Karkerên meaşê wan nayê dayîn dest bi çalakiyê kirin

img
STENBOL - Karkerên înşeatê yên di projeya otelê ya Komeya Şîrketan a Gentes a li Cezayîrê de xebitin û ev 6 mehin meaşê wan nayê dayîn, li ber navenda komê dest bi çalakiyê kirin. 
 
Karkerên endamên Sendîkaya Karkerên Înşeatê û Avadaniyê (IYÎ-SEN), yên di projeya otelê ya Komeya Şîrketan a Gentes a li Cezayîrê de xebitin û ev 6 mehin meaşê wan nayê dayîn, li ber navenda giştî ya komê ya Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya Stenbolê daxuyanî dan çapameniyê û dest bi çalakiyê kirin. Kerkerên li ber rawestgeha Metro DTO kom bûn, heya navenda giştî ya DTO Gentes meşiyan. Karkeran di meşê de bênavber dirûşmeyên “Karkerên înşeatê ne kole ne”, “Em karkerin, mafderin û emê qezenc bikin”, “Yekitiya karkeran wê patronan têk bibin” û “Mafê meaşê neyê xesp kirin” berz kirin. Serokê Giştî yê ÎYÎ- SEN Alî Oztutan daxuyanî da û di dema daxuyaniyê de karkeran komên xwe  li erdê dan û daxwaza mafên xwe kirin. 
 
‘EM MAFÊ XWE DIXWAZIN’
 
Oztutan, diyar kir ku ji bo ku karker meaşên xwe bigirin ev 8 mehin tên ewiqandin û wiha axivî: “Em mafê xwe dixwazin. Em ji kesekê sedeqe naxwazin. Me malbatên xwe hiştin û em çûn Cezayîrê. Em çawan çûn Cezayîrê û paşve vegeriyan, em ê wisan jî ji bo mafê xwe jî têbikoşin.”
 
‘EM NE KOLE NE’
 
Oztutan, da zanîn ku ew ne kole ne û wiha got: “We malbatên me, zarokên me û em mexdût kirin. Ligel hemû bêderfetiyan jî em ji Kayserî, Bûrsa û bajarên cuda hatin. Bi dehan hevalên me nekarîn werin. Ji Gentesê re êdî bese. Heya ku em mafê xwe bigirin emê têkoşîna xwe dewam bikin û em ê li vê derê bin. Em dîsa dibêjin kerkerên înşeatê ne kolene.”