HDP’ê şerh danî: Ev butçe ya şer û îsrafê ye

img

ENQERE - HDP'ê di niqaşên Buçteya Rêveberiya Navendî ya 2020'an de şehra xwe danî û diyar kir ku ev butçeya şer û îsrafê ye. HDP, da zanîn di plana butçeyêde baca ser pişta gel zêde dike û ev butçe nabe bersîva daxwaza civakê. HDP'ê ji bo butçeyê sîyaseta rêya sêyemîn pêşniyar kir. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), teklifa Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2020'an a li Komîsyona Butçe û Planê ya Meclîsê hat qebûlkirin, şerha xwe danî. HDP'ê di şerhê de anî ziman ku krîza aborî di 40 salên dawî de krîza hrî kûr e û wiha got: "Her ku diçe butçe kêm dibe û deyn zêde dibin. Bac, deyn zêde dibin. Dest datînin ser çavkaniyên Banka Navendî. Di butçeyê de tenê di 6 mehên ewil ên îsal de 78,6 milyar TL valahî çêbûye. Li aliyekî faîzan didin, li aliyê din, lêçûn û mesref zêde bûye. Di 6 mehên dawî de leza faîzên hatin dayîn ji sedî 50,1  zêde bûn." 
 
HDP'e bal kişand ser hêzên krîza aborî û wiha lê  zêde kir: “Tirkiye di tevgera sermayeya Kurevî di nava pêlên mezin de digevize. Pelê wê radibe û dadikeve. Piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, di çareseriya pirsgirêka Kurd de bi konsepta şer nêzîk bû. Polîtikaya şer Sûriyeyê li ser krîza aborî bandorek mezin çêkir. Krîza polîtik bû sedema têkçûna  îtifaqa FETO-AKP'ê. Pratîka OHAL'ê bû sedem ku sermayedar baweriya xwe ya li hemberî pêşketina aboriyê winda bikin. 
 
‘WELAT KIRIN ŞANTIYE' 
 
HDP'ê di şerhê de anî ziman ku ÎQtîdara AKP'ê koma sermayedarên nêzî xwe mezin kiriye û welat kiriye halê şantiyeyê u wiha got: "Êdî fabrîqeyên nû nayên avakirin. Bi sedmilyar dolaran pir, balafirgeh, rê û nexweşxaneyên bajaran tên avakirin û vê yekê bi krêdiyên derve pêk tîne. Garantiya alîkariya xezîeyê dan wan." 
 
'XIZANÎ ZÊDE DIBE' 
 
HDP'ê da zanîn ku ev butçe dê xizanî, betaliyê zêdetir bike û wiha got: "Di rêjeyên bacê de zêdebûnek heye. Di hatina butçeya 2020'an de bê edaletî heye. Ji ber ku ji sedî 66 para bacên taybet û KDV ye. Barê butçeyê davê ser bacan û vî barî davê ser pişta gelê kedkar. Her ku Enflasyon zêde dibe, ev bac jî zêde dibin. Ev dibe bar û dikeve ser pişta gel. Îktîdara siyasî armanc dike ku bi qasî 785 milyar lira bacê kom bike. Ne çareseriya pirsgirêka Kurd aliyê siyasî kûr dike. Di butçeya şer de lêçûn zêde bûye. Para ji bo lêçûnên ewlehiya hundir û derve ku ji Butçeya Rêveberiya Navendî qut kirine: Di sala 2017’an de 64 milyar TL bû. di sala 2018’an de ev derket 84,5 milyar TL. Di qelemên lêçûnê ewlehiyê de rêje pir zêde bû. 
 
‘LÊÇÛNA SMO AVÊTIN SER PIŞTA GEL' 
 
HDP'ê di şerhê de anî ziman ku aboriya Tirkiyeyê li polîtikayên belavbûna Iraqê û şerê li Sûriyeyê diçe û wiha lê zêde kier: "Dixwazin bi şer u rantê xwe xelas bikin. Îqtîdar bi israra “Herêma Ewle" hewl dide ku derdorên mutahîdên nû yên îktîdarê li Rojhilata Navîn projeyên înşatê pêş bixin. Tirkiye bi êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatên Sûriyeyê "Arteşa Nijadî ya Sûrieyyê (ANS) ava kir û lêçûna vê artêşê avêtin ser pişta gel. Lêçûna her endamekî çeteyan, mehê 500 dolar e. Bi tevahî lêçûna wan jî 60 milyon dolar e. 
 
Yek ji micara îsrafê jî lêçûna Qesrê û pergala îsrafê ye. Ji bo amûrên makam ên luks û zirxî, qesrên havîn û zivistanê, qesrên difirin bi milyonan tl pere xerç dikin. Qesr çavkaniyên gel îsraf dike. Yek ji vana jî Qesra Serokomar a bin 250 odeyî ye. Lêçûna Qesra Serokomar a sala 2018'an li gorî salek berê ji sedî 160 zêde bû. Qeyumên ku tayînî şûna şaredarên vîna gele Kurd kirin jî bun navenda îsrafê. 
 
Di pergala nû de mafê plana butçeyê ji destê meclîsê girtin û revandin Qesrê. Butçe ne li gorî wekheviya zayendî ye. Îqtîdara AKP'ê bi feraseta zayendîperestiyê butçe plan kiriye. Pere ji bo şer û çekan heye, lê ji bo kesên teqawît tune ye. Butçeya 2020'an rê li pêş talankirin û wêrankirina çavkaniyên xwezayê vedike. Îqtîdara AKP'ê li ser esasê rantê pêş dixe. Bê plan, keyfî û bê edalet e. Ev yek bi xwe re pirsgirêkên elolojiyê jî ava dike. " 
 
HDP'ê bal kişand ser mafê zimanê zikmakî yê perwerde û tenduristiyê jî û wiha bi dawî kir. "Li Tirkiyeyê welatiyên bi Kurdî di axivin nikarin zêde sûdê ji mafê tenduristî û perwerdehiyê bigirin. Ji ber vê yekê divê mafê perwerdehiya zimanê Kurdî û zikmakî jî bê parastin. Di butçeyê de para jinê tune. Mafê jinê tune ye. Çareserî rêya sêyemîn e. 
 
MA / Dîren Yurtsever