Di meha Mijdarê de 126, di 11 mehên dawî de jî 1606 karkeran can dan

img
STENBOL - Li gorî rapora Meclîsa ÎSÎG’ê amede kir, di meha Mijdarê de herî kêm 126 karkeran û di nava 11 mehên salê de jî, herî kêm 1606’an jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de zêdebûna întîxarên dawî jî, weke “cînayetên polîtîk” hat pênasekirin. 
 
Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG), rapora xwe ya derbarê cînayetên karkeran ên meha Mijdarê û 11 mehên derbasbûyî amede kiribû ji raya giştî re aşkere kir. Di raporê de berxwedana karkeran hat silavkirin. Li gorî raporê di meha Mijdarê de herî kêm 126 karkeran jiyana xwe ji dest dane û di 11 mehên salê yên derbasbûyî de jî herî kêm 1606 kerkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
JI BO ÎNTÎXARAN PÊNASEYA ‘CÎNAYETÊN POLÎTÎK’ HAT KIRIN
 
Di heman demê de, di rapora hat amedekirin de ji bo întîxarên demê dawî rû dan jî, pênaseya “Cînayetên polîtîk” hat kirin. 
 
DI NAVBERA SALÊN 2002-20018’AN 4 HEZAR Û 481 KARKERAN ÎNTÎXAR KIRIN 
 
Di rapora hat aşkere kirin de ev agahî hatin dayîn: “Di 6 salên dawî de, 351 karkeran ji ber şert û mercên xebata giran û bêkariyê întîxar kirin. Di sala 2013’an de herî kêm 15 karkeran, di sala 2014’an herîkêm 25 karkeran, di sala 1015’an herî kêm 59 karkeran, di sala 2016’an herî kêm 90 karkeran, di sala 2017’an herî kêm 89 karkeran, di sala 2018’an herî kêm 73 karkeran întîxar kirin û dawî li jiyana xwe anîn. Van hemû karkeran ji ber bêkarî, deyndarî, zext, şert û mercên kar dawî li jiyana xwe anîne. Di navbera salên 2002 û 2018’an herî kêm 4 hezar û 481 karkeran întîxar kirine.
 
DI 11 MEHAN DE 1606 CÎNAYETÊN KAR 
 
Li gorî danayan, di meha Çile de 159 karker, di meha Sibatê de 127 karker, di meha Adarê de herî kêm 114 karker, di meha Nîsanê de herî kêm 153 karker, di meha Gulanê de herî kêm 164 karker, di meha Hezîranê de herî kêm 131 karker, di meha Tîrmehê de herî kêm 178 karker, di meha Tebaxê de herî kêm 146 karker, di meha Îlonê de herî kêm 147 kerker, di meha Cotmehê de herî kêm 158 kerker û dimeha Mijdarê de jî herî kêm 126 karkaran jiyana xwe ji dest dan. Bi giştî di 11 mehên sala 2019’an de li Tirkiyeyê herî kêm 1606 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dane.”
 
DI MIJDARÊ DE, LI STENBOLÊ 15 KARKERAN CAN DAN
 
Di raporê de hat destnîşan kirin ku herî zêde li Stenbolê cînayetên karkeran rû dane û herî zêde 15 kesan li Stenbolê jiyana xwe ji dest dane.