'Divê meaşê kêm 5 hezar TL be'

img

EDENE - Edeneyiyan, bal kişandin ser meaşê kêmû gotin, ji bo malbatek karibe debara xwe bikim divê meaşê kêm herî kêm 5 hezar TL be. 

 
Nîqaşên Komîsyona Tespîtkirina Meaşê Kêm didomin. Li Edeneyê jî welatiyan bal kişand ser meaşê kêm û gotin nikarin debara xwe bikin. 
 
‘ÊN DIBÊJIN KRÎZ TUNEYE HEZ JI VÎ WELATÎ NAKIN' 
 
Perwerdekar Sedat Başegmez, anî ziman ku meaşê karker û kesên teqawidbûyî ji sedî 3-4 tê zêdekirin, lê şeş meahn carekê her tişt ji sedî 50 tê bihakirin. Başegmez, destnîşan kir ku civak hemû tesîrê ji krîzê digire û got: "Debarkirin pir zehmet bûye. Rewşa mirovan li ber çava ye. Rewşa kesên teqawidbûyî, rewşa mirovên bi meaşê kêm debara xwe dikin li ber çava ye. Ne mimkun e mirov behsa aramiyê bike. Ên dibêjin krîza aborî tuneye hez ji vî welatî nakin." 
 
Seval Zengîn ku pênûs û hesteyan difiroşe, anî ziman ku wekî wê gelek kes hene ku nikarin debara xwe bikin. Zengîn, got: "Hin esnaf hene serfetihê jî nakin. Divê çareyek bê dîtin. Li malê zarok hene, divê mirov nan bibe malê. Ji bo zarokê min birçî nemîne pênûs û hesteyan difiroşim. Dîsa jî em nikarin debara xwe bikin." Zengîn, destnîşan kir ku ji bo mirov karibin debara xwe bikin divê meaşê kêm herî kêm 5 hezar TL be. 
 
Adil Zorlû jî destnîşan kir ku divê di van şert û mercan de meaşê kêm herî kêm 5 hezar TL be. 
 
‘REWŞA KAR QET NEBAŞ E' 
 
Kevser Dûrgûn a esnaf jî destnîşan kir ku krîzê tesîr li her kesî kiriye û got, ew jî nikare debara xwe bike. Dûrgûn, diyar kir ku her diçe rewşa karê wan xirabtir dibe û got: "Rewşa kar qet nebaş e. Nizanim mirov çawa debara xwe dikin. Di van şertan de ne dikarim ji bo xwe tiştekî bikirim ne jî dikarim lazmatiyên zarokên xwe bikirim. Divê meaşê kêm di ser 3 hezar TL'yî re be." 
 
MA / Mehmet Firat Ozgur