MÛŞ - Çandinî û sewalvanî ku çavkaniyên sereke yên debarê ên herêmê ne, niha ji ber krîza aborî û zemên tên kirin li ber qedandinê ne. Sewalvanan, diyar kir ku ev yek ji ber polîtîkayên hikûmetê ne û gotin: "Ger wisa bidome wê ne heywan ne jî goşt bimîne."
Li Mûşê, sewalvanî û çandinî ku yek ji çavkaniyên sereke yên debarê ne, ji ber bihabûna fiyetên êm û goştên îthal her diçe kêm dibin. Her wiha ji ber krîza aborî ya ku her diçe kûrtir dibe, kirîn û firotina heywanan jî hema bêje nemaye. Sewalvanan, xwest sewalvanî bê destekirin.
PÊŞÎ HEYWAN PAŞÊ GOŞT HAT ÎTHALATKIRIN
Sewalvan Kûtbettîn Akin, bilêv kir ku ji ber zemên tên kirin û bihabûna fiyetên êm kirîn û firotina heywanan kêm bûye û got, piştî îthalkirina heywanan goşt jî hatiye îthalkirin. Akin, destnîşan kir ku sewalvan tesîreke neyînî ji vê rewşê digirin û got: "Fiyetên êm biha bûne. Lê belê heywana ku par me bi 9 hezaran difirot îsal em bi zorê bi 7 lîreyan difiroşin. Mirovên bi sewalvaniyê re eleqedar dibin tu carî heqê keda wan bi destê wan nakeve."
‘WÊ NE HEYWAN NE JÎ GOŞT BIMÎNE'
Sewalvan Cahît Orhan, xwest hikûmet sewalvanî û çandiniyê destek bike û got, ger neke wê polîtîkayn wê yî heyî sewalvanî û çandiniyê biqedîne. Orhan, nerazîbûna xwe ya ji bo zeman jî anî ziman û got: "Kîsê êm 80-90 lîreyî ye. Em golikekê di salekê de xwedî dikin, lê gava em difiroşin mesrefê xwe jî dernaxe. Heta ev pirsgirêk hebin wê li vî welatî ne heywan ne jî goşt bimîne."
Sewalvan Mehmet Emîn Gîrevî jî diyar kir ku di serdemeke pir xirab de ne û ji ber vê sewalvan nikarin heywanan xwedî bikin û her diçe hejmara pez kêm dibe. Gîrevî, destnîşan kir ku mesrefên wan du qat zêde bûne û got: "Ma mirov gava zanibe wê bixisire çima wê bike? Niha her kes hewl dide heywanên di dest xwe de bifiroşe. Ji bo sewalvanî neqede divê dewlet alîkariyê bike."