Li Amedê Sempozyûma Enerjiyê: Em ê siyaseta bi çeka enerjiye dîl hatiye girtin nîqaş bikin

img

AMED – TMMOB li Amedê Sempozyûma Enerjiyê birêve dibe. Prof. Dr. Arîf Nacaroglu yê di Sempozyûmê de axivî diyar kir ku ew nikarin enerjiye ji siyasetê cuda bigirin dest û got: “Em ê siyaseta bi çeka enerjiye dîl hatiye girtin nîqaş bikin.” 

 
Odeya Endezyarên Ceryanê (EMO) a girêdayî Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) li Amedê 12’emîn Sempozyûma Enerjiyê li Amedê li dar dixe. Sempozyûm a li otelek li navçeya Sûrê bi temaya “Enerjî, Ekolojî û Aştiya Civakî” li dar dixe dest pê kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên HDP’a Amedê Hulya Alokmen û Zeyat Ceylan, nûnerên TMMOB’a Amedê û gelek akadmîsyen beşdarî sempozyûmê bûn.
 
NACAROGLU: EM BANDORA SIYASETÊ NÎQAŞ BIKIN  
 
Axaftina vekirinê ya Sempozyûmê Prof. Dr. Arîf Nacaroglu yê Serokê Desteya Lidarxistina Sempozyûmê kir û diyar kir ku ew enerjiyê nikarin ji siyasetê cuda bigirin dest û got: “Mixabin em neçarin li cihê enerjiyê lê nîqaş dikin siyasetê jî nîqaş bikin. Em ê siyaseta bi çeka enerjiye dîl hatiye girtin nîqaş bikin. Em ê dengê xwe li dijî 5-10 malbatên li Tirkiyê ji nîvê zêdetir ku serwetê di destê xwe de girtine bilind bikin. Em ê siyaseta bi çeka enerjiyê rehîn girtiye nîqaş bikin. Em ê parvekirina şerê enerjiyê ya Rûsya, Amerîka, enerjiya nukler û Rojilatê Derya Spî nîqaş bikin. Em ê bertîlxwarinên li ser enerjiyê, komkujiya xwezayê, dîrokê, çandê û bajarên qedim ku hatin tunekirin nîqaş bikin.” 
 
‘HER KES LI SER ENERJIYÊ SIYASET DIKE’ 
 
Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Ceryanê ya Amedê Mehmet Orak jî da zanîn ku sempozyûma enerjiyê du salan carek tê lidarxistin û ev amadekariya pêvajoya wan salekî dawî ye û got: “Li kî dera dinyayê dibe bila bibe, heke li wir enerjî hebe siyaset jî heye. Niha hebûna girîng û pergala kedxwariyê ya dinyayê tekane aktorê wê enerjî û çavkaniyên wê ne.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ QEYÛM DA 
 
Orak anî ziman ku ew difikirîn sempozyûmê li Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Amedê li dar bixin lê ji ber qeyûm tayînkirin Şaredariya Amedê ew neçar man sempozyûma xwe li otelekê li dar bixin û got: “Bloka AKP û MHP’ê dixwazin vê peyamê bidin me; ya hûnê me bijêrin an jî em ê qeyûm tayîn bikin. Em dibin armanca zîhniyetek wiha zordest ku ji demokrasiyê, maf, hiqûq û edaletê dûr e. Dixwazin me bi girtin, îşkence, şidet û her cûre tepisandinê bitirsînin. Lê em ê qet netirsin. Ev welat ê me ye. Ji bo em vî welatî demokratîk bikin em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin.” 
 
‘ENERJÎ YA CIVAKÊ YE’ 
 
Serokê Desteya Rêveberiya TMMOB’ê Emîn Koramaz jî bi bîranîna Tahîr Elçî dest bi axaftina xwe kir û got: “Em polîtîkaya hikumetê rexne dikin. Rejîma yek zilamî dixwaze gel û rêveberan qût bike. Rejîm dixwaze rêveberiyên herêmî bi walîtiyan ve girêbide. Heke em vê serdestiya qeyûman li herêmê neqewirînin, sibê wê li tevahiya welat pêvajoyên wek vê pêvajoyê biqewimin. Enerjî geşedanên aborî, civakî û navnetewî areste dike. Di roja me ya îro de enerjî bûye pêdiviya sereke û neçar a jiyana însan. Enerjî kirine rant û li serê bertîlê dixwin. Lê enerjî ya civakê ye.”
 
‘ÊM Ê TÊBIKOŞIN’ 
 
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyat Ceylan jî axivî û destnîşan kir ku ew bi bawerin dê polîtîkayên emperyal û emperyala bin pûç derxin û ew ê di vî warî de têkoşîna xwe dewam bikin. 
 
‘DIVÊ NAVENDA ZANISTÊ LI AMEDÊ WERE AVAKIRIN’ 
 
Prof. Dr. Îrfan Açikgoz ê Akademîsyenê Aştiyê jî diyar kir ku hêj li Amedê navendek zanistê nîne û heke navendek zanistê li Amedê were avakirin dê ji bo enerjî û mijarên hawîrdorê projeyên jê sûd wergirtî bikevin meriyetê. 
 
‘KURDISTAN DI BIN MÊTINGERIYÊ DE YE’ 
 
Sekreterê Kordînasyona TMMOB’ê yê Amedê Dogan Hatûn jî bal kişand ser qewimînin di serdema qedexeya derketinên derve yên li bajarên herêmê û got: “Tişta niha dispêrin çar parçeyên Kurdistanê mêtingerî ye. Divê mirov wisa li meseleyê binêre. Dema em di vê mijarê de lê nenêrin mirov nikare pêvajoyê rast bixwîne.” 
 
Sempozyûm dê bi rûniştinên sermijarên cuda heta 7’ê kanûnê dewam bike.