Bazara Tirkiye ya li ser Idlibê didome 2019-05-23 11:14:31 IDLÎB - Tirkiye ya ku ewil di milê eskerî û siyasî de piştgirî da komên selefî û bû perçeyek şerê navxweyi yê Sûriye, piştî li Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê tev li şer bû, niha li Idlibê bi destê HTŞ'ê tevlêbûna xwe berdewam dike. Enqere bi polîtîkayên li dijî Kurdan, Idlibê dike mijara bazarê.    Li Sûriye niha şerê dawî li Idlîbe berdewam dike. Êrîşên Rejîma Sûriye ku bi piştgiriya Rûsya li dijî Heyet Tahrir El-Şam (HTŞ/ El Nusra Cephesi) ku berdewama El Qaîde ye berdewam dike. Di navbera HTŞ'e Rejîmê de li herêma Bakurê Hama, Bakurê Rojhilat ê Lazkiye û Başûrê Idlibê ku di kontrola HTŞ'ê deye didome. Şerê di navbera HTŞ  ku piştgiriyê ji Tirkiye distîne û rejîmê de li qadên din belav dibe.  Rûsya bi awayekî zêde bi balafiran herêmê bomde dike. Hêzên NATO ku bi îhtîmala Operasyonê îsal jî ket nava tevgerê. NATO di sala 2018'an de li diji operasyona ku Rusya pêk bîne bûbû asteng. Li aliye din bi MÎT û HTŞ’ê û Rejîma Sûriye re hevdîtin dike.    EWLEHIYA HMEYMÎMÊ   Rejîma Sûriye hem ji hewa de û hem jî li bejayî li Idlibê HTŞ’ê dike hedef. Rejîma Sûriye gelek herêm dîsa bi dest xist. Di şerê ku wekî "Operasyona bi sînor" tê pênasekirin, li hin cihan HTŞ darbeyên giran li Rejîma Sûriye dixe. Rejîma Sûriye bi daxwaza Rûsya, bi taybetî berê xwe dide gund û baragehên herêma Hmeymimê. Rûsya herî zêde dixwaze baragehên hewayî bi dest bixe. Berê jî di peymana Soçî ya di navbera Rusya û Tirkiye de xwestibûn ku ev herêm bê çek bê hiştin. Lê Tirkiye heta niha ev peyman pêk neanî. Rûsya jî li hin cihan ev yek wekî hincet nîşan da û êrîş zêde kir.    HÊZÊ DIKIŞÎNE EFRÎNÊ    Komên ku bi piştgiriya Tirikye ketibûn Efrînê piştî ku rejîma Sûriye û Rusya darbeyên giran li HTŞ'ê xist, niha ji Efrînê derbasî Idlibê dibin û diçin hawara HTŞ'ê. Gelek komên mezin û biçûk ji Efrînê dişînin Idlbê. Hat diyar kirin ku komên ji Efrînê dişînin Idlibê her ku diçe hêjmara wan zêde dibin. Li aliyê din Hêzen Çekdar ên Tirk (TSK) gelek çek sewqî 12 nokteyên çavdêriyê yên eskerî kirin û ji wir gîhandin HTŞ’ê. Hat destnîşan kirin ku çekên di Hatayê re dişînin Sûriye gihiştin detê komên selefî û komên radîkal.      HTŞ'Ê TEST BI FUZEYÊN TOW'Ê KIRIN   Li aliyê din Tirkiye û NATO ku dixaze ji Cerablusê heta Idlibê li hemberî Rûsya û Îranê hêzê bi dest bixe, Hêzên DYA û Ewropa jî di vî milî de Tirkiye li hemberî Rûsya diparêze. Di vê çarçoveyê de hewldanen siyasî, eskerî û dîplomatîk didomin. HTŞ ku li hemberî Rejîma Sûriye ketiye nava zor û zahmetiyê, Fuzeyên envanteriya NATO bikar tîne. Bi sevkîyatên eskerî yên Tirkiye, didin komên HTŞ û yên din.      MÎT BI HTŞ Û KOMÊN DIN RE RÛNIŞT   Hat diyar kirin ku MÎT bi komên HTŞ û komên din re hin hevdîtin kiriye û Tirkiye ji bo agirbestê bi Suriye re çêke ketiye nava hewldanan. Hat zanîn ku ev rewş wê heta hilbijartina Stenbolê berdewam bike. Li gorî çavkaniyan  HTŞ ku asê maye, erênî li vê fikrê dinerin. Hat zanîn ku piştî MÎT bi komên li herêmê re hevdîtin kir  bi rejima Sûriye re jî hevdîtin kirin. Di hevdîtinan de diyar kirine ku divê ji niha û şûnde rejîm û Sûriye bi hevre di nava koordînê de tev bigerin.Sûriye jî xwestiye ku Tikiye destê xwe ji pişt HTŞ'ê vekişine.      MA / Nazım Daştan