erebkirin û guhertina demografiyê hê lezgir e. Lê heger ji bo pêşîlêgirtina vê yekê xebateke baş a rêveberiya PDK û YNK’ê çênebe, dibe ku kurd ji warê xwe bên derkirin. 
 
DAHATA PETROLA KERKÛKÊ BI KU VE DIÇE? 
 
Halê hazir Kerkûk di rewşeke awarte de bi îdareya leşkerî ya Hêzên Antî-Teror a Iraqî û Federal ve tê birêvebirin. Ji sala 2005'an ve heya niha ji bo meclîsa parêzgeha Kerkûkê tu hilbijartinek din pêk nehatiye. Li hemû bajarên Iraqê hilbijartina meclîsa bajaran tê kirin lê li Kerkûkê nehatiye kirin. Her wiha dema vê meclîsa heyî jî bi dawî bûye. Dema ku meclîs bê rol û rist bimîne, bajar ji aliyê walî ve tê rêvebirin û tu alî namîne ku wê bişopîne û hesab bipirse. Ev jî dike ku zêdetir siyaseta ku li kurdan bê kirin, neyê dîtin û bi rehetî bikarin çi bixwazin bikin. 
 
Her wiha di vê çarçoveyê de ji dahata petrolê ya Kerkûkê serê her varêlekê dolarek ji bo bajêr bû. Bi vî awayî bi sedan ciwanên bêkar tevlî kar dibûn û debara xwe dikirin. Lê mixabin di halê hazir de, kes nizane ev dahat êdî ji bo kû tê xerckirin û bi kû ve diçe. Dizî û gendeliyeke mezin li bajar heye. Bêkarî di asta herî jor de ye.
 
Ya herî êşbar jî ew e ku partî û aliyên siyasî yên kurdî ku berê li Kerkûkê xwedî cih û deng bûn, niha tenê navendên wan mane û tu kiryarekî wan nîne. Dîsa ji bo başkirin û sererastikirina rewşa heyî ya li bajêr jî ne tu proje ne jî hewldaneke wan heye. Ev yek jî hêviya kurdên herêmê nehiştiye. Dîsa ji ber nakokî û aloziyên li herêmê rêxistineke civakî jî xurt nîne ku daxwaza mafê xwe bike û bikare bi dest xwe ve bîne.
 
AMBARGOYA LI SER MEXMÛRÊ Û BERXWEDANA MEXMÛRIYAN 
 
Bêguman dema em Başûrê Kurdistanê bigirin dest, qala Wargeha Penaberan a Mexmûrê nekin wê pir kêm bimîne. Ji ber ku her demê bûye eniyeke berxwedanê û hedefa êrîşên dewleta tirk û aliyên herêmî. 
 
Bi taybetî di demên dawî de zêdetirî saleke rêgiriyek di asta ambargoyê de li ser heye û ji bo herêma Kurdistanê rê nayê dayîn. Dîsa ji ber gefên dewleta tirk di nava dorpêçekê de asê maye. Rêveberiya Mexmûrê bi derfetên xwe yên penaberî hewl dide bikêrî xwe were û heta niha jî di çarçoveya wan derfetan de xwe bi rê ve dibe. Bi wan derfetan karî heta astekê xwe ji şewba corona biparêze û dîsa derfetên jiyanî bidin avakirin. 
 
Metirsiya herêmê ya DAÎŞ’ê her çendî tim di rojevê de be jî, lê Mexmûr dikare bi sîstema xwe ya parastin û rêveberiyî pêşiya êrîşên muhtemel bigire. Lê li gel vê êrîşên dewleta tirk jî tim di rojevê de ne û rejîma Erdogan wê tim dike hedef û gefa êrîşê lê dixwe. Jixwe dema mirov li rabirdûyê binêre wê bibîne ku çend caran êrîş kirine û sivîl bûne qûrbanî.
 
Tevî her tiştî jî ev gelê ku berxwedêr serî ne li ber şert û mercên dijwar ên xwezayê û ne jî ji êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê netewandiye. Di rewşa heyî de li Mexmûrê herî zêde pêwîstî bi derman heye. Ji ber nexweşiyên kronîk û dîsa ji ber astengiyên rêgiriya çûna doxtor pir zêde bûne.  
 
MA / Erdogan Altan