Hatîp Dîcle: Heta Ocalan azad nebe komplo bi dawî nabe

img

STENBOL – Di ser komploya navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re 22 sal borîn. Der barê komployê de siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle anî ziman ku ji bo komplo bê famkirin divê geşedanên berê bên dahurandin û wiha got: “Heta Birêz Ocalan bi temamî azad nebe ev komplo bi dawî nabe. Ji bo kompo bi dawî bibe divê Ocalan azad bibe." 

Hêzên Navdewletî di 9'ê Cotmeha 1998'an de bi armanca planên xwe yên nû têxin meriyetê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Piştî li ser gefên hêzên navdewletî Rejîma Sûriye Ocalan ji Sûriye derxist, di 15'e sibata 1999'an de Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin. 22 sal di ser komploya navdewletî ku Ocalan ji Sûriyeyê derxistin re derbas bûn. Di sala 1990’an de jî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê bi Serokomarê wê demê Turgut Ozal re li hin çareseriyan geriyan. Ocalan wê demê ji bo hêza çareseriyê bide Ozal di 17'ê Adara 1993'an de agirbesta yek alî ilan kir. Di 16'ê Nîsana 1993'an de agirbest bê dem dirêj kir. Piştî vê biryarê di 17'ê Nîsana 1993'an de Ozal bi awayekî guman mir. Ji wê demê heta niha hewldanên Ocalan ên ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk didomin. Lê hikûmeta Tirkiye jî her tim bersîvên neyînî didin û şer didome. Siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, têkildarî pêvajoya komploya navneteweyî û tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. 
 
DÎCLE: OZAL PIŞTÎ ŞERÊ 8-9 SALAN Ê LI DIJÎ PKK'Ê DEST BI LIHEVKIRINÊ KIR
 
Hatîp Dîcle, der barê nêzîkatiya Turgut Ozal a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd nirxandin kir û got: "Piştî darbeya eskerî ya 12'ê Îlona 1980'an, hilbijartina yekemîn piştî sala 1983'an  pêk hat. Di vê hilbijartinê de Partiya ANAP'ê ku Turgut Ozal serokê wê bû bi ser ket. Turgut Ozal wê demê bû serokwezîr. 9-10 meh şûnde PKK'ê di 15'ê Tebaxa 1984'an de çalakî li dar xistin û pêvajoya  şerê çekdarî da destpêkirin. Rêxistina Kurd ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dest bi şerê çekdarî kir. Ozal ku nû bû Serokwezîr ji bo tevgera Kurd a çekdarî têk bibe serî li hemû rê û rêbazan da. OHAL îlan kir. Walîtiya Herêma OHAL'ê ava kir. Ji xeynî Ozal tu serokwezîr neçûn bi Serfermandar re hevdîtin nekirin û ew wekî ‘teror’ pênase nekirin û tev li plana tevgerê nebûn. Ozal, li dijî PKK'ê şerekî pir dijwar meşand. Şerê Ozal ê li dijî PKK'ê heta sala 1989-1990'an berdewam kir. Lê hêza gerilla her ku çû mezin bû û kûr bû. Serhildanên nû yên gel dest pê kir. Gel ji gundan meşiyan navçeyan. Wê demê li cîhanê jî rûpelên nû vedibûn. Ji ber geşedanên li cîhanê, têkçûna Bloka Sovyetê û dagirkirina Kuveyt, Ozal vê carê bi Birêz Ocalan re dest bi qada lihevkirinê kirin. Di sala 1992'an de li Başûrê Kurdistanê rêveberiya Kurdistana Federe hat avakirin. Ozal dît ku bi şerê 8-9 salan encamê nastîne. Bi polîtîkayên tundiyê encamê nastîne. Dît ku her diçe PKK bêtir bi hêz dibe. Gel piştgiriyê dide wan. Piştî Ozal geşedanên li cîhanê û Tirkiyeyê nirxand bi Ocalan re dest bi rêbazên lihevkirinê kir." 
 
 
LÊGERÎNA NÛ 
 
Dîcle, bal kişand ser lêgerîna Ozal a ji bo çareseriyê û wiha axivî: "Ozal ji bo çareseriyê ewil bi qanala Mam Celal Talabanî xwest rêyekê veke. Dîsa qanala duyemîn xwest bi rêya Cengiz Çandar rê veke. Çandar wê demê xwe gîhandibû Ocalan. Qanala 3'emîn jî parlamenterên HEP'ê bû. Bi rêya parlamenterên HEP'ê Ozal xwesitbû xwe bigîne Birêz Ocalan. Ozal wê demê peyama 'Em êdî beşek girîng ên di nava dewletê de bawer dikin ku ev pirsgirêk bi rêbaza tundiyê çareser nabe. Ev jî bi rêbaza agirbestê pêk tê. Eger PKK bersîvê bide vê yekê, em ê berê xwe bidin rêbazên siyasî' Birêz Ocalan jî di wê fikrê de bû. Newroza 1992'an bi serhildan û xwînê derbas bûbû. Bi taybetî li Cizîr û Nisêbînê di pîrozbahiyên Newrozê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di Tebaxa 1992'an de dewletê Şirnex hilweşandibû. Ji ber vê yekê Birêz Ocalan qîmet dida diyalogê. Ji ber vê yekê di 17'ê Adara 1993'an de ji bo mehekê agirbest îlan kir. Em wê demê parlamenter bûn. Vê agirbestê bandorek mezin li ser Tirkiyeyê kir. Kes ne li benda vê yekê bû. Mîmarê vê yekê Birêz Ocalan û Serokomarê wê demê Ozal bû." 
 
Dicle bal kişand ser pêvajoya agirbestê û wiha lê zêde kir: "Di 17'ê Adara 1993'an de Ozal, bi rêya me, Mam Celal û Rojnameger Cengiz Çandar  peyama 'Em vê agirbestê pir bi qîmet dibînin. Lê mehek agirbestê tu wateyê îfade nake. Divê ev bibe agirbestek bêdem.' Li ser vê yekê ji bo Brêz Ocalan vê peyamê binirxîne di 16'ê Nîsana 1993'an de 2-3 roj beriya civîna çapemeniyê em çûn Şamê. Di nava heyeta Şamê de ez jî hebûm. Me peyam bi Birêz Ocalan re parve kir. Di 16'ê Nîsana 1993'an de Birêz Ocalan agirbesta mehekê dirêj kir û agirbesta bê dem îlan kir. Vê yekê destê Ocalan bêtir bi hêz kir. Di 16'ê Nîsana 1993'an de Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Kemal Burkay, Mam Celal û gelek siyasetmedar tev li civînê bûbûn. Di 17'ê Nîsanê de emê vegeriyana Tirkiyeyê. Mam Celal xwest xwarina nîvro bide me. Piştî xwarinê Mam Celal radyoya Ereb guhdar kir got "Ey wax. Xerebek min a nexweş heye. Mixabin dibêjin Ozal miriye." Wê demê fikra 'Pir xerab bû. Ozal çû, kar qediya' Em şoq bûbûn." 
 
OCALAN: BI GUMANEK MEZIN DEWLETÊ OZAL KUŞT
 
Dîcle, bal kiyand ser nerînên Ocalan ê der barê mirina Ozal û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Birêz Ocalan got 'Bi gumanek mezin dewletê Ozal kuşt. Ji ber ev kevneşopiya Osmaniyan e. Tu carî kesên têk diçin tehamul nakin. 
Ji ber Ozal bi helwestek aştiyane nêzîk bû, milê kûr ê dewletê ev yek wekî têkçûn girt dest û ji ber vê yekê bi gumanek mezin Ozal kuştin.' Me ev peyam bi lez gihand hevjîna Ozal Semra Ozal û kurê wî Ahmet Ozal. Piştî 17'ê Nîsanê li Tirkiyeyê pêvajoyek pir xerab dest pê kir. Sala 1993'an bû salek bi xwîn. Li aliyekî Ozal xwest bi rêya aştiyê çareser bike. Li aliyê din hêza ku dixwest pirsgirêka Kurd bi tundiyê çareser bike hebû. Di navde Suleyman Demîrel, Tansu Çiller û Dogan Guneş yên girêdayî NATO jî hebûn. Vê hêzê di 24'ê Çileya 1993'an de Ugur Mumcu qetil kirin. Ugur Mumcu kuştin û bêdeng kirin. Piştre kurê Ozal ê manevî Adnan Kahvecî bi qezaya trafîkê kuştin. Dîsa Orgeneral Eşref Bitlis bi suikastê kuştin. Di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Madimakê komkujî pêk anîn û peyam dan civaka elewî. Peyam da kesên li cem Kurdan cih digirin. Di 4'ê îlona 1993'an de Mehmet Sincar bi suikastê kuştin. Li Kurdistanê bi hezaran gund şewitandin û bi deh hezaran mirov kuştin. Hêj kujerê wan ne diyar e. 4 hezar gund şewitandin û 17 hezar mirov kuştin. Çawa niha li HDP’ê dikin di 2'ê Adara 1994’an de li parlamenterên DEP'ê jî kirin. Ew heyeta ku birêz Ozal ji bo hevdîtina Birêz Ocalan şand, piştre şandin girtîgehê, niha jî parlamenterên HDP'ê şandin girtîgehê. Ocalan di 1995'an de dîsa yek alî agirbest îlan kir." 
 
DÎCLE: JI BO KOMPLOYA 1999'AN BÊ FAMKIRIN DIVÊ GEŞEDANÊN BERIYA WÊ BÊN FAMKIRIN
 
Dîcle, bal kişand ser pêvajoya Necmettin Erbakan û wiha pêde çû: "Em dizanin ku Necmettîn Erbakan jî wekî Ozal bi rêyên cuda peyam ji Birêz Ocalan re şandin. Lê dewletê guh neda vê yekê. Di sala 1995'an de Partiya Refahê bû partiya yekem. Necmettin Erbakan jî wekî Ozal xwest bi rêbazên cuda peyam ji Birêz Ocalan re şand. Lê di Gulana 1996'an de li dijî birêz Ocalan suikastek pir mezin pêk anîn. Dîsa Erbakan jî di 28'ê Sibata 1997'an hat tasfiyekirin. Di sala 1997'an de îstîxbarata Îsrailê peyam ji Ocalan re şandin. Ji Birêz Ocalan re gotin 'PKK rêxistinek azadiyê ye. Dikarin bi her kesî re hevdîtin bikin. Çend roj şûnde Mam Celal Ocalan ziyaret kir. Got “Serok te çi got. DYA û Îsraîlî pir ji te hêrs bûne' Wî jî got 'Ji min xwest me bikin yedekê xwe. Em înîsiyatifa xwe dewrî wan bikin.' Ji bo komploya sala 1999'an bê famkirin divê ev pêvajoya berê bê zanîn." 
 
 
Dîcle da zanîn ku di sala 1998'an de hin aliyên eskerî xwestin bi Ocalan re diyalogê pêş bixin û wiha got: "Birêz Ocalan bersîv dan vana. Dîsa agirbest îlan kir. Di 17'ê Îlona 1998'an de li DYA têkildarî pirsgirêka Kurd geşedanên nû pêş ket. Wê rojê DYA di navbera KDP û YNK'ê de mutabakatek çêkir. Wê demê xwestin li dijî Birêz Ocalan helwesta xwe aşkere bikin û PKK'ê tasfiye bikin. Beriya 9'ê Cotmehê Fermandarê Giştî yê Bejayê çû Hatayê û gef li Sûriyeyê xwar û got: "Han hûnê Ocalan bidin me, an hûnê wî dersînor bikin an jî em ê li dijî we şer îlan bikin." Têkildarî vê pêvajoyê Cîgirê Serokdewletê Suriyeyê Abdülhadi Muhattan bîranînên xwe nivîsî û got 'Piştî rewş pir cîddî bû, li dijî gefên Tirkiyeyê Husnu Mübarek, bi Hafız Esad re hevdîtin kir. Got NATO bi biryar e. Eger Ocalan neyê teslîmkirin an jî neyê derxistin, tê teqez Tirkiye li dijî Sûriye şer îlan bike.' Piştî wê demê Abdulhadi Muhattan, bang li Ocalan dike. Muhattan di bîranînê xwe de dibêje 'Ew mirovekî pir zane û jîr e.' Min ji Ocala pirsî Tirkiye blof dike an jî cîddî ye. Ocalan jî got ‘Na Tirkiye blof  nake. Şerek li ber derî ye. Divê ez ji Sûriyeyê derkevim. Ji ber ku ez naxwazim tu dostên min ji ber min zerarê bibinin. 20 salin em li heremê ne. li Rojhilata Navîn in. Em li Sûrye û Lubnanê man. Ku ez ji Sûriye derkevim ez dikarim rê li pêş vî şerî bigirim.' Ji ber vê yekê Birêz Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriye derket Ewropayê. 
 
 
Dîcle, bal kişand ser pêvajoya derketina Ocalan a ji Sûriyeyê û wiha axivî. "Piştî pêvajoya 4 mehan a pêvajoya ewropa di 14'ê Sibata 1999'an de Ocalan teslîmî Tirkiyeyê kirin û ev pêvajo bi dawî bû. Birêz Ocalan têkildarî komployê got 'Ev komplo bi temamî ji aliyê hêzên navneteweyî û kurevî ve pêk hatiye. Rola Tirkiye ya li vir rola gardiyanan e. Armanca vê yekê li Tirkiyeyê Kurd û Tirkan bînin beramberî hev. Ji ber vê yekê divê kes neyê lîstikan.' 
 
Dicle, bal kişand ser gotina Serokwezîrê wê demê Bulent Ecevît jî û got: "Piştî Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, wê demê Serokwezîr Bulend Ecevît 'Emerîka çima Ocalan teslîmî me kir, min hêj fam nekiriye. Dîsa Brêz Ocalan got 'Di vê komployê de min wekî şexs winda kir, lê Gelê Kurd bi ser ket. Êdî têkbirin û tunekirina Tevgera Azadiyê û Gelê Kurd ne pêkan e.' 
 
Dicle, destnîşan kir ku Ocalan di parasnameyên xwe de cih daye armanca komployê û berfireh nirxandiye û wiha bi dawî kir: "Armanca yekemin a komployê xwestin Birêz Ocalan bi awayekî fîzîkî tasfiye bikin. Lê gelê Kurd, li Ewropa, Tirkiye û her derê 4 mehan li Ocalan xwedî derketin û derketin kolanan. Nêzî 200 mirovan bi hişyariya "Hûn nikarin roja me tarî bikin" bedena xwe dan ber agir. Piştî di 15'ê sibatê de Ocalan radestî Tirkiyeyê kirin, li hemû bajarên Tirkiyeyê Kurd rabûn ser piyan. Ji ber xwedîderketina Kurdan nekarîbûn fîzîka Ocalan tune bikin. Piştre xwestin PKK'ê perçe bikin. Di sala 2004'an de ketin nava vê hewldanê. Lê dîsa bi ser neketin. Komplo bi giranî hatiye pûçkirin. Lê heta bi temamî Ocalan azad nebe ev kompo bi dawî nabe. Niha ji bo Azadiya Birêz Ocalan kampanyayek mezin hatiye destpêkirin. Heta Ocalan bi temamî azad nebe, ev kompo bi dawî nabe. Armanca qedexeya li ser parêzerên Ocalan jî ewe ku dixwazin hemû mutabakatên hatine kirin tune bikin. Heyetên dewletê ji salên 1993'an heta niha gelek caran bi Ocalan re hevditin kirin. Hin mutabakat pêk anîn. Bi hevdîtinên li îmraliyê hin mutabakat pêk dihatin. Ev mutabakat hemû kirin nivîskî û dosya. Îro dadgeh nexşerêya 10 sal berê dike hincet. Bi vê yekê dixwaze hemû mutabakatên hatine kirin tune bihesibîne. (XELAS) 
 
MA / Sadiye Eser - Erdogan Alayumat