KCD çima ava bû? Çi kir? Çima kirin armanc?

img

AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), di sala 2007'an de bi boneya çareseriya pirsgirêka Kurd pêş bixe dest bi xebatan kir. Di bin baneyê KCD'ê de bi giştî 800 Rêxistinên Civakî û Sivîl hene. Ji bo çareseriyê heta niha gelek kongre û konfrenas li dar xist. Hemû xebatên xwe ji raya giştî û çapemeniyê re vekirî pêk anî. Lê piştî rengê siyasetê guherî, di 26'ê Hezîranê de deriyê avahiya KCD'a ku hevserokên wê dawetî meclisê kiribûn û endamên Heyeta Îmraliyê bû mohr kirin. 

Polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 26'ê hezîrana 2020'an de ser avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de girt û deriyê avahiyê mohr kirin. KCD bi boneya pirsgirêka Kurd bi rêya aştî, demokrasî û diyalogê çareser bike di 26-28'ê Cotmeha 2007'an de li Amedê hat avakirin û dest bi xebatên demokratîk kir. Piştî polîsan di 26'ê de KCD mohr kir û vê carê tabelaya KCD'ê rakirin. Ji ber ku wekî rêxistinek dijzagonî nîşan dan û mohr kirin, bertek û nerazibûnên rêxistinên demokratîk û civakî zêde bûn. 
 
Hevserokên ewil ên KCD'ê Yuksel Genç û Hatîp Dicle hatin hilbijartin. Hatîp Dîcle, armanca avakirina KCD'ê bi van hevokan anîbû ziman: "Projeya KCD'ê piyekî stratejiya Brêz Ocalan a ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Niha rastiya hewldanê pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bi tundiyê çareser bikin heye. Ev piyekî li dijî vê hewldanê çareseriya demokratîk e. Yek ji armanca herî girîng ji bo aştiyek mayinde bi rûmet, domdar û adîl bê avakirin dixwaze bi her awayî muxatabek demokratik ku çareseriyê pêş dixe dîne pêş dewletê. Ji ber vê yekê ev proje bi Ruhê Neteweya Demokratîk Gelê Kurd û hemû gelên Kurdistanê yên bi Kurdan re dijîn û nûnerên baweriyên din hembêz dike. Dîsa armanc dike ku hemû partiyên siyasî, sendîka, ode, baro, vakif, komele û hemû rêxistinên demokratîk û kesayetên akademisyen û rûsipiyan  di bin baneyekî sivîl û demokratik de kom bike û bine cel hev." 
 
KCD, ji bo pirsgirêka Kurd bi rêya çareseriya aştiyane pêş bixe û Tirkiyeyek demokratîk ava bike, li 25 bajaran xebat dimeşand. Nêzî 800 rêxistinên demokratîk û sivîl di bin baneyê xwe de vedihewîne. Rêxistinek demokratîk û sivîl e. Di nava civakê de rêxistinek rewa ye û hemû xebatên xwe di çarçoveya zagonan de kir. Endamên Meclîsên Şaredariyan, Hevşaredar, Endamên Meclîsên Bajaran, nûnerên bawerî û rengên cuda, nûnerên nasnameyên cuda yên li Kurdistanê jî di bin baneyê wê de cih girtin û bûn delegeyê KCD'ê.  
 
850 DELEGEYÊN WÊ HENE 
 
Kongreya Civaka Demokrat ji 850 delegeyan û Meclîsa Daîmî ya ji 101 kesan, pêk tê. Di nava Meclîsa Daîmî ya 101 kesan de 21 tes endamên Lijneya Koordînasyona Rêveberiyê ye. 5 endamên dîwana hevserokan heye. 3 berdevk û 2 hevserok hene. Di bin baneyê KCD'ê de 14 komîsyon hene. Ni nava komîsyonran de Komîsyona Siyasî, Civakî, Diplomasî, Hiqûq, Mafên Mirovan, Ekolojî, Aborî, Jin, Ciwan, Ziman û Perwerde, Çand û Huner, Zanist, Diyalog, Lihevhatine Civakî û komîsyona Bawerî û Gelan  heye. Ev komîsyon ji bo pirsgirêkên civakê çareser bikin xebatê dikin. 
 
KONGRE, KONFERANS Û KOMXEBAT LI DAR XISTIN
 
KCD ji roja hat avakirin heta niha li ser hiqûq, demokrasî, perwerde, tenduristî, di dîrokên cuda de kongre, komxebat û konferans li dar xist. Bi sedan kes beşdarî van komxebat û konferansan bûn û li ser çareseriye niqaş kirin. Ji bo rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê vekin xebat û niqaş kirin. KCD'ê di nava van salan de ji bo pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk û aştiyane de çareser bike "Li ser bingeha demokratîk çareseriya pirsgirêka Kurd" konferans pêk anî. 
 
KOMXEBATA ZIMAN Û PERWERDEHIYÊ
 
KCD'ê di 12-13'ê Hezîrana 2010'an de komxebata Ziman û Perwerdehiyê bi tevlebûna zimanzanên ku ji Îran, Iraq, Sûriye, Ermenistan, Rusya û Ewropa hatibû komxebata "Ziman û Perwerdehiyê" li dar xist. 
 
KOMXEBATA PERWERDEHIYÊ 
 
Di 20'ê Sibata 2011’an de bi tevlêbûna nêzî 70 nûneren bawerî û olan "Komxebata Baweriyan" li dar xist. Nûnerên Suryanî, Keldanî, Ermenî, Asurî, Suryanî û Elewiyan, rojnameger û akademisyen jî di navde nêzî 70 kes beşdar bûn. Li vir biryar dan ku komîsyona Lêkolîna Heqîqetê bê avakirin. Dîsa bang kirin ku gorên Pir Sultan Abdal, Seyît Rıza, Şêx Seid, Seîd-ê Nursî, Xelef Beg û Îsa Zatte bên dîtin. 
 
KOMXEBATA TENDURISTIYÊ 
 
KCD'ê di 21'ê Tîrmeha 2012'an de "Komebata xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî" li dar xist. Bi navê "Tenduristî û zimanê zikmakî" "Wateya têgeha tenduristiyê", "Tenduristi û derdor" û "Ferhenga tenduristiy" niqaq kirin. 
 
Gelek nûnerên AKP’ê jî tev li vê komxebatê bûn. Galip Ensarîoglu ku piştre bû parlamenterê AKP'ê, di pêvajoya avakirina KCD'ê de cihê xwe girt. Dîsa Cîgirê Musteşarê MÎT'ê yê berê Cevat Oneş jî tev li vê xebatê bû. 
 
 
Di sala 2012'an de Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Cemîl Çîçek ji bo xebatnên Destûra Bingehîn a nû bang li KCD'ê kir û xwest pêşniyarên xwe parve bikin. Heyeta KCD'ê bi 6 daxwazên xweseriya demokratîk daxwazên xwe pêşkêşî komîsyonê kir. 
 
DI HEYETA ÎMRALIYÊ DE CIH GIT
 
Di sala 2013’an de di pêvajoya çareseriyê de di nava heyeta 5 kesan de Hevserokê KCD'ê Hatîp Dicle cih girt. Dicle, di sala 2014'an de bi navê Hevserokê KCD'ê çû Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin kir. 
 
Lê li aliyê din KCD xistin bin çavdêriyê. Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di sala 2010'an de Mêvanxaneya Şaredariya Amedê ku KCD'ê lê xebat dimeşand xist bin çavdêrî û guhdarkirinê. Ji 2010'an heta 2014'an avahiya KCD'ê guhdar kirin. 
 
BI SEDAN SIYASETMEDAR GUHDAR KIRIN
 
Bi fermana dozgeriyê Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin Tahir Elçî, siyasetmedarên wê demê Mîthat Sancar, Ayhan Bîlgen Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û Gultan Kışanak, Altan Tan, Sebahat Tuncel, Nursel Aydogan, Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk guhdar kirin. Bi şopandina teknîkî civînên wan guhdar kirin. Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu jî bi ji ber vê yekê hat darizandin. 
 
 
Piştî şopandina teknîkê bi fermana hekîmên Dadgeha Rayeya taybet der barê rêveberan de lêpirsîn vekir. Hekîm Suna Yeşilküçük, Ahmet Yildizelî û Mahmut Kose ku piştre ji doza FETO ji aliyê HSYK'ê ve ji kar hatin dûrxistin der barê Hevseroka DBP'ê Sebahat Tuncel, Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş, Hevseroka KCD'ê ya berê Aysel Tugluk, parlamenter Îdris Baluken, Selma Irmak, Cîgirê Hevserokên Giştî yê DBP'ê Seydi Firat, Hevşaredara Amedê Gültan Kışanak, Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun û gelek siyasetmedarên din de doz vekir. Siyasetmedarên navborî û gelek kesên din hatin girtin. 
 
KCD'ê di 14'ê Tîrmeha 2011 û 27'ê Kanûna 2015’an de kongreyên awarte li dar xist. Di van kongreyan de li ser Xweseriya Demokratîk ku li welatên Kanada, Hollanda, Portekîz, Azerbaycan û Çînê di meriyetê de ye niqaş kirin. 
 
LI TUGLUK Û IRMAK CEZA BIRÎN 
 
Di lêpirsîn û darizandinê de li Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk  bi îdeaya "Endama rêxistinê" û "Propagandayê" 10 sal cezayê hepsê, li Hevseroka KCD'ê Selma Irmak 10  sal cezayê hepsê birîn. Dadgeha bilind ceza erê kir. 
 
MOHR KIRIN
 
Herî dawî bi fermana Serdozerê komarê yê Amedê di 26'ê Hezîranê di bi ser avahiya KCD'ê de girtin. Di serdegirtinê de tabelaya KCD'ê daxistin û deriyê avahiyê mohr kirin. Der barê 64 kesan de biryara binçavkirinê derxistin û 45 kes binçav kirin. Ji van kesan 23 kes hatin girtin. 
 
MA / Arjin Dilek Oncel - Ergîn Çaglar - Cahît Ozbek