MANÎSA - Li Kula, mîdîbusa karkerên diçûn komkirina tirî qulipî û di qezayê de 17 karker birîndar bûn.
Mîdîbusa karker çandinê yên lê sîwar bûn û ji Taxa Çakirbelî ya navçeya Kula ya Manîsa ji bo komkirin tirî diçûn Alaşehîrê, di şerampolê de qulipî. Di encama qulipîna mîdîbusê de, ajokarê wesayîtê Yuksel Ilgin ê 40 salî û 16 karker birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyan. Hat hîn bûn ku talûkeya jiyana birîndaran nîne.
Hat, diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.