Karkerên PTT'ê dest ji kar berdan

img
STENBOL – Karkerên PTT’ê yên li Kadikoy û Uskudarê belavkariyê dikin, dest ji kar berdan.
 
Karkerên PTT'ê yên li Kadikoy û Uskudarê karê belavkariyê dikin, bi sedema li dijî mevzuatê kar dikin dest ji ka berdan. Karkeran anîn ziman ku rastî gef û neheqiya midûr tên û dest bi çalakiyê kirin. Karkerên hemal ên postexaneyê ku endamên PTT Kargo-Senê ne, dest ji kar berdan. Endama PTT Kargo Sen'ê Ayşe Buşra Yılmaz têkildarî mijarê daxuyanî da û anî zimanku neheqî li wan tê kirin û dest ji kar berdane. Yilmaz, anî ziman ku nêzî 100-150 hevalên wan ên karker rastî gefa dûrxistinê hatine û di demên dawî de zêde kar bi karkeran dikin. 
 
PTT Kargo-Sen dê herî dawî bi Midûrê Herêmê yê PTT'ê re hevdîtin bikin.