Armanc petrol e Sûriye hincet e!

img

DÊRA ZOR – Peymana Petrolê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Amerîkayê re îmze kir, îhtîmal heye ku statutiyê bi xwe re bîne. Rûsya, Îran, Tirkiye û Rejîm bi awayekî aşkera ji petrole par dixwazin. 

Dengvedana Peymana Petrolê ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi şîrketa petrolê ya Delta Crescent Energyê ya Amerîkayê re îmze kir, didome. Piştî ragihandina peymanê ya ji raya giştî re Rûsya, Îran, Tirkiye ku li Sûriyeyê ne û Rejîm dijberiya xwe ya li hemberî peymanê aşkera kirin. Heman hêz, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevliheviya navxweyî derdixin. Li gel van hewldanên wan jî hat hînbûn ku rayedarên şîrketa navborî ji bo peymanê hatine herêmê. Li aliyê din tê diyarkirin ku şîrketa gazê ya Rûsyayê Gazprom jî dixwaze bê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo vê yekê hevdîtin tên kirin. 
 
PEYMANA PETROLÊ 
 
Wê bandora peymana ku rêveberiya xweser îmze kiriye, hem li herêmê hem jî li qada navneteweyî çêbibin. Tê payîn ku destpêkê peyman bandorê li nasîna fermî ya Rêveberiya Xweser a navneteweyî bike. Piştî peymanê tê plankirin ku bi biniqik parzûngehên petrolê bên herêmên Rîmêlan û Dêra Zorê. Vê derbarê de demek neyê diyarkirin jî xebatên ji bo vê yekê didomin. Dîsa tê gotin ku ji bo pêkanîna peymanê rayedarên şîrketê hatina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Rêveberiya Xweser re hin hevdîtinan kirine. 
 
DIJBERÊN PETROLÊ
 
Tê payîn ku di rojên pêş de hûrgiliyên peymanê bi raya giştî re bên parvekirin. Rûsya, Îran, Tirkiye ku li Sûriyeyê ne û li dijî peymanê derketin. Rejîm jî di lîsteya dijberî peymanê de cih digire. Tê diyarkirin ku hêzên din dixwazin bi ser Rejîmê re peymanê hilpekînin. Hêzên navborî ji bo têkbirina aramiya li heremê di nav hib heldanan de ne. Ji herêma Cizîrê heta Dêra Zorê ketine nav liv û tevgerê, li hin cihan êrîşan pêk tînin û gel li dijî Rêveberiya Xweser sor dikin. Tê ragihandin ku sûîqastên ku li Dêra Zorê li dijî serokên eşîran pêk hatine û êrîşên ku li dijî hêzên ewlehiya hundirên çêbûne di vê çarçoveyê de hatine birêxistinkirin. Lê heta niha di vê mijarê de negihîştîne armanca xwe. Hêzên ewlehiya hundirîn asta ewlehiyê bilindtir kirine. Rêveberiya Xweser jî li dijî hewldanên provakasyonê bi eşîrên ereb re sefer bû.  
 
ŞÎRKETÊN GAZÊ YÊN RÛSYAYÊ
 
 Tê zanîn ku Rûsya dixwaze li herêmên petrol û enerjiye yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serwer bibe. Rûsya ku heta niha dixwaze hem bi rêya leşkerî hem jî bi rêya siyasî vê yekê pêk bîne, bi ser neketiye. Piştî peymana petrolê ku di navbera Rêveberiya Xweser û şîrketa amerîkî de hat îmzekirin, Rûsya dîsa ket nav liv û tevgerê û dixwaze şîrketên xwe yên petrol û enerjiye bişîne herêmê. Tê diyarkirin, şîrketên Rûsyayê ku ji bo vê mijarê di nav hewldanan de ye ji bo hatina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatan dikin.
 
HERÊMÊN CEYRAN Û GAZÊ
 
Hat ragihand ku Rûsya bi vê armancê bi Rêveberiya Xweser re hevdîtina dike û tê destnîşankirin ku şîrketên Rûsyayê bi taybetî dixwazin bên herêmên gazê. Ev herêm jî di serî de xeta Konîko ya Dêra Zor û Hesekê ye. Her wiha tê diyarkirin ku di serî de ceyran ji bo herêmên din ên enerjiyê jî cihên mîna Reqqa û Tebqayê tên fikirîn. Tê gotin ku derbarê mijara tê payîn di rojên pêş de zelaltir bibe de hin welatên Ewropa jî xwestine bikevin dewrê. Tê diyarkirin ku armanca Rûsyayê ya dijderketina peymana petrolê ya Reveberiya Xweser kiriye û xwestina hatina wê ya herêmê, derxistina tevlîheviya polîtîk e. Tê payîn ku ev kêş û vekêş hinek jî berdewam bikin. 
 
Tê gotin ku şîrketên enerjiyê yên amerîkî û rûs ku tê payîn bên herêmê, armanca wan tenê ne derxistina petrole ye, di heman demê de dixwazin berpirsyariya bajarên ku ji ber şer wêran bûne jî carake din ava bikin jî bigirin ser xwe. 
 
MA / Nazim Daştan