Yuksel Genç: Mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd xistin

img

AMED - Hevseroka berê ya KCD'ê Yuksel Genç, bal kişand armanca îqtîdarê ya li dijî KCD'ê û wiha got: "Ev girêdayî rewşa Kurdan a nû ye. Bi mohrkirina KCD'ê çareseriya pirsgirêka Kurd mohr kirin. 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku di sala 2007'an de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi tevlêbûna nêzî 800 rêxistinên civakî û sivil ava bû, di 26'ê hezîrana 2020'an de bi fermana dozgeriya Komarê ya Amedê mohr kirin. Têkildarî mohrkirin û polîtîkaya li dijî KCD'ê Hevseroka berê ya KCD'ê Yuksel Genç nirxand. 
 
'BI BONEYA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK AVA BÛ' 
 
Yuksel Genç, anî ziman ku KCD wê demê ji bo pirsgirêka kurd bi rêya aytî, demokrasî û diyalogê çareser bibe û demokratîkbûna Tirkiyeyê ava kirin û wiha got: "Hemû hêz û rêxistinên çareseriya demokratîk armanc dikir di bin baneyê KCD'ê de kom bûn. KCD rûyê sipî yê Tirkiyeyê bû. KCD'ê heta niha hemû xebatên xwe li ser esasê zagonî, demokratîk û rewa meşand. Li gorî rewaya civakê bi awayekî zelal xebat kir. Ji avakirina KCD'ê heta niha gelek kesên ku demek dirêj ked dan siyaseta Kurdan û bedel dan di nava xebatan de cih girt. Dîsa kesên xwedî cîhan û fikrên cuda di bin vê banê de cih girtin. Genç, destnîşan kir ku ji ber fikr, bawerî û rengên cuda di bin baneyên KCD'ê de hebûn, KCD ji bo Tirkiyeyê şansek gelek mezin bû. 
 
Genç, destnîşan kir ku bi taybeti di salên 2009-2010 û 2015'an de yek ji platforma herî bi hêz a ji bo bi dewletê re pirsgirêka Kurd li ser esarê rewa û zagonî çareser bike bû û got: "Ji ber ku rêxistina sîwan a gelek rêxistinên kurd li hev kom dikir û muhatab dihat girtin. Di niqaşên meseleyên siyasî û çareseriyê de di pozisyonuna çareseriyê de bû. Bana çareseriyê bû." 
 
BALA HIKÛMETÊ KIŞAND
 
Genç, da zanîn ku piştî KCD hat avakirin heta niha eleqeyek gelek mezin dît û wiha got: "KCD'ê hemû beş û kesên bi rêxistin û bê rexîstin di bin sîwanekê de kom kir. Bû platform vekirî ku her kes karibe xwe li wir îfade bike. Platformek wisa xwest pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û zagonî çaresere bike. Xwest muhatapekî bi rêk û pêk ava bike û di vê pêvajoya çareseriyê de rê li pêş hewldanên provokatif bigire. Ji ber vê yekê hem eleqeya saziyen dewletê û hem jî eleqeya hikûmetê kişand. Dema ez hevserokê KCD'ê bûm, di nava 9 mehan de Wezîrê Karên Hundir Beşîr Atalay xebatên me şopand. Hin caram em dawetî bernameyên xwe kirin. Têkildarî xebatên me agahî ji me xwestin. Siyasetmedar û nivîskarên nêzî wan hatin der barê xebatên me de nerîn girtin û çavdêrî kirin. Ne tenê rayedarên Hikûmetê, musteyarê MÎT'ê yê erê û kesên cuda yên di nava MÎT'ê de cih digirin jî hatin tev li platformê bûn û nerînên xwe parve kirin. Ji ber vê yekê hemû xebatên me pir zelal, rewa û zagonî bûn. Bi taybetî piştî sala 2013'an Meclîsê bi awayekî fermî dawetname ji me re şand." 
 
‘FLATFORMA KU DEWLETÊ JÊ SÛD DIGIR BÛ'
 
Yuksel Genç, diyar kir ku dema di sala 2012'an de li Melîsê niqaşen li ser Destûra Bingehîn dihat kirin, bi îmzeya Serokê Meclîsê Cemîl ji KCD'ê nerîn û pêşniyar xwestin û wiha lê zêde kir: "Wê demê Meclîsê bi awayekî fermî KCD nas dikir û qebûl dikir. Ne tenê ji bo xebatên Destûra Bingehîn, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd ku rayedarên dewletê wekî pêvajoya çareseriyê pênase dikir, heta sala 2015'an dem bi dem KCD dawetî meclîsê kirin. KCD platforma çareseriyê bû. Dewletê yek ji koma û ekîba çareseriyê ku sûd jê digirt bû. Lê mixabin îro bi çavê rêxistina sûc li KCD'ê dinerin. Hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo Demokratîkbûna Tirkiyeyê hêz û hewldanek bû. Em îro dibînin ku hikûmet dixwaze van hêzan belav bike. Ya herî trajîk ev e."  
 
YA KCDÊ TERORÎZE DIKE AQILÊ SIYASÎ YE'
 
Yuksel Genç, da zanîn ku piştî îqtîdara AKP'ê di 2015'an de pêvajoya çareseriyê xelas kir, ket nava hewldana ku KCD, partî û rêxistinên civakî û sivîl yên muhalif belav bike û wiha berdewam kir "Kesên ku dixwazin hin tiştan çareser bikin hemûyan dijmin dibînin. Mixabin ev pêvajoya neyînî pir zû pêş ket. Nêzîkatiya hikûmet û pergala Tirkiyeyê ya li dijî KCD'ê têkildarî geşedanên nûne. Bi taybetî piştî Adara 2015'an ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kirin, hemû kesên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd niqaş kirin, pêşniyar kirin, fikrên xwe gotin, çareserî pêş şistin û polîtîka afirandin, kirin hedefa xwe. Di çavê dewlet û hikûmetê de ev kes wekî kesên “bi şik" “Hêza dijber" hat pênasekirin. Ji ber ku dewlet bi çavê çareseriya demokratîk li meseleya Kurd nanere. Aqilê siyasî ku çareseriyê red dike û terorize dike heye. Îqtîdar bi vê yekê şensa xwe tune dike. Dema em demdirêj mi meseleyê binerin, ji ber ku îqtîdar pirsgirêka Kurd çareser nake hêzê û şensê winda dike. Ger ku îqtîdarek bixwaze pirsgirêkekê çareser bike divê mûxatabekî ê yê bi rêxistin hebe. Muxatabiya bi rêxistin ji bo wê şansek e. Ger ku bê muxatabiyê esas bigire pirsgirêk çareser nabe. 
 
 
POZÎSYONA KURDAN A NÛ 
 
Genç bal kişand ser rewş û pozîsyona Kurdan a nû û wiha got: "Îro pirsgirêka Kurd  tenê bi Tirkiyeyê çareser nabe. Êdî di asta navneteweyî de ye. Bûye pirsgirêka navneteweyî. Sedema ku îqtîdar û dewlet bi tundî û hişk nêzî meseleya KCD'ê û Kurdan dibe ji ber rewş û pozîsyona Kurdan a nû ye. Pirsgirêka Kurd êdî bûye pirsgirêka Navneteweyî. Nûnerên Kurdan ên siyasî zêde bûye. Li Bakurê Kurdistanê ji xeynî rêxistinên heyî rêxistinên xweser ava bûne. Li Bakurê Sûriyeyê he yekîtiya Kurdan tê avakirin û hem jî vîna Kurdan a Siyasî derket holê. Hikûmeta Tirkiyeyê van vînên siyasî yên li derve talûke dibîne. Pirsgirêka Kurd êdî ji sînorê Tirkiyeyê derketiye. Ji ber rewşa Kurdan a nû diê her kes nêrîna xwe ya li dijî Kurdan ji nûve di ber çavan re derbas bike. Yek ji sedema diyarker a li dijî KCD'ê û siyasetmedarên Kurd, hewldanên avakirina Yekîtiya Neteweya Kurdan e."  
 
KCD'Ê JI BO YEKÎTIYÊ XEBAT KIR 
 
Genç, herî dawî anî ziman ku KCD'ê li Tirkiye, Iraq, Sûriye û îranê ji bo Yekitiya Neteweya Kurd Kurd ava bike xebatên giring kir û wiha bi dawî kir: "Êrîşên li dijî KCD'ê li ser vê yekê pêş dikevin. Îqtîdar têkildarî meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd ji ber handikapên xwe êdî xwe nabîne. Di encamê de li min jî piştî 10 sal şûnde doz vekirin. Tişta 10 sal berê asayî rewa û zagonî bû îro wekî sûc derdixin pêşberî me. Ev kambaxiya hiqûqê ye. Bi mohrkirina KCD'ê mohr li çareseriya pirsgirêka kurd xistin. Îqtîdar bi vê yekê siyaseta Kurd red dike. Êdîş bi temamî siyasî ye. Bi mohrkirina KCD'ê xwestin tevgera yekîtiyê belav bikin. Di esasê xwe de mohr li çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye xistin." 
 
MA / Arjîn Dilek Oncel - Ergîn Çaglar - Cahît Ozbek