Aborî xera dibe deyn zêde dibin

img
ENQERE – Ji ber krîzê gelek kesan ji neçarî dest bi deynan kiriye. Krediya şexsî, zêdebûna deynên şîrketên biçûk û orte, zêdebûna deynê cemaweriyê pêşî li ber topavêtin û îflasê vekiriye. Wisa xuyaye wê ev yek bi xwe re xizanî û newekheviyê kûrtir bike. 
 
Yek ji pirsgirêkên mezin ên aboriyê jî deyn in. Li Tirkiyeyê asta deynkirinê pir zêde bûye. Bi taybetî jî kargehên biçûk û orte êdî nikarin krediyên kişandine jî bidin. Ji ber deyndarbûna ku îqtidarê wekî xelasiya ji krîzê daaye der li şîrketên biçûk û orte, esnaf û welatiyan metirsiya ku dê tişta heyî jî biçe peyda bûye.
 
Krediyên şexsî ku ji kartên krediyê, krediyên avahî, wesayît û pêdiviyan pêk tên, di sala 2002'yan de milyar û 937 milyon TL bû, lê di sala 2019'an de bû 466 milyar û 498 milyon TL. Piştî vîrûsa coronayê belav bû û îqtidarê berê xwe da "pakêtên deyndarbûnê", xeteray îflaksirin û topavêtinê jî zêdetir bû. Di 4 mehên ewil ên salê de 60 milyar û 938 milyon Tl krediya şexsî hat bikaranîn. Ji ber coronayê 12 milyon û 267 TL deynê kartên krediyê hatin taloqkirin, lê belê di pêş de wê dîsa derkeve pêşiya welatiyan
 
DI SALEKÊ DE 24 HEZAR HEJMARA KARGEHAN 24 HEZAR KÊM BÛ 
 
Di salên dawî de êen ketin ber çerxa îfalasê jî herî zêde kargehên biçûk û orte bûn. Ji ber krîza dowîzê ya di Tebaxa 2018'an de çêbû fîrmayên deynên wan li gor kûra dowîzî bûn mecbûr man krediyê bi kar bînin. Ji ber vê her diçe hejmara kargehan kêm dibe. Li gor daneyên meha Îlonê di sala dawî de 24 hezar kargehên biçûk û orte kêm bûne û bi vê re 451 hezar kes jî betal mane. 
 
Kargehên biçûk û orte ku di sala 2006'an de deynê wan 59,6 milyar TL bû, di sala 2019'an de ev deyn bûye 615 milyar TL.
 
Meseleyeke din van kargehên navbirî jî kredî ne ku ketine ber şopandinê. Di sala 2006'an de krediya van şîrketên navbirî ya ketibû ber şopandinê 59,614 milyon bû, lê belê niha bûye 2 milyar û 160 milyon TL. 
 
Qadeke din a di bin deyna de maye jî deynê cemaweriyê ye. Gava AKP bû îqtidar, 2002, qeynê cemaweriyê 215 milyar û 300 milyon TL bû, lê belê di sala 2019'an de ev deyn bûye trilyon û 442 milyar TL. Gava mirov heyînên Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê, heyînên cemaweriyê û fona sîgorteya betaliyê nehesibîne stoka deynê cemaweriyê 693 milyar TL ye. 
 
Meseleyek din jî faîza deyna ye. Cemaweriyê di sala 2019'an de 191 milyar û 810 milyon TL deyn da, lê belê ji vî deynî 94 milyar û 770 milyon TL jê fazî bû. Faîza ku barê heyî girnatir dike bêtir pêşî li ber hilweşîneke aborî vedike. 
 
MA / Selman Guzelyuz