Li Efrînê li berxwedanê qelibîn! 2018-02-27 09:05:27 EFRÎN – Li pişt perdeya şerê Efrînê, hemû hesab û planên tên kirin serobino bûn. Ne Tirkiye, ne Rûsya, ne jî Amerîka yek ji wan jî hesabê berxwedaneke bêhempa nekiribûn. Plana li Astanayê li ser lihevkirinê çê kiribûn, vala derket. Çarenûsa Efrînê êdî bi berxwedanê pêkan e. 6'emîn Civîna Astanayê par di meha Hezîranê de di bin garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê de pêk hat. Biryara li Sûriyeyê “Heremên kêm pevçûn lê hene” hat girtin. Di tefasilên van biryaran de derdikeve holê ku êrîş û operasyona li ser Efrînê zelal dibe.     JI ASTANAYÊ EFRÎN DERKET!    Piştî vê civîna navborî Rûsyayê ragihandibû ku wê li ser "herêmên kêm pevçûn lê çê dibin" balafir nefirin. Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan jî piştî wê dîrokê, her tim Efrîn xiste rojevê û dest bi gotinên “Em ê şevekê ji nişka ve werin” kir.   Di bin navê “Heremên kêm pêvçûn lê hene” de Tirkiye li Idlibê 8 noqteyên baregehî ava kir. Ji vana tenê 4 baregehên li herêmên Atmê û Şêx Berekatê yên li rojavayê Efrînê dikevin, veguherand qerargehê. Piştî vê, her ku çû Tayyîp Erdogan jî gotinên operasyona li ser Efrînê zêdetir bi lêv kir.    DYA Û RÛSYA LI HEV KIRIN    Biryarên di Astana de hatin girtin, ewil bi Dewletên Yekbûyî Amerîka (DYA) yê dane erêkirin. DYA û Rûsya li hev kirin. Li gor lihevkirinê, ji bo kontrolkirina axa Sûriyeyê rojavayê Firatê ji Rûsyayê re, rojhilatê Firatê jî ji DYA’yê re bê hiştin. Yek ji milê herî girîng ê lihevkirinê jî; dê Amerîka petrola ku ji aliyê rojhilatê ve derbixe, di bin kontrola Rûsyayê de bigihijîne Behra Spî.     RÛSYA ÇI LI KURDAN FERZ KIR?    Piştî lihevkirina DYA-Rûsyayê, rayedarên Rûsyayê li kurdan “Efrînê radestî Rejîma Baas bikin” ferz kirin. Dema kurdan ev yek qebûl nekir, vê carê di ser Tirkiyeyê re dest zoriyê ya li ser Efrînê kir. Rûsya li gor vî hesabî wê di ser Tirkiyeyê hem komên Artêşa Azad (OSO) bikşîne Idlibê (aliyê rojavayê Efrînê), hem dê van koman bi destê Tirkiyeyê lawaz, hem jî zorê li kurdan da ku teslîm bibin.    Ji bo Tirkiyeyê erêkirina Efrînê, ji ber ku Rûsya nikaribû kurdan îkna bike. Li ser vê biryara êrîşkirina Efrînê ya ku Tirkiyeyê pir dixwest erê kir.    Hesabê Rûsyayê ev bû: Dê komên OSO yên êrîşê Efrînê bikin, dê zûtir tune bibin, li Idlibê hêzên Heyat Tahrîr El Şam a ku rejîmê tengav dike lawaz bibe, bi vê re jî projeya kişandina gaza xwezayî ya di ser Tirkiyeyê de, projeyên Santralên Nukleerî û hevpeymana fuzeyên S-400 bên îmzekirin. Her wiha dê pêvajoya qutbûna Tirkiyeya ya ji NATO’yê jî bi leztir bibe.     HEMÛ HESAB LI BERXWEDANÊ QELIBÎN    Rûsyaya ku bi planên xwe yên piralî tev digeriya û hewl dide qezenc bike, ji Tirkiyeyê re qada hewayî vekir û êrîşa ser Efrînê erê kir. Hemû hesab ew bû ku gelê Efrînê heremê vala bike û TSK û OSO di demeke kurt de bi ser bikevin. Wextê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û berxwedana gelê Efrînê hemû êrîş li xeta sînor asê kirin, Amerîka û welatên Yekîtiya Ewropayê li hemberî Rûsyaya ku rojavayê Firatê jê re hatibû hiştin dest bi xirecirê kirin. Rûsya li hemberi vê berxwedanê neçar ma kêm be jî qada hewayî bigire. Rûsyaya ku li beramberî girtina qada hewayî dîsa vegeriya hesabên Dêra Zorê û bi êrîşeke ji aliyê Amerîka ve ku qet ne li bendê bû re rû bi rû ma û ev yek ji nû ve krediyeke bêsînor da Tirkiyeyê.     HESABÊN NÛ JÎ TÊK ÇÛN    Rûsya ji Tirkiyeyê xwest karê xwe bi awayekî pir lez xilas bike. Li gor hesabê nû, Tirkiye wê Efrînê dagir bike û piştî demekê dewrî Rejîma Baasê bike û wê ji heremê derketana. Berxwedana gelên Efrînê li gel QSD’ê ku bû malê cîhanê, hesabên nû jî xira kirin. Artêşa tirk nikaribû di roja 38'emîn de jî sînor derbas bike. Tirkiyeya ku di sînor de asê ma, ji Ezazê heta Idlibê xeta sînor weke heyvikê xêz kir û weke armanc danî pêşiya xwe. Rûsya jî ji aliyekî ve radestkirina ji bo rejîmê li kurdan ferz dike û li aliyê din jî li ser navê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ku naxwaze xira bike, bi biryara Neteweyên Yekbûyî (NY) re xwest biryara agirbestê bixe meriyetê, danî pêşiya xwe.     Rûsya, di qonaxa heyî de 7 taxên Helebê yên ku hêzên YPG’ê ji bo tev li berxwedana Efrînê bibin vala bibûn, hişt ku rejîm li wan bi cih bibe. Niha jî dixwaze navçeyên li nava Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jî radestî rejîmê bên kirin.    Amerîka ku ji ber lihevkirinê li hemberî Efrînê bêdeng maye, di hesabên Minbicê de jî nikare ji nav derkeve. Amerîka, li dijî Tirkiyeya ku bi israr dixwaze hêzên YPG’ê vekişin, DYA di ser Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de li çareseriyê digere.     ÇARESERÎ DI BERXWEDANÊ DE YE    Rêveberiya Federaliya Bakurê Sûriyê jî xeta sînor a Efrînê jî di nav de, tu nêta wê nîne ku metreyek erdê Minbicê jî berde. Vê yekê jî bi berxwedana xwe ya ku her diçe mezintir dibe tînin ziman. Bi van pêşketinên ku hevsengiyên nû çêkirin, diyar e ku li Sûriyeyê çareserî bi berxwedana QSD ya bi pêşengiya YPG/YPJ'ê tev digere pêkan e.    MA / Erdogan Altan