MÊRDÎN - Cotkarên Qoserê, diyar kirin ku desteke ji bo çandiniyê kêm e û gotin: "Heger wisa dewam bike, wê sala bê cotkar dev ji pembo berdin. Em ê bîrên xwe bigirin, traktorên xwe bifiroşin û karine din bikin."
Cotkaran nerazîbûnên xwe yên ji bo desteke çandiniyê nîşan dan. Li gorî miqtara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, serê dekarê desteka ji bo zad 27 TL, ji bo garis 29 TL û ji bo pembo 66 TL ye. Cotkarên li Qoserê bertek nîşanî vê yekê dan.
Serokê Komeleya Cotkarên Qoserê Mikaîl Erbey, bilêv kir ku berî paleyiya pembo û genim biqede miqdara destekê hatiye aşkerekirin û got, ji fiyetên hatine diyarkirin razî ne. Erbey, da zanîn ku li Qoserê milyonek dekar erd heye û li van erdan garis, genim û pembo tê çandin, lê belê maliyetên pembo yên li herêmê barê cotkaran giran dike. Erbey, got: "Îsal zêde baran abriya. Ji ber vê kêzik û kurmik zêde bûn. Cotkarên par carek du caran derman dikirin, îsal 5-6 caran derman kirin. Lîtreya dermanê kurmikên par bi 100 lîreyî bû, îsal bûye 200 lîre. Cotkar par gubre bi 150-200 lîreyî dikirî, îsal bi hezar û 50 lîreyî kiriye. Her meh tişt biha dibin. Heqê karker û bîçerê jî zêde bûye. Cotkar serê 100 donim pembo, bi 70-80 hearî derman dikire."
'WÊ COTKARÎ NEMÎNE'
Erbey, da zanîn ku par wan pembo bi 3,30 lîreyî firotiye, lê belê îsal bi 3 lîreyan jî nikarin bifiroşin û got: "Fiyetê pembo kêm bûye. Ji ber vê wê li Deşta Mêrdînê êdî kes pembo neçîne. Rewşa garis jî heman rewş e. Ewilî garis bi 1.15 lîreyan bû, lê niha bi 960 qurîşî jî nayê firotin." Erbey, ji bo desteke pembo got: "Desteka ji bo genim 50 qurîş bû, lê bû 100 qurîş. Cotkar nerazî ne. Eger nikaribe hilberîne, nikaribe qezenc bike çima wê cotkariyê bike. Li Qoserê, nêzî 6 hezar cotkar di Pergala Tomarkirinê ya Corkaran de qeyd kirîne."
Her wiha Erbey, destnîşan kir ku DEDAŞ jî cotkaran mexdûr dike. Erbey, got: "Cotkar, ji ber fatûreyan û deynan nikarin qeyda xwe li DEDAŞ'ê çê bikin."
'PERÎŞAN BÛNE'
Cotkar Hakîm Kûtlûcan jî bilêv kir ku heger wisa dewam bike wê pembo neçîne û bal kişand ser fiyetên faîzê yên kartên destekê. Kûtlûcan, got: "Ji bo mazota ku em bi 100 hezarî dikirin, em mehê hezar û 500 lîre faîzê didin. Em ê êdî cotkariyê nekin. Nikarim heqê DEDAŞ'ê bidim, ji ber vê ew jî ceryanê nade. Niha ceryana me hatiye qutkirin û ez nikarim heqê wê bidim. Ma ez ê heqê mazotê, heqê gubre, heqê karkeran çawa bidim? Cotkar mexdûr in û perşîna bûne. Heger wisa dewam bike ez ê dev ji cotkariyê berdim. Em ê bîrên xwe bigirin, traktorên xwe bifiroşin û ji xwe re karine din bikin."