Li Dersimê dema çinîna silkê ye

img

DERSIM – Li Dersimê palehiya silkê ber bi dawiyê ve diçe. Lê cotkaran got ew ji xêrûbera îsal ne kêfxweş in. 

Li Bajaroka Perî ya girêdayî navçeya Mazgêrda Dersimê palehiya silkê (şeker pancari) dest pê kiriye û ber bi dawiyê ve diçe. Li Periyê îsal 2 hezar donim erd silk hatiye çandin. Çinîna silkê di meha kanûnê de diqede. Li çoltera çiya karker diçinin û li nav erazî jî bi makîneyan silke diçinin. Silka tê berhevkirin dişînin Fabrîkaya Şeker a Xarpêtê.
 
Cotkar her sal nikarin li heman erdî silkê deynin. Divê ji 4 salan carek li heman erdî silk were dayîn. Çimkî dema her sal silk li heman eraziyî were çandin xêrûbera wê kêm e. 
 
XÊRÛBERA ÎSAL KÊM E 
 
Haşîm Kaya yê li bajarok 100 donim sik daniye got 10 sal in ew bi cotkariya silkê ve mijûl e. Kaya bal kişand ser zehmetiyên cotkariya silkê û got: “Karekî bi zehmet e. Xêrûbera îsal li ber salên derbasbûyî kêm e. Çimkî biharê gelek baran barî. Me dereng çandiniyê kir. Yanî em dikarin bêjin kar û zirara îsal hev dernaxe. Cotkarên me ji ber xêrûbera îsal ne kêfxweş in. Xêrûbera me dixwest nehat.” 
 
MA/ Semra Turan