Haber-Sen: Kedkarên postaxaneyê wek koleyan tên xebitandin

img
AMED – Rêveberên Haber-Senê bal kişandin ser kêmasiya personelên li PTT’ê û got xebatkarên postexaneyê wek koleyan tên xebitandin. 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Çapemenî Weşan Ragihandin û Posta (Haber-Sen) a Amedê bi boneya balê bikişînin ser kêmasiya personelên li Navenda Karên Postayê ya PTT’ê û sepana mobbîng  li ber Şaxa Postaya Karkirin û Belavkirinê daxuyanî dan çapemeniyê. Rêveber û endamên Haber Senê beşdarî daxuyaniyê bûn û pankartên “Em ne kole ne em kedkar in” û “Poltîkaya personelan a PTT’ê aştiya kar xera dike” hildan. Sekreterê Şaxa Haber-Senê Sabrî Gunduz di daxuyaniyê de axivî û behsa pêvajoya PTT’ê veguherandine şîrketek anonim kir. 
 
‘KEDKAR WEK KOLEYAN TÊN XEBITANDIN’ 
 
Sekreterê Rêxistinê ya Şaxa Haber-Senê Mehemt Yilmaz daxuyanî xwend û da zanîn ku êdî pêkanînên li postexaneyê hatine wê astê ku kedkaran wek cîsimek mekanîk dibînin. Yilmaz anî ziman ku ji ber feraseta nebaş a dispêrin kedkaran li qadên gîşeyan û belavkiariyê bi welatiyan re rû bi rû dimînin û tundiya gotinan û fizîkî li wan tê kirin û ewlehiya wan nîne. Yilmaz got hemû pirsgirêkên diqewimin ji ber kêmasiya personelan e. Yilmaz da zanîn ku xebatkarên postexaneyê wek koleyan tên xebitandin.