'Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin’

img
ENQERE - Serokê Odeya Bijîşkên Enqerê Prof. Dr. Vedat Bûlût di civîna çapemeniyê ya derbarê întîxarên zêde bûyîn hat lidarxistin de axivî û got: “Di dema AKP’ê de 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin. Pirsgirêka sereke polîtîkayên aboriyê yên desthilatdariyê ne.” 
 
Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyeyê (DÎSK) a Enqerê, Platforma Şaxa Konsederasyona Sendîkayên Kedkarên Çemawerî (KESK) ya Enqerê, Lijneya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmar a Tirk (TMMOB) ya Enqerê, Odeya Bijîşkên Enqerê (ATO), Odeya Jimargir û Şêwirmendê Malî ya Serbest a Enqerê (ASMMMO) li Yekştiya Mulkiyetan derbarê întîxarên di demên dawî zêdebûn de civîna çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Jiyaneke mîna mirovan, pergalek mîna ya mirovan em dixwazin” hat vekirin. 
 
Serokê ATO’yê Prof. Dr. Vedat Bûlût, daxuyaniya hevpar da û got: “Ji ber polîtîkayên 17 salan ên desthilatdariya AKP’ê, krîzeke aborî ya kûr tê jiyîn. Di encama polîtîkayên aborî yên desthilatdariyê de, bêkarî, xizantî û barê deynên giran zêdetir dibe. Ji ber vê hêviyên gelek welatiyan ji destên wan tên girtin û ji ber pirsgirêka debarê welatî dawî li jiyana xwe tîn in.”
 
47 HEZAR Û 835 KESAN ÎNTÎXAR KIRIN 
 
Bûlût, anî ziman ku di 17 salên desthilatdariya AKP’ê de bi giştî 47 hezar û 835 kesan întîxar kirin û wiha axivî: “Tê gotin ku rojê 8 kes întîxar dikin. Li Tirkiyeyê, di dest pêka salên 2000’an de salê 2 hezar kes întîxar dikirin. Ev hejmar di sala 2012’an de derket 3 hezarî û di navbera salên 2014 û 2017’an de jî ev hejmar derket 9 hezar û 479’an. Tenê di sala 2018’an de bi giştî 3 hezar û 161 kesan întîxar kirin.” 
 
‘CÎNAYETÊN CIVAKÎ’
 
Bûlût, derbarê întîxarên komî yên di demên dawî pêş ketin de jî, pênaseya “Cînayetên civakî” kir û wiha bilêv kir: “Ev berhemekê krîza aborî ya dixwazin ser binixumînin e. Li dijî întîxaran, fermana ‘bûyerên întîxarên siyanurê nekin nûçe’ dan saziyên çapemeniyê. Bi vê dixwazin pêşiya întîxaran bigirin.” 
 
‘DI KAMPÛSA MECLÎSÊ DE TENÊ 29 KESAN ÎNTÎXAR KIRIN’
 
Bûlût, dest nîşan kir ku desthilatdarî bi van pirsgirêkan welat ber bi zinaran ve dibe û wiha bilêv kir: “Ji bo ku bûyerên întîxarê yên li Meclîsê bên lêkolînkirin, pêşniyaz pirs hat dayîn, lê AKP û MHP’ê ev ev pêşniyaz pir red kirin. Ji sala 2010’an ve di kampûsa Meclîsê de 29 kesan întîxar kirin. Hewldana veşartina pirsgirêkan valeye. Di serdema ragihandinê de ev yek ne pêkane. Heviyên pêşerojê yên welatiyên me têk birin. Di civakê de hesta baweriyê kêm bûye. Êdî baweriya welatiyan bi dewlet û hikumetê nemaye. Baweriya edalet û dewletê ne ma ye. Sedema vê jî polîtîkayên AKP’ê yên perwerdê, tenduristiyê, aboriyê û îstîhdamê ne. Yên ku di qesran de jiyaneke bişatafat dijîn, bi polîtîkayên israfê gel xizan dikin. Nelirêtiyê xizantî pêş xistiye.”