Banqaya Navendî: polîtîkaya kûr û diravê aşkera kir

img

ENQERE - Banqaya Navendî ku polîtîkaya kûr û diravê ya sala 2020'an aşkera kir, hejmara civînên Lîjneya Polîtîkaya Diravê ku biryara faîzê girtibû ji 8'an derxist 12'an. 

 
Banqaya Navendî (MB), çarçoveya operasyonel a polîtîkaya kûr û diravê ya ku sala 2020'an bê pêkanîn, weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku armanca enflasyonê ya bi hikûmetê re li ser hatiye liyhevkirin wê weke ji sedî 5 bimîne û li gorî hedefa pêkanîna aramiya bihayê amûrên polîtîkayê wê bi awayekî herî bi bandor bên bikaranîn. Her wiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin hejmara civînên Lîjneya Polîtîkaya Diravê (PPK) ku biryara faîzê girtibû ji 8'an derketiya 12'an.
 
Hejmara civînên PPK'ê di çileya 2017'an de bi biryarekê ji 12'an daketibû 8'an.