Karker: Em li qadan dikarin heqê xwe bigirin

img

STENBOL – Karkeran anî ziman ku sînorê xizaniyê yê malbatekê gihaştiye 7 hezar lîreyan û gotin: "Pir zehmet e ku mirov bi 2 hezar lîreyan debara xwe bikin. Lê belê gava em li qadan dengên xwe bilind bikin em ê heqê xwe wergirin."

Nîqaşên ji bo diyarkirina meaşê kêm ê sala 2020'an didomin. Lê belê hîn jî nayê zanîn wê di sala 2020'an de meaşê kêm çi qas be û kedkaran anî ziman ku her diçe pirsgirêkên di warê aborî de zêde dibin. 
 
‘DIVÊ ŞERTÊN ME BÊN BAŞKIRIN' 
 
Karker Sîpan Karaaslan, anî ziman ku her diçe pirsgirêkên wan ên aborî zêdetir dibin û got, wisa xuyaye wê dewlet meaşê kêm bike 2 hezar û 500 lîre. Karaaslan, destnîşan kir ku ji bo jiyaneke baş divê meaşê kêm zêde bibe û got: "Şert û mercên me yên xebatê, pirsgirêkên me yên tenduristiyê û derdê me yê debarkirin hemû bi hev ve girê dayî ne. Gava em nexweş dikevin û diçin nexweşxaneyên dewletê em pere didin. Mesrefên zarokan, mesrefên nexweşxaneyan, kinc, sotemenî hemû pirsgirêk in. Lê belê meaşekî me yê ku têra van mesrefan bike tuneye. Em dixwazin rojek berî rojekê şert û mercên me bên başkirin." 
 
RÊXISTINBÛYÎN 
 
Karaaslan, destnîşan kir ku karker bi rêxistinbûyînê dikarin ji derheqê van pirsgirêkan derkevin û got: "Lê belê gava em li qadan dengên xwe bilind bikin em ê heqê xwe wergirin." 
 
‘DIVÊ LI GOR DAXWAZÊN ME BÊ DIYARKIRIN' 
 
Karker Îrfan Taşkiran jî diyar kir ku wekî her carê îsal jî hevdîtinên ji bo meaşê kêm di bin banê îktîdarê de tên kirin û got: "Ên tev li hevdîtinan dibin jî tenê patron, ên dewletê temsîl dikin û sendîkyaa Turk-Îş e ku îdia dike karkeran temsîl dike. Daxwazên di civînê de tên bilêvkirin di biniya daxwazên karkeran de ne. Niha sînorê xizaniyê gihaştiye 7 hezar lîreyan. 2 hezar û nîv, 3 hezar TL tê wateya zêdebûna birçîbûnê. Divê heqê karkeran li gor daxwazên karkeran bê diyarkirin." 
 
Taşkiran jî ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bal kişand ser rêxistinbûyîna kedkar û karkeran. 
 
‘MEAŞÊ TEQAWIDBÛYÎNÊ DI BINIYA MEAŞÊ KÊM DE YE' 
 
Dogan Adali ku got ji sala 2014'an ve teqawid bûye, destnîşan kir ku meaşê nêzî 10 hezar kesên teqawidbûyî jî di biniya sînorê birçîbûnê de ye. Adali, got: "4 sal in teqawid bûme. Meaşê min hezar û 800 lîre ye. Yenî di biniya meaşê kêm de ye. Hikûmet ji sedî 4 wêdetir meaşê kesên teqawidbûyî zêde nake. Enflasyon ji sedî 15-20 e. Ji kesên teqawidbûyî re dibêjin 'nejî bimire.' Bi ser de jî nahêlin kesên teqawidbûyî di qda cemaweriyê an jî li cihekî din bixebitin. Lê bi qasî zema ji bo meaşê kêm tê kirin jî meaşê me nayê zemkirin. Kesên teqawidbûyî saxên mirî ne. Kesên teqawidbûyî jî bi qasî karkerên bi meaşê kêm dixebitin di rewşeke nebaş de ne. Lê belê nikarin dengê xwe ragihînin. Loma divê kesên teqawidbûyî jî xwe bi rêxistin bikin. Sendîkayên heyî daxwazên kesên teqawidbûyî naynn ziman. Divê partiyên siyasî jî bal bikişînin ser vê mijarê û kesên teqawidbûyî jî dengên xwe bilind bikin." 
 
MA / Tolga Guney – Lezgîn Tekay